Jinên Xezayê ji morîkên rengîn xişran çêdikin

Jinên li Xezzeyê yên bi gotinên xwe li dora "maseya hunerê" kom dibin, bi xişrên ku ji morîkên rengîn çêdikin serxwebûna xwe ya aborî bi dest dixin. Jin ji xeynî zêrankariyê, bi makrame û xişiriyê re jî eleqedar dibin.

RAFIF ESLEEM

Xeza – Li Xezayê jin ji bo serxwebûna xwe ya aborî bi dest bixin di gelek qadan de dest bi xebatê dikin. Yek ji wan, Mona El-Şawa jî cîhek ku xişr lê çêdibin û difroşin dimeşîne. Mona El-Şawa, ku bi çend jinên ciwan re dest bi vî karî kir, got, “Li vir maseyek me heye û em xişrên xwe li dora vê masê çêdikin û di heman demê de sohbet dikin. Ev tablo maseya hunera me ye. Em li vir hemû behreyên xwe nîşan didin.”

 “Min xwest ku bi vê dikanê alîkariya gelek jinan bikim”

Mona El-Şewa diyar kir ku destpêkê wê tenê ji xwe re xişran çêdikir û wiha pê de çû: “Her kesî tiştên ku min ji xwe re çêdikirin ecibandin û vê yekê hişt ku ez dest bi projeya xwe bikim. Ez rastî gelek astengiyan hatim, di nav wan de veguherandina cih ji milkê taybet bo bazirganî û vekirina qeydê li Odeya Bazirganiyê. Ev astengî dikare gelek karsazên jin paşde vegerîne. Destpêka karê me li ser înternetê bû. Min nexwest wê dikanê tenê ji xwe re vekim, min xwest ku bi vê dikanê alîkariya gelek jinan bikim. Ez qursên rahênanê didim jinan li ser çawaniya sêwirandina karên destan û çêkirina Iksiswaran çi ji hesin û çi zîv û gelek madeyên din be.”

“Jin alîkariya hev dikin ku bibin tîmek xebatê ya yekgirtî”

Mona El-Şewa da zanîn ku wê di destpêkê de li vîdyoyên YouTube tamaşe dikir da ku xwe fêrî çêkirina karên destan bike, lê bi demê re wê hîs kir ku pêdiviya wê bi rahênerek heye ku hin xeletiyên wê rast bike û wiha axivî: “Rahênera Rûsî Saşa alîkariya min kir ku çend celebên nû yên hunerên destan çêbikim. Jin alîkariya hev dikin ku bibin tîmek xebatê ya yekgirtî. Dibe ku keçeke çardeh salî li kêleka jineke çil salî rûne, ku wê fêr bike an jî berevajî wê, ji bo ku her nifşî cuda sûdê ji hev werbigirin. Yek ji kêşeyên ku ez pê re rû bi rû dimînim, dijwariya peydakirina madeyên xam e û bihaya wan a giran e û lêçûna bilind a şandina derveyî welat ji ber vê yekê em nikarin tiştên ku em çêdikin bişînin derve.”

“Ez tevlî vê projeyê bûm ji ber ku ew piştgirî dide jêhatîyên hunerî”

Yek ji xebatkarên projeya Tawîlet Fen Efnan Omer wiha got: “Ez tevlî vê projeyê bûm ji ber ku ew piştgirî dide jêhatîyên hunerî û bûm beşek jê. Min li vir xwe bi pêşxist. Tawîlet Fen cîhek şahiyê ye û ne cîhek kar e ku di bin gelek qedexeyan de ye.”