‘Divê jin di saziyan de xwedî biryar bin’

Rojên derbasbûyî di hilbijartina Odeya Senayî û Bazirganan a Amedê de Nevîn Îl, ji bo Serokatiya Meclisa Jinan a di bin banê odeyê hatibû avakirin hat hilbijartin. Nevîn Îl ji jinên xebatkar û karmend xwest ku di mekanîzmayên biryaran de cihê xwe bigrin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Ji bo serokatiya meclisa jinan a Odeya Senayî û Bazirganiyê ya Amedê, rojên derbasbûyî, Nevîn Îl hat hilbijartin. Bi yekê li herêmê bû yekemîn û ji bo jinên karmend bû hêvî. Nevîn Îl bi salan ji bo ji jinan re derfetên kar çêbike xebitî, ji bo ku jin di warê aborî de azad bin û piştgirî ji wan re were dayîn, di meclisa jinan a ku di sala 2018’an de di bin banê Odeya Senayî û Bazirganan a Amedê de de hat avakirin pêşengî kir. Nevîn Îl di meclisa jinan de îmze avêt bin gelek projeyan, niha jî ji bo serokatiya meclisê hat hilbijartin û armanca wê ew e ku bibe dengê jinên karker û karmend ên li Amedê.

 ‘Serkeftina jinan bi avakirina meclisê dest pê kir û domiya’

Nevîn Îl diyar kir ku serkeftina wan, di heman demê de ji bo bajar jî serkeftin e û got ku bi meclisa ku di 2018’an di bin banê odeyê de hatiye vekirin, gava yekem avêtine û ji bo jinên karmend rê vekirine. Nevîn Îl wiha domand: “Em bi salan di nava saziyên civaka sivîl de di nava rêxistinbûna jinan de bûn lê cihên em lê xebitîn, zêdetir têkildarî şîdetê û mexduriyeta ji ber bêmafiyê bû. Em têgihîştin ku der barê cihên şîdet lê çêdibe û qada aborî ya ku teşe dide jiyanê de tu rêxistinbûna me tune ye. Weke jinên karmend, dema ku me di navbera xwe de vê mijarê nîqaş kir, me ji xwe pirsî ka em dikarin xebateke çawa bikin û di bin banê odeyê de me meclisa xwe ava kir. Ji wê rojê heta niha em pir bi pêş ketin.”

 ‘Hebûna jinan a di rêveberiyê de serkeftineke mezin e’

Nevîn Îl da zanîn ku weke meclisa jinan, bi xebatên xwe yên li bajar, hem digihîjin jinên karmend hem jî di warê zehmetiyên xebata civakî de dixebitin. Nevîn Îl bal kişand ku dê projeyên meclisa jinan berdewam bikin û diyar kir ku di hilbijartina dawî ya odeyê de cihgirtina jinan di temsîliyet, dîwan û meclisê de pir hêja ye. Nevîn Îl da zanîn ku temsîliyeta jinan a ku li bajar di her warî de heye li Odeya Senayî û Bazirganan a Amedê tune bûye û wiha domand: “Me di lijneya rêveber de yek di meclisê de du cara yekem di asta temsîliyetê de cih girt lê îro bi xebatên xwe nêzî 35 jinan di komîteyên pîşeyî, meclis û dîwanê de cih girtin. Ev ji bo me pêvajoyeke serkeftî ye. Di nava vê serkeftinê de keda her kesê heye. Hevalên di meclisê de cih girtin, ne bi pirbûna dengan bi yekbûna dengan biryar dan ev yek rewşeke wisa ye ku kêfxweşiyê çêdike.”  

Nevîn Îl da zanîn ku niha ji 4 hezaran zêdetir karmendên ku di odeyê de qeyd kirine û xwediyên şîrketan jin in û bal kişand ku tevî karmendan, ji bo îstîhdama jinan jî xebatên pir cidî kirine. Nevîn Îl diyar kir ku ji bo jinan pir girîng e di saziyeke ku pê debara xwe bikin de cih bigrin û got ku dema jin di warê aborî û yên din de ji heqê xwe derkevin, bikaribin li ser lingên xwe bisekinin dê li dijî şîdetê berteka wan baştir be û bi sekneke zelal li hember bisekinin.

‘Hem di şer de hem jî di hemû krîzan de destpêkê jin zirarê dibînin’

Nevîn Îl, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Jin di her warê jiyanê de dema têkçûn çêdibe, dema krîz hebe destpêkê mexdûr dibin. Şer jî tê de hemû krîzên ku em dijîn destpêkê li jinan bandora xirab dike. Şert e ku jin di Odeya Bazirganî û Senayî ya Amedê de, odeya Esnaf û Senatkaran de, di saziyên civaka sivîl de cih bigrin. Di van saziyan de divê cihê xwe bigrin û xwedî biryarên tên din bin, bi vê yekê dikarin hêza xwe ava bikin. Ji bo me bi qasî karmendiya jinan, îstîhdamkirina jinan jî girîng e. Pirsgirêka hemû jinan, pirsgirêka me ye. Ligel meclisê ez ê ji bo xebatên jinan baldarî û hestiyariya xwe bidomînim.”