‘Ji bo xebatê divê em li benda hikumetê nemînin’

Li Helebçeyê jinên ciwan hewl didin bi hêz û kêrhatiyên xwe karên serbixwe ji bo xwe ava bikin. Hêvî Efan yek ji wan jinan e ku cihekî taybet ji bo dermanên xwezayî yên ciwaniyê ji bo jinan ava kiriye.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepçe- Jin her dem hewl didin bi hêz û kêrhatiyên xwe karê xwe bikin. Li her taxeke Helepçeyê dema ku mirov dinêre dibîne ku jinek bi xwe li ser lingên xwe disekine û bi xwe bûye xwedî karê xwe û aboriya xwe ya serbixwe.

Hêvî Efan jî yek ji wan jinên ciwan e ku bi hêz û keda xwe dikaribûye karê xwe bike û xwedî markeya bi navê Ladî ya dermanên xwezayî ji bo ciwankariya jinan ava kiriye. Li Helepçeyê piştî temakirina zanîngehê bi xwe lêkolîn kiriye û marqeya xwe ya taybet a bi navê ‘Sbona xwezayî ya Ladî’ derxist.

‘Di destpêkê de min li mal ceribandin kir’

Hêvî Efan der barê derxistina marqeya xwe ya taybet de wiha got: “Min beşa Kîmyayê li zanîngeha Koyê temam kiriye, fikrên karê min ji qonaxa duyemîn a zanîngehê ve çêbû, min biryar da û bawer kir heta gihîştim encama ku min dixwest, min lêkolîn dikir. Dema ku li zanîngehê me sabûn çêdikir, piştre dihatim malê min diceriband, piştî ku baweriya min bi kalîteya wê ya baş hat, fikirîm ku bazirganiya wê bikim da ku bi xwe bikarim debara jiyana xwe bikim.”

‘26 cureyên sabûnê di kargeha Ladî de tên çêkirin’

Hêvî Efan wiha behsa cureyên sabûnên xwezayî kir û got: “26 cureyên sabûnê, serûmên vîtamîna c, krem û krema por, krema ji bo rû, losyona dest li vê derê tên dîtin û min biryar daye di demên pêş de kremên cur bi cur çêbikim. Ji derveyî zanîngehê ji bo fêrbûnê min sûd ji torên civakî û Youtube girt û heta ku min encam jê girt min dest jê berneda.”

‘Bila jin bi xwe karê xwe bikin’

Hêvî Efan daxwaz ji jinan kir ku bi xwe bibin xwedî karê xwe û got: “Daxwaza min ji jinan ew e ku yên zanîngeh temam kirine nemînin li benda hikumetê û bi xwe dest bi karê xwe bikin. Di qonaxa duyemîn a zanîngehê de min dest bi ceribandinan kir, heta gihîştim vê astê. Niha jî jin dikarin dest pê bikin heta bigihîjin serkeftinê.”