'Pêşeroja Îranê di bin êrîşan de ye'

Çalakvan Pervîn Azad a bal kişand ser metirsiyên ku niha li Îranê gef li zarokan dixwe û êrîşên bipergalî ên dewleta Îranê pêk tîne, diyar kir ku koka van êrîşan xwe disperê dîktatorî û rejîma Îranê ya dijî gel û zarokan.

ŞAHLA MOHAMMADÎ

Navenda Nûçeyan- Serhildanên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê didome, di roja 132’emîn de ye. Dema tevî hemû zextan serhildan didome, bûyerên cînayet, tecawiz û û îşkenceya li dijî jî zarokan bi zêdebûyin re didome. Dewleta Îranê, yek jî alîgirê Peymana Navnetewî ya Mafên Zarokan û welatekî ku di piştgirî kirin û pêkanîna mafên zarokan de berpirsyar e. Lêbelê li welat binpêkirinên li dijî zarokan kêliyekê jî ranawest e. Zarok li qadên perwerdehiyê rastî îşkence û gefan tên. Hikûmet wan pêkanînan ji bo afirandina îdeolojî û perwerdehiya xwe wekî amûrek bikar tîne. Zarok û ciwanan li dijî polîtîkayên zext ên dewletê radibin ser piyan û daxwaza hilweşandina pergalê dikin.

'Dixwazin pergaşê hilweşînin'

Çalakvan Parvîn Azad di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku Îran kujerê zarokan e û wiha axivî: “Ev hikûmet li ser zarok, çand, pirtûkên dersan heta internetê îdeolojiya xwe ferz dike. Heta molayên dişîne dibistanên dayikê û zarokan di vê wateyê de wek amûrek bi kar tîne. Xwendekar tevlî xwepêşandanên kolanan dibin û wêneyên Humeynî ji dîwaran dadixin. Li ser xwendekarên jin hicabeya mecbûrî ferz dike.." Parvîn Azad a dibêje, “Li vê welatê ku di warê neft û çavkaniyê siruştî de dewlemende, pêşeroja ciwan û zarokên me ji ber siyasetên xelet ên vê hikûmeta islamî tê rêşkirin”,wiha axivî: “Êdî em di sedsalek ku bi înternetê re jiyan dikin de ne. Zarok û ciwanên salên 80 û 90’î, nifşeke ku cudahiyan û mafên zarok û ciwanan li welatên din  çawa ye dibîne ye. Ji ber vê yekê li dijî cudakariya Îranê nearam in, dakevin kolanan û dixwazin pergalê bihilweşînin.”

'Xwestin ciwanan bi darvekirinê re bitepisînin'

Parvîn Azad a bal kişand li ser hebûna zarok û ciwanan ya di xwepêşandanan de, dest nişan kir ku bi vê cudahiyê hikûmeta newekhev naxwazin û wiha got: “Komara Îslamî ji ber ku difikire dê ev zarok û ciwanan van hilweşîne, li dijî van zextê pêktîne. Lê berovajî vê pergala newekhev şi dijî xwe mezin kirin. Ji ber vê yekê tirs û fikaran ava dike. Komara Îslamî qanûnan paşguh dike. Li gorî qanûnên Peymana Mafên Zarokan ketina dibistanan ya polîs, leşker û hezên dewletê qedexe ye. Lêbelê hikûmet bi ambûlansan dikeve dibistanan xwe xwepêşanderan digre. Bi vî awayî li dijî ciwanan îşkence bikar anîn û van neçare îtîrafê kirin. Xwestin van ciwanan têk bibin. Xwestin rê li ber belavbûna xwepêşandanan bigirin Nasnameyên wan girtin û bi zorê bi rêya îtîraf kirine mehkûmê cezayê darvekirinê û girtîgehê kirin.”

Jin hatin qetilkirin

Parvîn Azad anî ziman ku zarok rastî zext û cezayên neheq tên û wiha aixivî: “Ji roja ev desthilatdarî hat avakirin heta niha, rejîmek ya me ya dîktator û hikûmetek me ya dijminê gel heye. Ev hem nîşan didin ku, hejmareke xwendekar bi êrîşên çandî hatin qetilkirin. Ev hikûmeta ku dijminê gel, zarok û olê hat avakirin heta niha, polîtikayên darvekirin, îşkence, cezayên girtîgehê, li dijî jinan êrîşê bi asîd û çalakiyên din tên pêkanîn. Parvîn Azad a bal kişand ser karkeriya zarokan jî, wiha diyar kir : “Ev hemû nîşan didin ku bingeha vê rejîmê li ser cînayet, îşkence û darvekirinê hatiye avakirin. Ger ji destê rejîma Îranê hicabeya ferzkirî, îşkence, teror, tundî û darvekirin bê rakirin, dê ji rejîmê re tiştek nemîne.” Parvîn Azad di dawiya axaftina xwe de balkişand li ser birîndarbûn û windakirina çavê xwe yên werzişvanên jin kir û wiha got: “Gelek werzişvan ku jin jî di nav de di encama ketina guleyan ya li rûyê xwe çavek xwe winda kirin. Ev hemû jî nîşan didin ku Komara Îslamî ji bo vê yekê hatiye damezrandin û bi saya van zext, îşkence û girtîgehan li ser piyan dimîne.”