Şerê li Lîbyayê zewacên bi zorê yên zarokan zêde dike

Çalakvanên jin destnîşan kirin ku zewaca bi zorê yên zarokan di bin navê qanûn û civakê de tecawizeke rewa ye li ser zarokan û ev diyarde di van salên dawî de ji ber xizanî, nezanî, şer û pevçûnan zêdetir bûye.

HINDIYA AL-ASHEPY

Binxazî - Diyardeya zewaca di temenê biçûk de di van salên dawî de di nav civaka Lîbyayê de zêde bûye, ji ber çend sedeman, di nav wan de yên qanûnî, aborî û civakî, ji bilî şer û pevçûnên ku li Lîbyayê qewimîn.

Neteweyên Yekbûyî zewaca di temenê biçûk de wek pirsgirêkek nîgeran dibîne, nemaze ji ber ku belge û qanûnên navdewletî yên mirovahî zewaca di temenê biçûk de wek şîdetek li ser bingeha zayendî û binpêkirina mafên mirovan radigihînin.

Zewaca di temenê biçûk de li Lîbyayê bû sedema gengeşiyeke mezin di nav civakê de, nemaze piştî ku Wezareta Ciwanan a Hikûmeta Yekitiya Niştîmanî amar û belge belav kirin ku tê de zêdebûneke berbiçav di hejmara keçan de nîşan dide ku ji bo girtina yarmetiya zewacê zewicîne ku tê texmînkirin ku 40 hezar dînarên Lîbyayî ye. Yarmetiya zewacê ji hêla hukûmetê ve ji xortan re tê dayîn da ku di xerc û pêdiviyên zewacê de alîkariya wan bike.

Belgeyên hatine weşandin zewaca zêdetirî 940 keçên ku temenê wan di navbera 14 û 18 salî de ye li Lîbyayê di kêmtirîn salekê de nîşan didin, di nav wan de du keçên ku di sala 2008’an de ji dayik bûne hene.

‘Zewaca di temenê biçûk de tê wateya tecawiza li ser zarokan’

Seroka Rêxistina Navdewletî ya Çand û Aştiyê û çalakvana sivîl Selwa El-Mehcûb diyar kir ku zewaca di temenê biçûk de di bin navê qanûn û civakê de tecawizeke rewa ye li ser zarokan û ev diyarde di van salên dawî de ji ber xizanî, nezanî, şer û pevçûnan zêdetir bûye û wiha pê de çû: “Rêxistina Navdewletî ya Çand û Aştiyê bêtirî 3 mehan li ser metirsiyên vê diyardeyê lêkolîn kir. Projeya Mebûsey El-Eman El-Userî hat destpêkirin ku tê de semînar, danişîn û kargehan vedihewîne ji bo hişyarkirina metirsiyên vê diyardeyê û xebata ji bo kêmkirina wê di civakê de, bi beşdariya aktorên hemû beşên giştî, di nav de tenduristî, dadwerî û xwendekar jî hene.”

Li ser platformên dîjîtal hewl didin civakê di vê mijare de hişyar bikin

Selwa El-Mehcûd da zanîn ku wan platformeke dîjîtal jî vekirine da ku bi keçên temenê wan biçûk ên ku di dema zewaca xwe de rastî tundiyê yan jî her cure pirsgirêkê werin re, danûstandinê bikin û wiha got: “Nerînên malbatên di nava civaka Lîbyayê de der barê zewaca di temenê biçûk de ji hev cuda ne. Hinek malbat vê yekê weke diyardeyeke erênî dibînin ku alîkariya avakirina malbatê dike. Bi taybetî di dema şer de lê malbatên din zewaca di temenê biçûk de weke diyardeyeke neyînî dibînin, difikirin ku ziyanê dide zarokên keç, malbat û civakê bi giştî. Pêwîstî bi belavkirina hişyariya metirsiyên zewaca di temenê biçûk de ji bo malbat û civakê bi riya medya û platformên dîjîtal heye, ji bilî malperên tora civakî. Ez bang li rêxistinên civaka sivîl dikim ku çalakiyên perwerde û hişyarkirinê ji bo zarokên keç li dar bixin da ku li ser zewaca di temenê biçûk de hişyar bibin.”

‘Zewaca di temenê biçûk de di salên 1960’î de ji ber şer li Lîbyayê zêde bû hê jî didome’

Rêvebera Ofîsa Karûbarên Civakî, Tenduristiya Dibistanan û Piştgiriya Psîkolojîk li Binxaziyê û şêwirmend û çavdêra perwerdeyê ya Buroya Perwerdeyê ya hikûmeta Lîbyayê Suad El-Irêbî di wê baweriyê de ye ku diyardeya zewaca di temenê biçûk de ji bo zarokên keç, diyardeyeke xirab a civakî ye û wiha anî ziman: “Diyardeya zewaca di temenê biçûk de weke tecawizkirina zarokan e. Rewşa dijwar a aborî ya ku welat tê re derbas dibe, bandorê li malbatên ku bi zorê debara xwe dikin kiriye ku ji bo kêmkirina barê lêçûnê zarokên xwe yên keç didin zewicandin. Ev diyarde di salên 1960’î yên sedsala borî de belav bû lê ji ber şer û pevçûnên li welat, zêde bû.”

‘Dayîna pereyê ji bo zewacê bû sedema rêjeya zêde’

Suad El-Irêbî da zanîn ku hikûmeta Lîbyayê bû sedema zêdebûna rêjeya zewaca di temenê biçûk de di nav civakê de. Piştî destpêkirina destpêşxeriya alîkariya zewacê ku girêdayî ciwanên dixwazin bizewicin alîkariya madî da. Têtexmînkirin ku 40 hezar dînarên Lîbyayî ji bo alîkariya ciwanan di zewacê daye û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Dayîna pere bû sedem ku hejmareke mezin ji malbatan keç û kurên xwe berî bigihîjin temenê qanûnî bizewicînin da ku vê alîkariya darayî bigrin. Berpirsiyariya malbatî û civakî ya ku piştî zewacê dikeve ser milên keçên temenê wan biçûk, pir mezin e û zarokên keç ji ber ku hê zarok in, nikarin van erkên xwe bi awayê pêwîst bi cih bînin.”

‘Divê ku wezareta perwerdeyê ji bo xeterên zewaca di temenê biçûk de dest bi xebatan bike’

Suad El-Irêbî anî ziman ku pêwîst e bandorên derûnî û tendirustî yên li ser zarokên keç ên ku hatine berdan bên çareserkirin û hişyariya civakê li ser metirsiya vê diyardeyê zêde bibe. Bi riya saziyên civaka sivîl û saziyên giştî û taybet ên hikûmetê û wiha axivî: “Qanûna Lîbyayê di warê rûbirûbûna vê diyardeyê de lawaz e. Ofîsa Piştevaniya Psîkolojîk a Wezareta Perwerdeyê li Binxaziyê dê di heyama li pêş de, projeyek ji bo hişyarkirina metirsiyên zewaca di temenê biçûk de bide destpêkirin, bi riya rêzekampanyayên hişyarî û perwerdeyê yên ku xwendekarên keç ên dibistanan û malbatên wan dikin armanc.”