Hevgirtina jinan bi ser ket: Bersûcê gelek sûcan Baran Kizil hat girtin

Baran Kizil ê ku piştî Îpek Gulşen xapandin û bi kuştinê gef lê xwar, xwest destavêtinê bike, hat girtin. Îpek Gulşen spasiya hemû kesên piştgirî dan wê kir û diyar kir ku hevgirtina jinan hêz da wê û ew zindî hişt.

Amed - Li Amedê Îpek Gulşen ji aliyê zilamê bi navê Baran Kizil ve rastî sextekarî û tacîzê hat. Herî dawî me der barê Îpek Gulşen a rastî tundiya fîzîkî û devkî û gefa kuştinê hat û serpêhatiyên wê ji raya giştî re ragihand. Îpek Gulşen a ku gelek caran der barê Baran Kizil de serî li Dozgeriyê da, banga xwedîderketina li jinan jî kir. Baran Kizil ê ku roja Înê piştî bertekên li ser telefonê hatin binçavkirin, piştî rojekê hat girtin û şandin girtîgehê.

Sextekarî û hewldana destavêtinê

Îpek Gulşen a ku li hemberî binpêkirina mafên xwe bi sextekarî, gef û heqaretan serî li dozgeriyê da, di vê pêvajoyê de gelek caran rastî tacîz û tundiyê hat. Îpek Gulşen a ku ji ber serpêhatiyên xwe ber bi întîharê ve çû û 4 rojan di beşa lênihêrîna giran de ma, ev pêvajo bi van gotinan anî ziman: “Bi gotina ‘min di walîtiyê de karek dîtiye’, min xapand. Hewl da min tacîz bike û tecawiz bike. Dema pere ji min xwest, gefa kuştinê li min û malbata min xwar. Li ku derê min bibîne yan bi kuştinê gef li min dixwe yan jî êrîşî min dike. Tişta ku ez dixwazim ew e ku were girtin.”

Bersûcê gelek sûcan Baran Kizil hat girtin                 

Baran Kizil ê ku piştî eşkerekirina bûyeran hat binçavkirin, duh êvarê bi îdîaya "gef" û "tacîzê" hat girtin û şandin girtîgehê. Îpek Gulşen spasiya hemû kesên ku piştgirî dane wê kir û diyar kir ku hevgirtina jinan hêz da wê û ew zindî hişt.