“Şêwekarî û xwedîderketina li çanda Kurdî hezkirina min a jiyanê zêdetir dike”

Sûzan Ebas jineke şêwekar e her wiha parêzvaneke çand û folklora Kurdî ye têkildarî kar û xebatên xwe wiha dibêje: “Ez ji cudahî û xwezayê hez dikim ji bo wê hemû alav û rengên xwe ji xwezayê çêdikim û weke taployeke xweşik pêşkêş dikim.”

ROJ HOZAN

Qamişlo-Her mirovek di jiyana xwe de xwedî hezkirinek cuda ye lê ya girîng dema ev hezkirin dikeve pratîkê û pêşkêşî her kes ê/î dibe çi encama bi xwe re tîne ye. Sûzan Ebas ji navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û di karê şêwekarî û çêkirina tiştên destan de dixebite. Keşfkirina reng û şeklan ji zaroktiyê ve bi Sûzan re bi pêş dikeve û di xwendina xwe de jî şêwekariyê hildibjêre ku di roja îro de bûye xwediya cihekî taybet ya hînkirina vê xebatê. Sûzan ji vedan û çêkirina tiştên têkildarî çanda Kurdî jî hez dike ji bo wê li gel xwe wan dihewîne. Niha di bazara Tirbespiyê de dikana xwe ya şêwekariyê vekiriye û tê de perwerdeya bê pere dide komên zarokan. Her wiha ji bo mezinan jî di munasebetan de diyariyan amade dike. Wekî din di dibistanê de weke mamosteya şêwekarî dixebite. Hemû tablo û tiştên di dikana Sûzan de têne dîtin balê dikşînin ser çand, folklor û rengê jinan. Ew bi vê yekê hestên xwe yên kêfxweşiyê tîne ziman û bi derdora xwe re parve dike. Têkildarî mijarê li gel Sûzan Ebas me li çîroka jiyan kar û xebata wê guhdarî kir.

Min zaroktiya xwe bi lêgerîn û keşifkirin reng û şeklan derbas kir”

Sûzan Ebas behsa pîşeya xwe şêwekariyê û hezkirina xwe ya ji folklora Kurdî ya ku bû sedem hunerên wê yên destan bi pêş bikevin û wiha got: “Pîşeya min ji zarokatiyê ve bi min re hebû, temenê min pir biçûk bû min ji reng û şeklan hez dikir wisa bi xezkirina filîmên karton û çêkirina malan xeyalên min ên zarokatiyê bi hev re dibûn yek. Li aliyê din lêgerîneke min ji bo keşfkirina rengan hebû min wisa ji xwe re reng tevlihev dikirin û ji wan rengên nû derdixistin wisa bi kêfxweşî min nîşanî hevalên xwe dida. Her wiha dema ez bi malbatê re diçûm gund jî ez li çolan digeriyam, li tiştên nû digeriyam weke simbilên şîn û hişk, gihayên cuda, çîçekên ku kêm tên dîtin û gelek tiştên folklorî jî bala min dikişandin wisa min hemû bi xwe re dianî malê û jê tiştên xweşik çêdikirin. Balkêşiya min ji van tiştan re malbata min jî li ser pîşeya min haydar kir ku ez ji cudahiyê û xwezayê wisa hez dikim ji bo wê heya asteke mezin bi min re alîkarî bûn ku bêtir lêgerînên xwe fireh bikim. Bi vî rengî min zaroktiyeke tijî hezkirin û lêgerîn derbas kir. Piştî min qonaxa zaroktî derbas kir û di dibistana xwe de pêşve çûm, min vê carê xwendin li ser esasê pîşeya xwe hilbijart ji bo wê min xwendina xwe di peymangeha şêwekariyê de berdewam kir û bûme mamosteya şêwekariyê.”

“Girêdana bi folklorê Kurdî re bû sedem ku asoyên min di warê şêwekariyê de berfireh bibin”

Sûzan Ebas di dewamiya axaftina xwe de bal kişand ser girêdana xwe ya bi folklora Kurdî re her wiha tiştên herî zêde bala wê di şêwekariyê de dikşînin û wiha anî ziman: “Girêdana min ji folklora Kurdî re pir xurt e, ji ber malbata min bi xwe ji folklora Kurdî hez dikin û tiştên kevnar li gel xwe dihewînin. Vê girêdanê bû sedem ku asoyên min di warê şêwekariyê de û hem jî di aliyê çêkirina tiştên folklorî de mezin bibin. Folklora Kurdî li her maleke Kurdan heye mîna merşikên me, tiştên em bi dîwaran ve dadileqînin û heya neqşên bi destên dayikan ev hemû folklor e û esasek bingehîn e ku em parastina wê bikin. Di karê şêwekariyê de jî pir cure di mêjiyê min de hene yanî ez bi şeklekî tenê ve xwe nadim girêdan. Pir tabloyên mezin ji bo zarokan di dibistanan de min xêz kiriye, naveroka wê jî bal dikişand ser xeyalên zarokan û çanda Kurdî ez dixwazim bi vê yekê wî rihê hezkirina çanda Kurdî li ger zarokan bipejirînim. Her wekî din min şêwekariya bi zarokan re weke rengê perwerdeyê daye bi riya vê yekê ez zarokan hînî tîp û hejmarên Kurdî dikim. Ji ber ku dema çav û mêjî wê wêneyê komî hev dike di bala zarokan de bêtir tê rûniştandin. Di mala min de cihê min ê ku tê de dixebitim hebû, min xwest ez derbikevim li bazarê cihê xwe vekim da ku bala civakê jî bikşînim ser çand û folklora Kurdî.”

“Pir reng hene ez bi xwe ji xwezayê çêdikim bi taybetî jî ji gihayan”

Sûzan Ebas bal kişand ser alavên xwe yên şêwekariyê û çêkirina rengan ji gihayên xwezayî re û wiha pêde çû: “Şêwekarî û muzîk yek ji esasên hebûna civakê ne ji bo wê însiyatîfa min a perwerdekirinê bê pere ye yanî kî bixwaze were gel min hînî şêwekariyê û karê destan bibe ez wan hîn dikim. Alavên min ên şêwekariyê cur be cur in ez li ser tep, qumaş, kevir û pelê bi rengên ekrîk, zeytî û avî tabloyên xwe xêz dikim. Pir reng hene ez bi xwe ji xwezayê çêdikim bi taybetî ji gihayan ji ber şertên em tê de dijîn derfetên min nîn in ez rengan zû peyda bikim. Bi vî rengî ez dikarim karê xwe serkeftî berdewam bikim. Şêwekarî esasê hemû zanistan e di hemû pirtûkên zanyariyê de dema ew resm destnîşanî wê nivîsê dike bêtir xweş tê û famkirina wê di mêjî de tê rûniştandin. Her wiha mebdeyên wê hene taybet ji bo rû û laş, lê ger mirov bixwaze bibe şêwekarek bi nav û deng pîşe pir caran rola xwe di vê mijarê de dilîze. Ji bo şêwekariya li ser avê jî ez dixwazim bibêjim ku pir li vir nayê dîtin û ev kevneşopiyeke pir kevnare ye. Şêwekariya li ser avê pir zehmet e û herî zêde zarok jê hez dikin. Em destpêkê avê tînin û rengên xwe hazir dikin em wê avê giran dikin ji bo ew reng derkevin ser avê û bi destên xwe şeklê dixwazim xêz dikim û davêjim ser tabloyên bi vî rengî tabloya me derdikeve.”

“Hêviya min ew e ez bikaribim kêfxweşiyê bikim dilê kesan”

Sûzan Ebas bi hestên xweş wiha dawî li axaftina xwe anî: “Karê şêwekariyê pir xweş e û niha ez di domandina keşfa wê de me. Projeyên min jî di vê der barê de hene her hefte ji bo zarokên şehîdan min çalakiya xêzkirinê amade kiriye. Her wiha ji bo zarokên ku malbatên wan xizan in jî projeya min heye ez wan hîn bikim. Ji bo zarokên nexweş jî projeya min ew e ku ez bikaribim bi riya şêwekariyê derûniya wan rehet bikim. Pir kes hene ji karê min hez dikin ji bo wê dema munasebet hebin ji min dixwazin ez diyariyan ji wan re çêbikim. Hêviya min ew e ez bikaribim kêfxweşiyê bikim dilê her kesê û di xebatê xwe de serkeftî bim.”