Danişîna doza Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan hat taloqkirin

Danişîna doza Berdevka Demê ya TJA'yê Ayşe Gokkan ku tê darizandin, ji ber pirsgirêka teknîkî ya SEGBÎS’ê hat taloqkirin.

Amed- Piştî ku 30 sal cezayê di sala 2021'ê de li Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) yê Ayşe Gokkan hat birîn, beşa cezayê “propagandaya rêxistinê” ya dozê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat xerakirin û daneşîna doza ku ji nû de hat destpêkirin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Ayşe Gokkan bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevli danişînê bû, parêzerên wê Ozûm Vurgun û Gozde Engîn jî li salona dadgehê amade bûn.

Ayşe Gokkan bi rêya wergerê kurdî dest bi parastina kir, ji ber pirsgirêka teknîkî ya SEGBÎS’ê Ayşe Gokkan di bihîstina deng de zehmetiyan kişand. Parêzeran anî ziman ku ji ber pirsgirêka teknîkî û pirsgirêka nebihîstinê ya miwekîla wan, xwestin danişîna were miwekîla wan di danişînê de amade be. 

Dadgehê daxwaz qebûl kir û danişînê taloqî 30’ê Çileyê kir.