“Divê qanûnên cihêkariyê yên li dijî jinan bên guhertin”

Endama Enstîtuya Hevgirtina Jinan a Urdunê, Rabîha El-Sefdî, tekez kir ku divê qanûnên ku ji jinan re adiltir in bên xwestin da ku xebatên wan di civakê de di warên cuda de werin aktîfkirin.

NÛR EL-ESÎL

Urdun – Di van demên dawîn de, rola jinan di pêşketina civakan de, hem li ser asta navneteweyî, hem jî li herêmê pir girîng bûye. Cîhan di hemû astên biyolojîk, teknolojî û jîngehê de şahidê pêşketinan e û tevî wê yekê jî pêşketina di asta mafên jinan de hêdî hêdî bû.

"Li pêşiya pêşketina jinan û pêdiviyên pêşketina domdar, astengî hene"

Endama Enstîtuya Hevgirtina Jinan a Urdunê, Rabîha El-Sefdî got ku li pêşiya pêşketina jinan û pêdiviyên pêşketina domdar astengî hene û wiha pê de çû: "Yek ji wan astengiya jî qanûna ku divê kar li ser hin bendên wê bê kirin ji bo pêkanîna edaleta zayendî û parastina jinan ji şîdet û şantajên fîzîkî ye. Damezrandina rêxistinên civaka sivîl li Urdunê alîkariya jinan kir û rola wan di warê aborî, siyasî û civakî zêde kir. Her çendî perwerdehiya jinan bi awayekî eşkere zêde bûbe jî, di beşdarbûna wan a di pêşketina domdar de weke pêwîst nehat nîşandan. Ev yek bû sedem ku jin li ber saziyên fermî mafên xwe bixwazin. Divê projeyên piçûk û navîn ên ku piştgiriya xebata jinan di civakê de dikin û di warê aborî de wan bi hêz dikin bên avakirin."

"Konferansa Pekînê û Peymana CEDAW rêyek ji bo destpêka pêşerojek çêtir diyar dike"

Rabîha El-Sefdî diyar kir ku rojeva cîhanî ya bi beşdariya jinan di vê ronesansê û başkirina şert û mercên wan de rolek lîstiye, bi taybetî li welatên pêşkeftî yên weke Konferansa Pekînê û Peymana CEDAW û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Konferansa Pekînê û Peymana CEDAW rêyek ji bo destpêka pêşerojek çêtir diyar dike. Divê qanûnên ku ji jinan re adiltir in bên xwestin da ku xebatên wan di civakê de di warên cuda de werin aktîfkirin. Divê qanûnên cihêkariyê yên li dijî jinan bên guhertin."