Mala Jin li hemberî pirsgirêkên jinan çareseriyên radîkal datîne

Mala Jinê ya li bajarê Minbicê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên malbatê û bi taybetî pirsgirêkên jinên ku rastî tundiyê hatine, kar dike, ji dema vekirina wê di 25’ê Mijdara 2016’an de kariye bi sedan dozan çareser kir.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Minbic – Tundiya ku bi her awayî li ser jinê tê meşandin yek ji mijarên herî girîng e ku tevgerên jinan ji bo çareserkirina wê daniye ser maseya nîqaşê. Mala Jinê ya bajarê Minbicê ji bo çareserkirina pirsgirêkên malbatî û bi taybetî pirsgirêkên jinan li Minbicê dixebite. Mala Jinê ji destpêka vekirina xwe ya di 25’ê Mijdara 2016’an ve heta niha kariye bi sedan pirsgirêkan çareser bike.

Hêjayî gotinê ye ku di sala 2022’an de heta dawiya meha Cotmehê hejmara giliyên ku ji Mala Jinê re hatine şandin 617 gilî ye, 157 doz hatine çareserkirin, 308 doz sewqî Dîwana Edaletê hatine kirin, 277 doz hîn li ber çavan in û 8 doz hatin vekişandin. Di nav van dozan de nakokiyên zewacê, nakokiyên malbatî, hevberdan, mafê xwedîkirina zarokan, neqf, mîrat û zewaca di temenê biçûk de hebûn.

Mala Jinê ya ku yek ji komîteyên Kombûna Jinên Zenûbiya ya bajarê Minbicê ye, dozên ku di sala 2022’an de ketine destê wan û tedbîrên ku ji bo çareserkirina wan digrin, nirxand.

Zewaca bi zorê ya zarokan

Endama Mala Jinê Necma Îbrahîm diyar kir ku di sala 2022’an de bûyerên ku herî zêde diket destê wan de zewaca di temenê biçûk de bû û wiha pê de çû; “Di gelek haletan de em zarokên keç ên di bin temenê qanûnî de, yên ku ji carekê zêdetir hatine zewicandin û hatine berdan dibînin û ev şîdeta li ser zarokên keç wek neheqiyek li dijî zaroktiyê tê dîtin. Zewaca di temenê biçûk de gelek bandorên neyînî li ser jiyana zaroka keç û jiyana malbatê dike.”

Tundiya aborî

Derbarê şîdeta aborî de Necma Îbrahîm wiha got; “Yek ji tiştên herî girîng ên ku jin neçar dike ku bi mêr re bimîne, ne serbixwebûna wê ya aborî ye, ji ber ku dema mêrê ku pê re zewiciye dev ji wê berdide, jin di warê dabînkirina dahata zarokên xwe de rastî gelek zehmetiyan tê û ev tundî ne tenê li ser jinên Minbicê, li hemû jinan tê kirin. Minbic di van demên dawî de gelek koçberên ji hemû deverên Sûriyê hembêz kiriye. Hevjînê gelek jinan di zindanê de ne yan jî jiyana xwe ji dest dane ji ber wê serxwebûna aborî yek ji girîngtirîn mijarên ku tê ber destê me. Aboriya Jinan a di Kombûna Jinên Zenûbiya de li gorî îmkanên ku ji destê wan tê, ji bo peydakirina derfetên kar ji bo jinan dixebite.”

Di hevberdanê de parastina mafên jinan

Derbarê sedemên hevberdanê de Necma El-Îbrahîm wiha anî ziman: “Mal li ser sebra jinan ava dibe, û zehmet e jin biryarekê bide ku bibe sedema wêrankirin û jihevketina malbata wê. Piraniya dozên telaqê ji ber şîdet, lêdan, heqaret û bikaranîna narkotîkê ji aliyê mêr ve ye. Di gelek haletan de çend roj an hefte piştî zewacê, mêr bi hincetên derewîn, wek sûcdarkirina jina bi xayîntî an nexweşbûn, mêr daxwaza hevberdanê dike. Mala Jinê di dozên hevberdanê de ku ne girêdayî tundiyê ne, di rûniştina yekem de biryara hevberdanê di navbera her du aliyan de nade, çend rûniştinên ku ji hev dûr in dide wan, da ku ew biryara xwe ji nû ve binirxînin. Em bi qasî ku pêkan hewl didin ku wan li hev bînin û wextê bidin wan ku bifikirin û nîqaş bikin. Lê eger li hev nekirin, em dosyayê sewqî Dîwana Edaletê dikin û dadger jî ji bo ku biryara xwe binirxînin wextê didin wan û ger negihêjin çareseriyekê, bi parastina mafên her du aliyan dest bi doza hevberdanê dikin. Gelek dozên hevberdanê bi rûniştin û nîqaşan hatin çareserkirin.”

Guhertin û veguhertina civakê

Rûqeya Osman ku ji bajarê Minbicê ye eşkere kir ku tundî ne tenê li dijî jineke zewicî ye, tundiya ku ji aliyê bav û bira li jinê tê kirin jî heye û wiha got: “Ger jin zewicî be, dibe ku piştî giliyê were berdan, lê eger nezewicî be piştî giliyê yan tundtir dibe yan jî bi darê zorê tê zewicandin. Ji bo ku jin di hemû qadên jiyanê de roleke bi bandor bilîze, pêdiviya civakê bi hişmendiyê heye. Divê jin kesayet û hêza xwe ji bo rûbirûbûna zîhniyeta civakê û guhertina wê ava bike û bi xwe biryarên jiyana xwe û çarenûsa xwe bigire. Divê rêxistin û tevgerên jinan bi kampanyayên hişyarkirinê destê alîkariya jinan û qanûnên ku hemû jinan ji tundiyê diparêzin pêk bînin.”