Li Afrîkaya Başûr 84 mêrên kiryarê tecawizê li pêşberê dadgehê ne

84 mêrên ku li Afrîkaya Başûr tecawiz li 8 jinan kiribûn û diziya ekîba çêkirina vîdeoyê kiribûn hatibûn girtin, derketin pêşberî dadgehê. Çalakgeran li ber edliyeyê kiryaran şermezar kirin.

Navenda Nûçeyan - Li Komara Afrîkaya Başûr 84 mêrên ku tecawiz li 8 jinan kiribûn û diziya ekîba çêkirina vîdeoyê kiribûn hatibûn girtin, derketin pêşberî dadgehê.

Ji jinan mînakên DNA'yê hatin girtin

Li gorî qeydên polîsan, tecawîza komî û talankirina hefteya borî roja Pêncşemê dema kişandina klîbekê mûzikê ya li kana madenê ya hatî terîkandin pêk hat. Ekîba hilberîna vîdeoyê ku ji 12 jin û 10 mêr pêk tê, rastî êrîşa komek çekdarên mêr ên di nav betaniyan de hatî pêçandî, hat. Li gor îfadeyên hatin girtin, gumanbaran ferman danê ku hemû kes xwe li erdê dirêj bikin, piştî 8 jinan  tecawiz kirine, ekîb talan kirine û cihê bûyerê terikandine. Li gorî qeydên polîsan 32 tecawiz hat rapor kirin û hemû amûrên vîdeoyê jî hatine dizîn. Hat diyarkirin ku ji bo tecawizkar bên tespîtkirin nimûneyên DNA yên ji jinan hatine girtin dê di laboratuarê de bên lêkolînkirin. Kesên din bi koçberiya neqanûnî û derxistina madenên neqanûnî hatin sûcdarkirin.

Kiryarên bûyerê li ber edliyeyê hatin şermezar kirin

Çalakgerên tecawizên komî şermezar dikin, li ber dadgeha Krugersdorp a danişîn tê kirin, bi parkartên "Di rêze de kî heye?", "Gelo di rêze de ez he me?” bûyerê şermezar kirin. Zêdeyî 300 xwepêşandêrên ku li ber edliyeyê çalakî pêkanîn, nerazîbûnên xwe yên derbarê tecawiza komî anîn ziman. Çalakger li dijî berdana bi şert a gumanbarên tecawizê derketin.

"Polîs di astengkirina sûcdaran de netêrker ma”

Zandile Dabula ya sekretera giştî ya rêxistinek civaka sivîl ya bi navê Operasyona Dudula ya li Afrîkaya Başûr li dijî koçberiya neqanûnî şer dike jî derbarê bûyerê polîs sûcdar kir. Zandile Dabula bi van gotinan bal kişand ku polîs ji bo pêşîgirtina sûcên li herêmê netêrkêr ma: "Em daxwaza ji bo qereqolê kontrol kirin bê destpêkirin,ji ber ku civakê sûcên koma zama zamayan pêkanî rapor kir, lê tiştek nehatiye kirin."

“Şerma netewî”

Wezîrê Polîsan yê Afrîkaya Başûr Bheki Cele jî bûyera li Krugersdorpê wekî "şerma neteweyî" bi nav kir û diyar kir ku tiştên hatine jiyîn dê li ser hin mexdûran encamên ku heta dawiya jiyana wan bidome avabike.

“Di civaka me de cihê tecawizkaran tune ye”

Serokê Afrîkaya Başûr Cyril Ramaphosa jî di daxuyaniya xwe ya heftane ya duh weşand de, got "di civaka me de cihê tecawizkaran tune ye" û destnîşan kir ku "tevgerên hovane yên ku tên kirin, li dijî mafên keç û jinan ku bi azadî û bi ewlehî bijîn û bixebitin rasterast heqaretek e.”

Nîqaşên xezandiya kîmyawî di rojevê de ye

Piştî bûyera ku li welat bi bertekan hat pêşwazî kirin, nîqaşên derbarê xezandiya kîmyawî  ya bersûcên tecawizê jî ji nû vê dîsa ket rojevê.