Dadgehê kiryarê ku got ‘Li pişt min dewlet heye’ derewker dernexist û biryara beraetê da

Baran Kizil ê ku piştî Îpek Gulşen xapand, bi gotina ‘Li pişt min dewlet heye’ tundiya fizîkî pêkanî û gefa kuştinê lê xwar hat berdan. Îpek Gulşen a têkildarî bûyerê bertek nîşan da, wiha got: “Ez dibînim ku li pişt wî dewlet heye.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Baran Kizil ê ku Îpek Gulşen xapand, taciz kir û hewil da destdirêjî lê bike û piştre gefa kuştinê xwar, piştî nûçeya ajansa me derbas kir û bi bertekên raya giştî roja 14'ê Tebaxê hat girtin. Baran Kizil ê ku bi sûcên gef, heqaret, tundî, xapandin û dihat darizandin, duh piştî danişîna yekemîn a li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin tehliyê bû û hat berdan.

Piştî berteka raya giştî hat girtin!

Îpek Gulşen a ji Amedê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişîna dozê ya bêyî agahiya parêzeran hat dîtin bû, diyar kir ku her çend di pergalê de roja danişînê diyar nebû jî, polîsan bi gotina “tiştek ji wê ere pirsîn” gazî dozgeriyê kirine û li vir tevlî danişînê hatiye kirin. Îpek Gulşen a diyar kir di danişîne de bêyî parêzara wê parastina wê hatiye girtin û rûxmê ku gotiye dixwaze tevlî danişîne bibejî di danişîna ewil de biryar hatiye girtin, di hevpeyvîna xwe ya di ajansa me de da zanîn ku bersûc Baran Kizil piştî du sond xwarinê ji aliyê dadgehê ve hatiye berdan.

'Got li pişt min dewlet heye û hat berdan!'

Îpek Gulşen piştî biryara ku hat girtin heta derengiya şevê li ber edliyeyê nobet girt, piştre bi Baroya Amedê re hevdîtin kir û daxwaza piştgiriya hiqûqî kir. Îpek Gulşen der barê bûyera hat jiyîn de ev tiştan got: “Baran Kizil pêşî min xapandin û piştre jî tacîz kir. Ji bo ku ez ji kesî re nebêjim, ji min re gefa kuştina malbata min dixwar. Got ez ê zirar bidim xwîşka te. Piştî vê bûyerê min tundî dît û bi gotina “li pişt min dewlet heye, tu nikarî bi min, dosyeyên min hene, hemûyan jêdibin.” Min daxuyaniyên xwe yên berê vê tişte anî bû ser ziman. Piştî tiştên hat jiyîn, min der barê wî de gilî kir û têkildarî mijarê gel îfadeyên min heye. Piştî îfadeyên min Baran Kizil hat girtin.”

'Danişîn bêyî parêzera min hat ditîn û Baran Kizil hat berdan'

Îpek Gulşen a diyar kir ku ew bêyî agahiya wê birine danişînê û bêyî parêzerê wê li dadgehê biryar hatiye dayîn û parastina wê jî nehatiye girtin, bal kişand ku dadgeh bi sondên Baran Kizil bawerkiriyê destpêkê wî tehliyê kiriye û piştre jî beraet kiriye. Îpek Gulşen tiştên hat jiyîn bi van gotinan vegot: “Piştî tiştên ku min duh dît, min dît ku bi rastî jî li pişt Baran Kizil dewlet heye. Danişîna min beriya ku roja dadgehê ji min re were ragihandin û di pergala e-dewletê de derbarê roja danişînê de agahiyek cih bigre, hat dîtin. Agahiya parêzera min jî ji roja danişîna min tune bû, polîsan gazî min kir û gotin, “Were dadgehê, danişîna te heye. Parêzeran ji pergalê ev yek nedîtin. Piştî ku em duh çûn edliyeyê, katîban ji me re gotin "tenê pirsek ji we were pirsin.” Piştre min birin odeyek û danişîn hat dîtin. Min got li wir parêzara min nîne û ez ê bêyî parêzera xwe parastin nekim. Daxwaza min ya beşdarbûna danişînê jî hebû. Lê beriya ku ez gotinê xwe xilas bikim, Baran Kizil hat tehliye kirin û biryara berdanê hat dayîn.”

‘Ewlehiya canê min nîne dibe ku hemû tişt were serê min’

İpek Gülşen bal kişand li ser daxwazên xwe yê edaletê û bang li wezareta edaletê kir ku ewlehiya canê wê nîne û wiha got: “Raste di gotinên xwe de bi mafe, li pişt wî dewlet heye. Berê niha gelek caran serlêdanên min yê gilkirinê heye, lê belê li rûxmê van hemûyan Barin Kizil ew sondên ku li dadgehê xwariya hate berdan. Li vêderê ez bang li dadgehê dikim, bila Baran Kizil were girtin. Nêzî 60 dozên wi hene, li rûxmê ku ev qas dozên Baran Kizil hene, çawa çêdibe were berdan. Ez edaletê dixwazim, ez dixwazim ew mêr were girtin. Niha ewlehiya canê min nîne, ger tiştek were serê min, yên ku ew berdane û tedbîr negirtie berpirsyarin.”

Parêzer pêvajoyê di şopînin

Parêzerên bûyerê dişopînin di derbarê mijarê de parêzerên Baroya Amedê dan zanîn ku pergala uyap nekitiye biryarê û di der barê mijarê de li gel parêzerên Mardînê di nava têkiliyan dene. Parêzeran diyarkirin ku di pêvajoyê de bêmetodî heye, dema ku zanyariyek rast girtin wê vê biryarê itiraz bikin.