Rojnameger Cîhan Al-Lawatî: Biryarnameya 54’an zordestî ye

Civaka sivîl a Tûnisê ji bo têkoşîna li dijî nûçeyên vala û reşkirinan bang kir û diyar kir ku bêyî têkilî azadiya rojnamegerî û derbirînê bibin divê biryar werin derxistin ji ber ku divê destkeftiyên şoreşa 2011’an werin parastin.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis – Daxwazên civaka sivîl ji bo sererastkirina biryarnameya 54’an an jî paşve kişandina wê birdewam dikin. Ji ber ku ew gefan li azadiya rojnamegeriyê dixwe, loma divê kar li ser amadekirina mekanîzmayên serbixwe were kirin.

Beşa 24’an a biryarnameya 54’an ku di sala 2022’an de hat derxistin, der barê sûcên girêdayî sîstemên agahiyan û navgîniyê de dibêje ku li ser tor û sîstemên agahiyan de belavkirina agahiyan sûc e. Her kesê bi qestî tor û pergalên agahdarî û ragihandinê ji bo hilberandin, belavkirin, weşandin, şandin, şandin an amadekirina nûçe, dane an gotegotan bikar bîne, bi cezayê girtîgehê tê cezakirin.

‘Biryarnameya nû ji bo Tûnisiyan tê wateya ceza’

Endama Komîteya Azadiyan a Sendîkaya Neteweyî ya Rojnamegerên Tûnisê Cîhan El Lawatî di hevdîtineke bi ajansa me re got ku metirsiyên cidî yên saziyên civaka sivîl û Sendîkaya Neteweyî ya Rojnamegerên Tûnisê heye û wiha domand: “Ji destpêka biryarnameya 54’an a li dijî azadiyan e. Bi taybetî niha biryarên girtinê nêzî 10 salan li ser biryarnameyê heye. Ev biryarname gefan li Tûnisiyan dixwe eger ew postekê der barê nêrînên xwe de yan helwestek li ser jiyana siyasî li welat nîşan bidin dê bên girtin. Sandîkaya Rojnamegeran û Komîteya Azadiyan û hemû rêxistinan ji serokomar xwestin vê biryarnamê paşve bikşîne, ji ber ku ew bûye şûrê li ser stûyê hemwelatiyan bi taybetî ji bo opozîsyonê.”

‘Divê biryarname paşve were kişandin’

Cîhan El Lawatî anî ziman ku Sandîka û Komeleya Niştimanî ya Parastina Mafên Mirovan û gelek rêxistinên civaka sivîl, vê biryarnameyê şermezar dikin û bi îsrar dibêjin ku divê vê yekê sererast bikin an paşve bikşînin da ku azadiya rojnamegeriyê û derbirandinê biparêzin. Cîhan El Lawatî  da zanîn ku sandîkayê xwest ev biryarnameya takekesî ji aliyê serok Qeys Seid ve bêyî beşdarbûna civaka sivîl hatiye dayîn bê kişandinû wiha domand: “Ev biryarname bi bihaneya şopandina sûcên dîjîtal hat girtin lê ew gefê li azadiya rojnamegeriyê dixwe û gelek dengên azad û sivîl bi riya wê tên cezakirin.”

Gelek biryarnameyên ku xebatên sendîkayan asteng dikin hene

Cîhan El Lawatî ya bal kişand li ser metirsiyê ku bi biryarnameya 54’an ve derdikeve holê û wiha got: “Ji bilî biryarnameya 54’an, metirsiyên cidî di gelek biryarnameyên din de hene weke ya 20’an ku karê sandîkayan asteng dike û biryarnameya hejmar 19’an mafê gihandina agahiyê nahêle.”

Cîhan El Lawatî ya got ku “Azadiya derbirandinê tekane destkeftiyên gelê Tunisê di şoreşê de ye” wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îro çavdêrî li ser raghandinê heye, tiştî desteya hilbijartinan dike jî metirsîdar e, bi taybet piştî doz li gelek çalakvanên civaka sivîl diyar kirin ku ev hemû nîşane û metirsiyên azadiya derbirînê ne.”