ATK: Ji ber ku Mîraç li gor tabelaya "BISEKINE” tevnegeriyaye qeza pêk hatiye!

Mîraç Mîroglûyê ku par li Hezexê bisîkletê dajot di encama lêdana wesayîta zirxî de jiyana xwe ji dest da. Di rapora ATK'ê de ajokarê wesayîta zirxî bêqisûr hat dîtin û hat îdiakirin ku ji ber Miraç li gor tabelaya "BISEKINE"tevnegeriya qeza hatiye jiyîn.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Navenda Nûçeyan - Mîraç Mîroglû yê 7 salî ku di 3'ê îlonê de li taxa Tûrgût Ozal a navçeya Hezexê ya Şirnexê, di demjimerên evarê bisîklet dijot, encama wesayîtê zirxî ku memûrê polis M.K. dajot qelibî, jiyana xwe ji dest da. Di lêpirsîna ku der barê bûyerê de hat destpêkirin de, der barê gumanbar M.K de ji ber sûcê " Bi texsîrî sedama mirinê bûyin” îdianame hat amadekirin. Di îdianameya ku ji Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Hezexê re hat şandin de ,hat diyarkirin ku gumanbar M.K li gor rapora ku ji aliyê Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê ve hatiye şandin bêqisûr e, hat diyarkirin ku Mîraç Mîroglu yê jiyana xwe ji dest da jî ji ber tabelaya hişyariyê ya "BİSEKNE” ku li kolanê ji ber wesayîtên cih digre berçav negirtiye, pêkhatiye. Dema parêzeran ji rapora hat amede kirin re îtaraz kirin, rapor ji bo ji nû ve nirxandinê ji ATK'ê re hat şandin.

Wesayîta zirxî li Mîraç ê 6 salî qelibî

Li gorî îdianameya ku di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Hezexê ve hatiye destpêkirin de; Roja bûyerê di derdora seat 18.10’an de li Otela Mîroglû ya navçeyê şer diqewime û memûrê polîs M.K ku erkdarê Midûriyeta Lêkolînên Pêşîgirtina Sûcê û amirê wî M.G yên bi wesayîta zirxî ya Pleqeya 73 A 0107 a aîdê Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Hezexê, çûn cihê bûyerê. Dema ku neyîniyek nehat ditîn, ji Kolana 533’an vedigeriya wesayita ku memûrê polîs M.K bikar anîbû li Mîraç Mîroglû yê ku li bîsiklêt dajot qelibî û bû sedama mirina wî.

Di îdianameyê de bêqusûr hat dîtin

Piştî mirina hat jiyîn, hin parçeyên bîsîklêta Mîraç Mîroglû heta ser banê hinek xaniyan firiya. Îdianameya ku piştî lêpirsînê hat amadekirin ji Dadgeha Cezayê Asliye ya Hezexê re hat şandin, rapora ATK’ê ya di îdianameyê da cih girt bal kişand. Di îdianameya ku parastina gumanbar û agahiyên raporê cih digre de, hat îdia kirin ku gumanbar M.K bêqisûr e. Di îdianameyê de heman demê daxwaza cezakirina gumanbar jî hat kirin.

Di îfadeyan de nakokî hene

Dema gumanbar M.K cih da gotinên, "Min leza xwe kêmkir û rast û çepê xwe kontrol kir", îfadeya wî ya ku di dawiya îfadeya xwe de da, “ji ber ku wesayit zirxî ye û li ser camên wê qafesa têl heye, dîtina me teng dibe. Ditîna min a zarok ne mimkûn bû. Ji ber li pêşiyê tîrêja rojê li rûyê min dixist,  min zarok nedît. Ji ber ku zarok di xala kor de min nedît” nakokiyên tê jiyîn derdixe hole.

Her wiha di îdianameyê de raporê ku ji bo diyarkirina rêjeya qisûr ya dosya ji Şaxa Pisporê ya Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê re hatiye şandin jî cih girt.

Piştî îtîraza parêzeran, rapor ji nû vê ji ATK'ê re hat şandin

Piştî îdianameya hat amedekirin, di dosyayê ku danişîna ewil di 22'ê Adarê de hat dîtin de, parêzeran li rapora ATK'ê îtîraz kirin û daxwaza ji nû ve amedekirina raporê kirin. Piştî danişînê dema heyeta dadgehê biryar da ku rapor di navbera celsêyê de nirxandin, di danişîna duyemîn a di 17'ê Gulanê de pêk hat de jî dîsa rapora ku hat îtîraz kirin ji Saziya Tipa Edlî re hat şand. Nayê zanîn ku rapora ji ATK'ê re hatiye şandin hatiye an ne.