Jinên Mexribê rûnê arganê ku yek ji rûnên herî biha ye hildiberînin

Xebata li ser hilberîna rûnê arganê wekî sektorek jinan tê hesibandin. Ji ber ku ew qadek e ku jinan bi riya wê dikaribûn projeyên girîng ên dahatê ava bikin û serxwebûna darayî bi dest bixin.

RECA XÊRAT

Mexrib - Xebata li ser hilberîna rûnê argan wekî sektorek jinan tê hesibandin, ji ber ku ew qadek e ku jinan bi riya wê dikaribûn projeyên girîng ên dahatê ava bikin ku serxwebûna darayî bidestxistin û firsend da wan ku beşdarî projeyek ji bo parastina mîrata çandî li başûrê Mexribê bibin.

Kooperatîfa Çandiniyê ya Jinan "Argan Idaumetat" di 27'ê Tîrmeha 2000'an de li başûrê Mexribê hat avakirin, bi hevkariya 44 jinan dest bi projeya parastina dara arganê, wekî dareke kêm a ku rûnê argan jê tê derxistin kirin. Bi hevkarî bi Rêveberiya Av û Daristanan û Dezgeha Hevkariya Alman re ji ber ew projeyek pêşeng e di parastina mîrateya çandî ya ne madî ya herêmê de her wiha çavkaniya debara van jinan e.

"Ez bang li jinan dikim ku tevlî kooperatîfê bibin"

Seroka Kooperatîfa Çandiniyê ya Jinan “Argan Idaumetat” Fatima Emherî diyar kir ku zehmet e ku niştecihên herêmê bi hewcedariya parastina darên arganê razî bibin, heke ew ji wan re çavkaniya debarê nebe û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ji ber vê yekê ev kooperatîf û kooperatîfên din hatin avakirin. Destpêk bi bilindkirina hişmendiya li ser girîngiya darê ji hêla jîngeh, aborî û civakî ve bû. Îro di kooperatîfê de 74 jin hene. Ez bang li jinan dikim ku tevli kooperatîfê bibin. Hejmara kooperatîfên ku di sala 2000'an de hatin avakirin gihîşt 13 kooperatîfan ku hemû bi hilberîna rûnê arganê û jêderkên wê ve mijûl dibûn."

"Kooperatîfê ji aliyekî ve firsendên mezin ji bo jinên tevli bûne çêkir"

Fatima Emherî da zanîn ku ew ji sala 2000'an heta 2007'an bi tîmek hevrêz û yekgirtî re xebitî ku hilberinê, girîngiya wê û tiştên ku ew dikare ji bo van jinan bi dest bixe didan nasîn û wiha axivî: "Kooperatîfê ji aliyekî ve firsendên mezin ji bo jinên tevlibûyî vekir û îmkana firotina berhemê bi buhayên guncav ên ku şert û mercên xebatê li ber çavan digre da wan, ji aliyekê din ve hişt ku beşdarî pêşangehên neteweyî û navdewletî bibin ji bo danasîna berhemên xwe. Di sala 2005'an de projeyek nû derket holê ku xwe dispart adaptekirina koperatîfên jinan ên gundî yên hilberîna rûnê arganê, ev proje ji hêla Ajansa Pêşveçûna Civakî (ADS) ve bi hevkariya Yekitiya Ewropayê hat destpêkirin û ev projeya nirx daye projeya yekemîn ku lez daye derkeftina gelek koperatîfên jinan li herêmê. Ev proje ji bo reformkirina kooperatîfên jinan hat ku li gorî pîvanên bazara navneteweyî bin. Tiştê ku hişt ev kooperatîf ji sala 2000'an heta îro berdewam bikin, dahata ku dane van jinan e."