'Budçe ji şer û sermayeyê re tê veguhestin'

Sekretera Jinan a KESK'ê Done Gevher a der barê polîtîkayên şer ên li dijî qeyran û xizaniya li Tirkiyeyê kûrtir dibe tê meşandin axivî, diyar kir ku butçeya ku qala wê tê kirin nîne û ji şer re tê veguhestin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Polîtîkayên şer ên ku li gel qeyrana aborî ya li Tirkiyeyê zêde dibe tê meşandin, xizaniyê hîn zêdetir kûrtir dike. Li Lijneya Giştî ya Meclisê hevdîtinên budçeya sala 2023’an dewam dike. Sekretera Jinan a KESK'ê Done Gevher a got divê di hevditînan de budçe ne ji bo şer û sermayê divê ji bo kedkaran bê veqetandin û diyar kir ku dê di vê çarçoveyê de li qadan bin.

'Budçe ne ji bo kedkar û gel, ji bo şer tê bikar anîn’

Done Gevher diyar kir ku xemek hikûmetê ya li hemberê xizaniya zêde dibe têbikoşe nîne û bal lê kişand ku li welat ji cotkaran heta xwendevanan piraniya beşên li ser sînorê birçîbûnê jiyanek didomînin û wiha got:

“Xizanîbûn ne tenê di warê kedkar de, bêkarîyek mezin heye û hema bejê çîna navîn ber xilasbûne ye. Beşa bi çandiniyê re mijûl dibin li ser sînora xizaniyê dijîn. Xwendevan nikarin der barê mafê perwerde û hînkariyê bi bandor sûd werbigrin. Tam jî di pêvajoyeke wiha de derxistina polîtîkayên şer di rastiyê de ne nebûna butçeyê re girêdayiye nebûna bûdceyê ye, butçe ji kê û ji kîjan alî ve tê xwestin bê bikaranîn ve girêdayî ye. Ma ji bo dawî anînq xizaniyê budçeyek nîne, heye? Butçeya ku divê ji bo xizaniye û mirovan bê bikaranîn, ji polîtîkayên şer, sermaye û rantê re tê bikaranîn."

‘Ser xizanî û gendeliyan tê girtin’

Done Gevher, destnîşan kir ku desthilatdariya ku hewil dide bi şer e xwe bide bidomîne, ji aliyekî vê jî hewil dide serê sepanên xwe yên antîdemokratîk û xizaniyê digre, anî ziman vê pêvajoya ku hevdîtin bidome de ji bo butçe ne ji şer e ji kedkaran re bê cuda kirin dê li kolanan bin û gotinên xwe bi van gotinan berdewam kir:

“Nexweşxaneyên bajar, balafirgeh, pirên ku em nikarin li ser derbas bibin û balafirên ku em nikarin lê siwar bibin ên bi hevkariya gel-taybet hatiye avakirin, ji sermayeyê re razandinê dike. Evjî ji şer re tê vediguhêstin. Tam jî pêvajoya hevdîtinên butçeyê ye, em li her qadê, li kargeh û qadan daxuyaniyan didin. Û em daxwaz dikin ku ji butçeyê para ku divê ji xizmetên bê dayîn û xebaten vê yekê jî dimeşînin.”

'Divê berjewendiya kedkar bê berçav girtin’

Dıne Gevher da zanîn ku piştî daxuyaniyên ku dê piştî 30’ê Mijdarê li gelek navendan bê dayîn, dê piştre dest bi xebetên mîtîngan bikin û wiha axivî: “Di pêvajoyek avabûna bûtçeyê de ne berjewendiyên kedkaran an jî şer, dê bûtçeyek li ser zayendiya civakê hebe. KESK'ê sala borî li 5 herêman mîtîngên 'em nikarin dabara xwe’ li dar xistî bû. Me li ser van mitîngan jî daxwaza xwe ya ji butçeyê anîbû ziman. Em ji vê heyamê şûnde, ji bûtçeya nû para xwe dixwazin. Em plan dikin ku li ser ne ji şer e û rantê re, ji kedkar û gel re  derdikevin kolanan. Em ê iştî 30’ê Mijdarê piştî daxuyaniyan re dest bi xebatên mitînga navendî bikin.”