Ji bo 16 rojnamegeran biryara girtîmayînê hat dayîn

5'emîn Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Amedê derbarê 16 rojnamegerên di 16'ê hezîranê de hatin girtin, biryara berdewamiya rewşa girtîmayînê da.

Amed - Di 16’ê hezîranê de li Amedê 16 rojnamegerên kurd hatibûn girtin, cara duyemîn biryar da ku rewşa girtî ya rojnamegeran bidome. Parêzer Resûl Temûr xwest ku miwekîlên wî bi awayekî negirtî bên darizandin, di dema binçavkirinê de li gel ku biryara bisînorkirinê nebû jî nekarîne xwe bigihînin dosyayan, ji îtîrazan tu encam bidest nexistine û got ku nîşannedana tu delîlan a ji bo venihêrîna parastinê jî li dijî “rêgeza wekheviya çekan e.” 

“Mafê darizandina adilan e”

Parêzer Resûl Temûr, diyar kir ku vê rewşê jî kir ku nekarin li dijî tewanan delîlên dijber pêşkeş bikin û bi vê yekê re jî mafê daxwaza komkirina delîlên dijber ji holê rakiriye. Bi domdarî Resûl Temûr, destnîşan kir ev rewş li dijî “Mafê darizandina adilane” ya di Xala 36’emîn a Makeqanûnê û di Xala 6’an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) de ye. 

Biryarek ji armancên hiqûqê dûr e”

Parêzer Resûl Temûr, da zanîn ku 3-4 deqîqe piştî îfadeya li dozgeriyê, bi daxwaza girtinê ewraqeke ji 6 rûpelan hatiye amadekirin û ev tişt anî ziman: “Xuyaye ku ev ewraq ji berê ve hatiye amadekirin. Tenê piştî îfadeyê hatiye kopîkirin û ev pêvajo qedandine. Yek ji sedema girtinê jî weke ‘Hatiye tespîtkirin ku ji bo rêxistin xwe bigihîne armancên xwe, di bin navê çapemenî û weşanê de xebat meşandine.’ Ev tawan nakeve ber lêpirsînê. Bi vê biryarê re rêgeza şexsîbûna sûc û ceza hatiye têkbirin û biryar bi niyeteke xerab û ji armancên hiqûqê dûr e.”

“Biryara girtinê li dijî îçtîhadên AÎHM’ê ye”

Parêzer Resûl Temûr, bi bîr xist ku sedema biryarê jî weke “delîlên xurt hene ku sûc hatiye kirin” hatiye destnîşankirin û wiha pê de çû: “Biryara girtinê li dijî îçtîhadên xala 100’an a Qanûna Mihakemeya Cezayan û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHM) ye. Li gorî xala 100’emîn a Qanûna Mikakemekirina Ceza, divê ji bo sûc delîlên xurt hebin û heke rewşeke girtî hebe dikare biryara girtinê were dayîn. Biryara girtinê ya ji derveyî vê, dê meqseda xwe derbas bike û tevdîra girtinê veguherîne cezayekî ku ev jî binpêkirina hiqûqa navxweyî û navneteweyî ye. Divê rewşa girtinê li gorî rêgazên qanûnan be. Armanca girtinê jî tevdîrek e. Di xalên 19/4 ên Makeqanûnê de girtin ku ji bo girtî ne reve û delîlan tune neke, tevdîra girtinê tê dayîn û ji bilî vê, her sedemên din dibe binpêkirina ewlehiya şexs.”

“Ev destwerdan li dijî azadiya çapemeniyê ye”

Di berdewamê de Resûl Temûr biryarên binpêkirinê yên DMME û Dadgeha Makeqanûnê yên ji bo biryarên girtinê yên neheq pêşkeşî dadgehê kir û wiha derbirî: “Miwekîlên min ji ber xebatên xwe yên çapemeniyê bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatine tawanbarkirin. Bi vê yekê re xebatên wan tên manîpûlekirin. Ev destwerdan di heman demê de li dijî azadiya çapemeniyê ye. Ev yek jî rê li ber binpêkirina xala 13’an a Makeqanûnê û xala 18’emîn a PMME’yê vedike. Pir aşkeraye ku miwekîlên min bi sedemên nerewa û derhiqûqî hatine girtin. Lewma dixwazim di çarçoveya tevdîrên kontrola edlî de bên berdan.”

Piştre jî Dadgeha Cezayên Silhê ya Amedê biryara xwe da û got ku bila rewşa girtî ya rojnamegeran bidome.