Bêhna nanê dapîra Şemsa ya 65 salî ji kolanên Til Temirê difûre

Temen çiqasî mezin be jî dil tu carî pîr nabe û rûniştina bêyî ked û destê xwe dayîna ber rûyê xwe jî tiştekî nayne ji lewre berî du mehan dapîreke 65 salî Şemsa Elî firneya nanê sêlê li navçeya Til Temirê vekir.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê- Em di sedsala jinan de ne îro, li vir jin biçûk ango mezin be êdî bêyî ku bêje ev civak wê bi çi nêrînê li min binêre û çi li ser min biaxive, dadikeve bazarê her wiha gelek dikan û firneyên nan jî vekiriye. Firneyên mezin ên bajaran ancax pêwîstiyên navçe û gundan pêk bînin. Lê carna ji ber ku arvan kêm e û nan têrî şêniyan nake, vê carê şênî li firneyekê ango li alternatîfekê digerin ku pê pêwîstiyên xwe bi cih bînin. Ji ber ku par çeteyan gelek zeviyên genim û ceh şewitandin û îsal ji ber barana kêm genim û ceh kêm bû. Li gorî hevserokên Desteya Çandiniyê di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de gotin ku rêjeya genimê hatiye girtin têrî salekê ji bo nan nake. Ji bo ku krîza nan a ku carna li herêmê derdikeve holê were çareserkirin, jinan alternatîfek bi pêş xistiye. Hinek projeyên firnan girêdayî Komîteya Aboriya Jin a Kongra Star in lê belê hinek jin bi serê xwe firneyên nanê sêlê û tenûrê vekirine. Yek ji wan jî Şemsa Elî dapîreke 65 salî ye ku ji qermîçokên rûyê wê de gelek çîrokên kedê, westîn û têkoşîna ji bo jiyanê xuya dike ku li benda gotinê û nivîsandinê ne. Bêhna nanê dapîra Şemsa ji nava kolanên navçeya Til Temira Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  difûre. Dapîra Şemsa Elî ji me re behsa karê xwe dike.

Dapîreke 65 salî firneyek taybet a nanê sêlê vedike

Şemsa Elî ya ku westandin li rûyê wê xuya dike di destpêkê de wiha ji me re behsa firneyê dike: "Di roja me ya îro de yên ku kar nekin û kedê nedin nikarin bijîn ji lewre îro me firneyek taybet bi xwe vekiriye û tê de kar dikin. Arvan û gazê dikirin û nan lêdixin. Carna, ew jî di rojên Înê de nan zêde nayê peydakirin ji ber wê jî firneya me hefteyê sax vekiriye û em pêwsîtiyên şêniyan jî pêk tînin. Di rojê de em nêzî 150-160 nanê sêlê çêdikin. Di rojên taybet, betlane yan jî munasebetan de karê me zêde dibe, ji ber ku şênî piranî li mal in û xwarinên wekî mergeya goşt çêdikin divê ku nanê sêlê jî hebe. Yan wekî din jî em li gorî ku tê xwestin çêdikin. Di heman wextê de ji bo dawet û şahiyan jî em nan çêdikin."

Firne bû çavkaniya debarê ji jineke koçber re

Şemsa Elî da zanîn ku bi hevkariya jineke koçber firneyê birêve dibe û wiha dirêjî da gotina xwe: "Ji ber ku koçber e, min xwest alîkariya wê bikim. Jineke ji gundê Erîşa yê di bin dagirkeriyê de piştî koçber dibe, li Til Temirê dijî. Min xwest ku bi min re kar bike ji lewre em niha bi hev re alîkar in, ew hevîr distirê û qut dike ez jî nan lêdixim. Ger ku em karkereke din bînin, heqdestê 3 kesan dernakeve ji ber wê niha em bi hev re firneyê îdare dikin. Karê me jî li bazarê dimeşe, her kes li gorî xwe û malbatê tên nan dikirin. Cudahiya firna me ji yên girêdayî Aboriya Jinê ew e ku em her nanekî bi 250 l.s ew jî bi 150 difroşin. Ji ber ku em arvan û gaze û pêwîstiyên din dikirin, yên girêdayî Aboriya Jinê jî hinekî erzantir e ji ber ew pêve radibin. Ger ku Aboriya Jin piştgiriyê bide me jî di rojên pêş de em ê jî nan wekî firneyên din bifroşin."

"Bi hêvî me ku şer bi dawî bibe û dagirker ji xaka me derkevin"

Şemsa Elî bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê ku herêm rastî wê tê û vê yekê dibêje: "45 sal in ez li Til Temirê dijîm. Herêma me demeke dirêj e rastî topbaranê tê, tirsek dide avakirin ji ber zarok û jin hene û xeteriya mezin jî li ser wan e. Xwezî dewleta tirk ji xaka me derketa û bihişta ku em di ewlehî û aramiyê de bijîn. Em hêvî dikin ku ev agir vemire û şer bi dawî bibe û her kes li mala xwe û li ser axa xwe be. Ger ku em bi darê zorê nehatina koçberkirin, em ê niha li ser axa xwe bûna."

"Temen mezin e lê divê ku em kedê bidin"

Şemsa Elî bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Her kes rewşa herêmê dizane, herêma me pêwîstiya wê bi van firneyan heye ji lewre rast e kar zehmet e lê em neçar in bixebitin. Rast e temenê min mezin e lê belê sebra min jî li malê nayê divê ku ez û hevkara xwe bixebitin û kedê bidin."