Jinan bi berhemên xwe yên kurdewarî festîfal xemilandin

Di Festîfala Hinaran a Helepçeyê de berhemên Nîga Umer bala hemû kesan kişand, piraniya berhemên ku hatin nîşandan Nîgayê bi destên xwe çêkirine û pêşkêşî kesên hatin serdana festîfalê kir.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepçe- Bi beşdarbûna 400 konên firoşgehan hemwelatî beşdarî heştemîn festîfala hinaran a Helepçeyê bûn, 50 jinan bi berhemên ku bi destên xwe çêkiribûn rengê xwe di festîfalê de nîşan dan.

Nîga Umer yek ji wan jinan e ku xwedî firoşgeha Nafah Herwaremî ye, beşdarî festîfala hinaran a îsal bûye, di konê wê de gelek berhemên kurdewar ji bo firotinê hatine danîn, berhemên weke diwîne, avhinar, behîf, birinca Kurdî, tirşî, şêlim, reçel, tû, gûz û gelek berhemên din nîşan dan û Nîga der barê festîfalê de wiha got: “10 roj beriya destpêkirina festîfalê, min berhemên xwe amade kirin ji bo ku bikarim bi awayê nû pêşkêşî mêvanan bikim. Berhemên min jî yên Hewreman û Helepçeyê ne û piraniya wan xwemalî ne. Jin niha li Helepçeyê tenê ji bo derkevin derve û serdanê nayên festîfalê, armanca wan ew e kar bikin û bibin xwedî dahata xwe, îsal jî weke salên din rêjeyek zêde ya jinan di festîfalê de xwedî kar in.”