Herêma Kurdistanê bûye cihê firotina berhemên welatên cîran

Pêşangeha çandiniyê ya navdewletî li bajarê Silêmaniyê bi beşdarbûna kompanya û xwediyên karan hat vekirin. Di pêşangehê de berhemên welatên li derdorê û navxweyî yên herêma Kurdistanê tên pêşandan.

BÊRÎVAN KEMAL

Silêmanî- Di 7’ê Îlonê de dewreya sêyemîn a pêşangeha çandiniyê ya navdewletî li bajarê Silêmaniyê hat vekirin û çar rojan berdewam kir. Zêdetirî 100 kompanya û 8 welat beşdar bûn, armanca vê pêşangehê nasandina qerta taybet a herêma Kurdistanê ji bo cîhanê bû her wiha nasandina berhemên welatên din û şêwazê bikaranîna pêwîstiyên çandiniyê.

Di pêşangehê de amûr û berhemên çandiniyê hatin nîşandan, piraniya kompanya û kargeh û xwediyên kar ji welatên Îran, Tirkiye û Iraqê beşdar bûn. Beşdarvanên kompanya û kargehên navxweyî yên herêma Kurdistanê kêm bûn. Ev jî ji ber girîngî nedana çandiniyê û zêdekirina berhemên navxweyî li herêma Kurdistanê bû ku hikumet tu asankariyek ji bo cotkar û xwediyên kar nake, ji bo bikaribin asta xebatê berfireh bikin. Salane rêjeyek berbiçav a cotkarên Kurdistanê ji ber berhemên welatên derdorê zirarê dibînin, ji ber berhemên cotkarên navxweyî di nava bazara herêma Kurdistanê dene.

Dema behsa herêma Kurdistan û Iraqê dikin weke welatek bê kar be pênase dikin ji bo dabînkirina pêwîstiyên hemwelatiyan pişta xwe bi hawirdekirin û saxkirina berhemên welatên derdorê germ dikin. Vê yekê jî ziyanek zêde daye pêşketinên li herêma Kurdistanê û niha jî di tu sektoran de nikarin bibin xwedî berheman û welatên derdorê jî salane dahatek baş qezenc dikin, ji ber hinardekirina berheman ji bo Iraq û herêma Kurdistanê.

Peywend Semyan xwendekara beşa dermanên giyayî ye li Îranê wiha behsa şêwazên berhemanînê di nava baxçeyê xwe yê Kirmanşana Rojhilatê Kurdistanê de kir û got: “Ew baxçeyê me yê ku heye em bi xwe karê çandiniyê dikin, ji ber dayika min rêvebera çandiniyê bû, dema ku xanenişîn bû dest bi karên çandiniya berhemên xwezayî kir. Yek ji wan berheman zehfer bû. Zehfer tenê ji bo Kirmanşanê taybet nîn e, ji Meşhed tînin lê belê tenê kesên ku li Kirmanşanê dijîn zehfera organîk hildiberînin her wiha gul xunçe, gêlis û qeysiyên me hene ku di wan de qet madeyek kîmyewî û madeyên parastinê nehatine bikaranîn.”

Peywend di berdewamiya axaftina xwe de wiha behsa dema ku dayik dest bi karkirinê dike û armanca wan ji bo sûd ji hêza jinan bigre dike: “Dayika min hewl dide sûdê ji hêza jinan bigre, kar bide ji  malbatên ku rewşa wan a aborî xirab e yan jî bi xwe serpereştiya malbata xwe dikin. Vê yekê ji bo ku bikarin cîgir û serbixwe bin û bi xwe kar bikin, dahata wan hebe dike. Berhemên me li Kirmanşanê li heman cihê kompanyaya me heye ku ew berhemên bi destên me dikevin em kom dikin û dixin pakêtan, li wê derê difiroşin.

“Divê jin ji bo pêşketinê sûdê ji hêza xwe bigrin”

Peywenda ku berhemên xwe aniye bajarê Silêmanî di nava bazara kar de ji bo herêmên Kurdistan û Iraqê nîşan dide û wiha behsa sûdên zehferan dike: “Em kesê yekemîn in, me zehfer ji Îranê aniye, ji ber zanyariyên xelkê li ser taybetmendiyên madeyên sereke yên bi sûd zehferê nîn e, li vê derê me nas dikin û berhemên me dikirin, ji ber ku dizanin sûdên wê zêde ne, bandorek baş a wê heye. Zehfer rêkxistina lêdana dil şekirê xwînê çareser dike û ji bo ciwanbûna rûyê mirov di kremên ciwankariyê de tê bikaranîn.”

Peywend di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku divê jin têgihîştî bin, hêza xwe bibînin û got: “Xwendin qonaxek wê heye lê serxwebûna her kesek bi taybetî ya jinan divê hebe. Ji ber ku ew zemanê berê bû jinan pişta xwe bi mêran ve girê didan, niha bi xwe hêza wan heye, dikarin sûdê ji hêza xwe bigrin. Piştî temamkirina xwendinê divê bi zanîn li ser armanca xwe ya jiyanê û ji bo wan di jiyanê de çi tişt girîng e û li gel kê dikarin dahatê peyda bikin bisekinin.”

“Iraq û herêma Kurdistanê bûne cihê ceribandina berhemên welatên derdorê”

Efsane Turkîmendî rêvebera firotina kompanya Çeşme Ma ku ji Şîraza Îranê hatiye, wiha behsa hatina Silêmaniyê ji bo nasandina berhemên xwe dike: “Berhemên kompanya Çeşme Ma xiyar şûr, tirşî, dûşav û zeyton li Şîrazê çêdikin, berhemên me gelek baş û bi kalîte ne. Ez beşdarî pêşangeha li bajarê Silêmaniyê bûme. Ji ber ku em dixwazin berhemên xwe ji bo cihên din henarde bikin. Berhem û karê me bi awayek çalak e û em berhemên xwe bi destên xwe çêdikin, karê komkirinê, ji kargehê, heta paqijkirin û çêkirin û firotinê jin dikin.”

Efsane diyar kir ku hinardekirina berheman ji bo Iraqê sûd ji bo herdû aliyan heye û wiha got: “Ger li Silêmaniyê nûner berhemên kompanyayan bikirin û ji bo Iraq û welatên derdor berhem werin hinardekirin, hem ji bo me hem jî xelkê Iraqê wê sûdê jê bigrin. Pêşangehên bi vî awayî dibe sedemê naskirina kompanyan û berhemên hevdû naskirinê.”