Huda Fono li dijî ramanên nijadperest ên ku bandorê li jinên reşik dikin şer dike

Parêzvana jinên reşik a li Mexirbê, Huda Fono got ku ji bo têkoşîna li dijî diyardeya tundî û nijadperestiyê ya li hemberî vê koma jinan a ji ber rengê wan divê xebatên femînîst bên zêdekirin.

HANAN HARITE

Mexrib - Çalakvana femînîst a Mexribî Huda Fono hewl dide ku li dijî ramanên nijadperest ên ku bandorê li jinan dikin û bi taybetî bandorê li jinên reşik dikin, şer bike. Huda Fono di hevpeyvîneke ji ajansa me re diyar kir ku weke jineke reşik rastî gelek tacîz û tinazan hatiye û ji ber vê yekê ew bûye parêzvana jinên reşik.

Tu dikarî ji me re behsa alîkariya xwe ya ji bo jinên reşik ên rastî tacîzê hatine bikî?

Serpêhatiya ku ez tê de derbas bûm û hê jî tê de derbas dibim, ji rastiya ku ez rojane dijîm îlhama xwe girt. Min hewl da balê bikşînim ser diyardeyek ku bandorê li ser vê koma jinan dike ku ew axaftinên zordestî û nijadperestî ne ku em jinên reşik bi wan re rû bi rû dimînin. Ji zarokatiya xwe ve û dema ku ez di dibistanê de bûm, heta li hawirdora ku ez lê dijîm, ji ber rengê çermê min an jî kalîteya porê min ez rastî gelek tacîz û tinazan hatim û vê yekê bandoreke neyînî li derûniya min kir.

Kampanyaya "Ez ne reş im" ya ji bo têkoşîna li dijî njadperestî û zordestiya li dijî jinên reşik serkeftîbû yan na?

Kampanya ji aliyê şopîneran ve hat qebûlkirin û jinan serpêhatiyên xwe li ser medyaya civakî bi min re parve kirin. Kampanyayên me yên ji bo rûbirûbûna hemû fikrên nijadperest ên ku jinan hedef digrin didomin. Ez bi riya kampanyayên xwe hewl didim fikrên mirovan biguherînim û li dijî nijadperestiyê şer bikim. Armanca min ew e ku ez hişyariyê di warê  têgehên neyînî yên ku bandorê li derûniya jinên reşik dikin çêbikim.

Ji bo gihandina dengê xwe te xwe spartiye kîjan rê?

Navgînên ku min bi kar anîn hunera wêne û vîdyoyê ne. Ez danişînên wêneyan ên têkildarî mijarên cihêreng dikim da ku bedewiya jinên reşik ronî bikim, ez bi jinan re parve dikim ka ew çawa xwe diparêzin û celebê porê xwe yê kelpîçan qebûl dikin. Ez hin rewşên ku wekî nijadperestî tên hesibandin nîqaş dikim, da ku nîşanî mirovan bidim ku ew zirarê didin mirovên reş ikû ez vê hemû bi riya medyaya civakî dikim.

Navê rûpela ku te ji bo têkoşîna li dijî îdeolojiya nijadperest çêkiriye Jina Reş e, ma ev ne taybetmendiyek nijadperest e ku dibe jinan hêrs bike?

Çima em peyva spî weke nijadperestî nabînin? Çima em spî sembola bedewiyê û reş jî sembola nebaşiyê dihesibînin? Ma ev ne nijadperestiya rastîn e? Ez şanaz im ku jineke reş im û pê serbilind im. Li herêma me her dem rengê reş bi tiştên neyînî tiştên din ên girêdayî mîras û adetên kevneperest ên kevnar ve girê didin, ji ber vê yekê divê em ji vê sembolîzma rengê reş xilas bibin.

Tu nebûna jinên reşik di medyayê de li Mexribê çawa şîrove dikî û gelo ev yek bi civak û medyayê ve girêdayî ye?

Belê, Mexrib di warê rêgirtin û têkoşîna li dijî nijadperestiyê de hewldanên mezin dide, welat pabendbûna xwe bi maf, cihêrengî, vekirîbûn û toleransê piştrast dike û bi vî awayî bingehek ji bo jiyana hevbeş dirust dike. Lê tevî van hewldanan jî cudakariya ku em tê de dijîn bi zîhniyeta civakê û medyayê bi xwe ve girêdayî ye. Em înkar nakin ku di qada ragihandinê de hin jinên reşik hene û xwedî bandor in û ez bi wan serbilind im. Pêdivî heye ku em bibînin jinên reşik rolên bi îlham dilîzin.