Li Yemenê bend li ser jinan hatin ferzkirin û azadiya wan tê binpêkirin

Jin li Yemenê ji ber qedexeyên ku li ser wan têne ferzkirin, êş û azarê dikişînin û ji maf û azadiya xwe bêpar dimînin.

RANYA ABDULLAH

Yemen - Gelek jinan biryara nehiştina sefera jinan ji bilî hebûna mahremekî bi wan re an jî îmzekirina belgeyek ji aliyê welî ve red kirin û ev yek wek bêparkirina mafên wan ên herî bingehîn, ku azadiya tevgerê ye, nirxand.

"Biryarên bi vî rengî mafê jiyanê ji me distîne"

Alîkara doktor li bajarê Senayê Semar Mihemed a 35 salî, yek ji wan jinan e ku ji ber nebûna mahremekî pê re û nebûna belgeyeke fermî ya ku aliyê welî ve hatiye îmze kirn ku tê de tê gotin ku welî bi tevahî berpirsyarê sefera wê ye, rê li ber serfera wê hat girtin wiha got: "Ez li hember vê reftar û biryarên ku jinan ji maf û azadiya wan bêpar dihêlin matmayî mam. Neçar mam ku ez biçim malê û gazî birayê xwe bikim da ku bi min re were û belgeyekê ji bo serfera min îmze bike. Piştî ku birayê min sefera min erêkir, ez safirîm. Biryarên bi vî rengî mafê jiyanê ji me distîne."

"Ev biryar hemû destkeftiyên jinên Yemenî yên bi dehan salan bi dest xistine hedef digire"

Serokê Rêxistina Mwatana ya Mafên Mirovan Rediya El-Mutewekil diyar kir ev biryar hemû destkeftiyên jinên Yemenî yên bi dehan salan bi dest xistine hedef digire û wiha got: "Ev yek ne tenê serxwebûn û azadiya tevgera jinan dike armanc, lê bandoreke neyînî li şansên wan ên xebatê dike û bi vî awayî çavkaniyên debarê ji bo wan kêm dike."

"Mafê ti aliyekî nîne ku pêşiya azadiya jinan bigire"

Emel Wehêş a 30 salî anî ziman ku piştî ku wê ev biryar bihîst, biryar da ku ew êdî nema bisafire û wiha axivî: "Ev biryar tevgerên jinê û beşdarbûna wê di kar, xwendin û çalakiyên din de sînordar dike. Mafê ti aliyekî nîne ku pêşiya azadiya jinan bigire û sînoran li ser wan ferz bike."

"Ne ji mafê Hûsiyan e ku nepeniya jinê kontrol bike"

Parêzer Emel El-Sebirî da zanîn ku Hûsiyan bêyî hincetên qanûnî binpêkirinan li dijî jinan pêk tînin û wiha pê de çû: "Zagon mafê tevgerê dide jinan. Ne ji mafê Hûsiyan e ku nepeniya jinê kontrol bike û li ser tevgera wê astengiyên derqanûnî ferz bikin."

Di daxuyaniyekê de, Rêxistina SAM a ji bo Maf û Azadiyan banga pêkanîna aştiyê û dabînkirina parastina navdewletî ji bo jinên Yemenê kir.