Dayika Şemiyê: Divê yên ku zarokê min winda kirin werin darizandin

Dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz a ku bi îdiaya heqaret li Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu kiriye tê darizandin, diyar kir ku ne ew divê yên zarokê wê winda kirine werin darizandin.

Navenda Nûçeyan – Dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz bi hinceta ku di axaftina xwe ya 17’ê Gulana 2022’an de li ber Dadgeha Stenbolê ji bo Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu gotiye "Siloyê bi sûs”, bi îdiaya "Li dijî erkdarê kamûyê ji ber wezîfeya wî heqeretkirin” cara duyemîn derket pêşberî dadger.

Danişîna doza dayika Murat Yildiz ê 19 salî ku di 23'ê Sibata 1995'an de li Îzmîrê di bin çavan de hat windakirin Hanîfe Yildiz a li 48'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Stenbolê hat dîtin, parêzer Umuhan Kaya, Jiyan Tosun û Gulseren Yolerî tevli bûn.

‘Min heqaret li kesê nekiriye'

Hanîfe Yildiz a di danişînê de axivî, behsa kurê xwe yê di sala 1995'an de hat windakirin kir û diyar kir ku ji roja windakirinê heta niha li kolanê di çalakiyan de ye. Hanîfe Yildiz, behsa roja 15’ê Gulanê ku bi heqaretê hat sûcdarkirin kir û wiha axivî: “Min heqaret li kesê nekir. Ya li vir niha sûcdar tê dîtin ez im, divê ne ez bim. Divê yên ku zarokê min winda kirine sûcdar werin dîtin. Tu baweriya min bi edaletê nemaye.”

Danişîn hat taloqkirin

Parêzer Gulseren Yolerî xwest gotinên Hanîfe Yildiz di çarçoveya azadiya ramanê de bên nirxandin, Parêzer Umuhan Kaya jî diyar kir ku hewl tê dayîn di îdianameyê de gotin wekî ‘heqaret’ werin nîşandan.

Heyeta dadgehê, biryar da ku dîmenên di dosyayê de ji pispor re bên şandin û rapor bê amadekirin, ji bo der barê esasê de nêrîna xwe amade bike ji dozgeriya îdiayê re were şandin û danişîn taloqî 23'ê Adarê kir.