Bavê bersûcê êrîşa zayendî bi gotina “delîl tune ye” beraat kir.

Li Amedê zarokek ji aliyê bavê xwe yê bi navê Z.Tuncalp ve bi awayekî sîstematîk rastî êrîşa zayendî hat. Dadgehê guh neda îfadeya zarok, bi gotina “delîl tune ye” kiryarê êrîşa zayendî bav Z.Tuncalp beraat kir.

Amed - Herî dawî di lêkolîna ku di sala 2017’an de hatiye kirin de Tirkiye di warê êrîşa zayendî, tacîz, destavêtin û îstîsmarê de li cîhanê di rêza 3’emîn de ye. Li welatê ku rêjeya êrîşên zayendî roj bi roj zêde dibe, ji her sê zarokan yek rastî êrîşa zayendî tê. Li Amedê heyeta dadgehê der barê zarokê ku 2 sal in ji aliyê bavê xwe Z. Tuncalp ve rastî êrîşa zayendî û gefan dihat, beraat kir.

Di êrîşa sîstematîk a zeyendî de gef li zarok hat xwarin

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin bûyer di sala 2018’an de dest pê kir. Zarok di nava heman malê de bi bavê xwe yê bi navê Z Tuncalp bi awayekî sîstematîk rastî êrîşa zayendî hatiye. Êrîşa sîstematîk a zayendî ya li hemberî zarok du salan berdewam kir. Hat zanîn ku bersûcê êrîşa zayendî Z. Tuncalp jê re gotiye; ‘Ez vê yekê bi te nekim, wê yekê din bike.’ Di heman demê de gotina ‘Ji dayika xwe re nebêjî ger bibêjî wê me herduyan bikuje û wê ew jî nexweş bibe bimre.’ Gef li zarok xwariye.

Dayika zarok doza hevberdanê vekir

Bûyer di sala 2020’an de piştî ku zarokê ji dayika xwe re got derket holê. Piştî îfadeya zarok dayik çû qereqolê der barê bersûc Z.Tuncalp de gilî kir. Piştî giliyê îfadeya Z. Tuncalp hat girtin lê belê wî înkar kir û li gel pedagog îfadeya zarok hat girtin. Piştî îfadeyê dewletê zarok xist bin parastinê, dayikê di der barê Z.Tuncalp de doza hevberdanê vekir.

Ji bo giliyê xwe şûnde vegerîne zext hat kirin

Piştî gilî doza ku bi sûcê ‘li dijî zarok êrîşa zayendî’ hat vekirin du salan berdewam kir. Du salan pêvajoya darizandinê bersûc bê girtin û bi şertê kontrola edlî hat darizandin. Di vê navberê de dayika ku doza hevberdanê vekirî ji bo giliyê xwe şûnde vegerine zext lê hat kirin.

Dadgehê ji gotinên zarok bawer nekir!

Doza ku li dadgeha cezayê giran a 3’em ya Amedê hatî ditin de, di 6’ê Kanunê de biryar hat dayîn. li rûxmê îfadeya zarok dadgehê diyar kir ku der barê sûc de belgeyên ‘Rast û bi bawer’  bi dest neketiye, der barê bersûc Z. Tuncalp de biryara beraatê da.

Dadgehê di biryara beraatê de cih da van gotinan: “Der barê bersûc, li hemberî zarok êrîşa zayendî, li gorî madeyên TCK’ê hat xwestin ku were cezakirin. Lê belê der barê besûc de belgeyên ku rast û bi bawer têrê bike were cezakirin nehat bidestxistin. Li gorî madeya CMK 223/2 ew sûcê ku hat pêkanîn ji aliyê bercûs ve nehatiye belgekirin, ji ber wê bersûc ew sûcdariya ku lê tê kirin biryara beraatê û şertê kontrola edli were rakirin…”