Jinên Marakeşê bi çinîna safranê debara xwe dikin

Li Marakeşê li Mexribê jinan dest bi çinîna safranê anî “zêrê sor” weke ku jê re tê gotin, kirin. Zafranê ji bo jinan çavkaniyeke girîng a debarê ye.

RECA XÊTAT

Marakeş – Jinên li herêma Taliouine ya li başûrê Mexribê bi çînîna safranê debara xwe dikin. Jinên Herêma Taliouine di hefteya duyemîn a meha Cotmehê de ji bo berhevkirina safran diçin zeviyan.

Seroka kooperatîfa çandiniyê "Sakîna" Rabîa Merzûq diyar kir ku bi berhevkirina kulîlkên binefşî, çinîna sefran ne karekî hêsan e, ji ber ku di serê sibê de ye û berî ku kulîlk vebe, dema ku vedibe dikeve ber toz û kêzikan û wiha pê de çû: “Ev pêvajo du hefte li pey hev heta dawiya meha Cotmehê berdewam dike. Berê jin bûn yên ku hemû qonaxên safranê amade dikirin, da ku amade bin ji bo kirrûbirra ku ji aliyê aliyên cuda ve dihatin kirin û tevî ku jinan kedeke mezin didan, tenê hinek pere didin jinan, heta ku kooperatîfên derketin holê hiştin ku jin ji keda xwe sûd werbigirin û ji bo wan projeyên dahatê çêkirin. Navê kooperatîfê me kir Sakîne, ji ber ku Sakîne jinebiyek ku bi têkoşîna xwe ya ji bo xizmetkirina xelkê dihat naskirin bû, ev jin tevî şert û mercên giran jî piştî mirina hevjînê  xwe kariye debara zarokên xwe bike. Sakîne di zeviyên safran de dixebitî û dudilî nebû ku alîkariyê bide her kesê ku hewcedarê wê bû.”

Qonaxa dûyemîn dawiya Cotmehê destpê dike

Pêvajoya çinîna di zeviyan de du hefte zêdetir namîne, lê jin di tevahiya salê de karê amadekirina sefran dikin, qonaxa duyemîn piştî dawiya meha Cotmehê dest pê dike.

Rabîa Merzûq anî ziman ku ev însiyatîfa ku di sala 2008’an de wan da destpêkirin, di destpêkê de ji 17 jinan zêdetir tevlî nebû, heta îro hejmara wan nêzî sed jin e û wiha axivî: “Safrana ku em hildiberînin êdî têra daxwazên ku em werdigirin nebûn, ji ber vê yekê me ji bo zêdekirina leza hilberînê erdek ji deh hektaran kirê kir. Bihayê zêde yê safran bi giranî ji aliyekê ve ji ber nirxa wê ya girîng a xwarinê ye û ji ber wê yekê ku hejmareke mezin a kulîlkan tenê rêjeyek hindik ji safran dide. Ji bo yek gram sefran bi qasî 140 kulîlk hewce dike. Hemî qonaxên ku hilberîna sefran tê de derbas dibe ne bi makîneyan ve girêdayî ye, lê bi keda destan ve girêdayî ye û ev yek lêçûna wê zêde dike. Safran salê tenê carekê tê çinîn.

Ji bo jinan debara jiyanê ye

Rabîa Merzûq eşkere kir ku di sê salên pêşîn de, yekane bazara ji bo nîşandana berhemê pêşangeh û festîvalên li Qraliyetê bûn, lê piştre bi piştgiriya Ajansa Pêşdebirina Çandiniyê, jinan bi saya navendên mezin ên bazirganî, navê xwe li Bazaran ferz bikin û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Em beşdarî çendîn pêşangehên navdewletî li Fransa, Almanya û Îmaratê bûn, van pêşangehan alîkariya me kir ku em toreke peywendiyan ava bikin, ji ber ku gelek aliyên derve daxwaza berhemên me kirin.”

Safran yek ji wan materyalên bingehîn e ku di xwarinên kevneşopî yên Mexribê de, nemaze di demsala sar de tê bikar anîn. Li Taliouine û herêmên din ên Mexribê di amadekirina çayê de tê bikaranîn.

Rabîa Merzûq da zanîn ku di nava armancên ku ji bo jinan di kooperatîfê de hatine bi dest xistin ev e ku ew bûne yekem sûdmendê firotina berhemê, piştî ku jin berê piraniya qonaxên xebatê pêk anîbû, lê mêr sûdmendê pêvajoya firotinê bû, lê bi saya kooperatîfê jin ji destpêka pêvajoyê ve çavdêriya wê dikin.