Çalakvana Tûnisî: Pêdivî bi guhertinên bingehîn heye

Seroka Komaleya Hûn Îman El-Şerîf a bal kişand zêdebûna qetilkirina jinan li Tûnisê da zanîn ku tevî zagonên heyî yên parastina jinan jî rewş neguherî û destnîşan kir ku sedema vê ya serereke bi cih neanîna hiqûqê ye.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis – Di kêmtirî 3 mehan de li Tûnisê herî kêm 12 jin hatin qetilkirin. Tevî hebûna zagonên parastina jinan jî bûyerên qetilkirina jinan nayên rawestandin, zagonên heyî yên ji bo parastina jinan nayên bi cih anîn. Çalakvanên jin ên Tûnisî bal kişandin li ser zêdebûna qetilkirina jinan û destnîşankirin ku divê tavilê aliyên berpirsiyar pêşî li buyerên qetilkirina jinan bigrin.

Zagon nayê pêkanîn

Seroka Komaleya Hûn Îman El-Şerîf a bal kişand zêdebûna qetilkirina jinan li Tûnisê da zanîn ku tevî zagonên heyî yên parastina jinan jî rewş neguherî û destnîşan kir ku sedema vê ya serereke bi cih neanîna hiqûqê ye. Îman El-Şerîf wiha got: “Ji ber lewazbûna bicîkirina wan zagonan ku asta tundûtujiyê zêde kiriye û jin bi rêbazên hovane tên êşkencekirin û kuştin. Ev tundiya malbatî û hevjînan dijî jinan dibe ku bibe tundiyek civakî dijî wan û dê karîsetek cidî rû bide. Bi taybet di siya nebûna bicihkirina zagonê, dijwariya ketina jinan di encama astengiyan de û serweriya hişmendiya mêrsalarî di civakê de ku jinê kêm dibîne.”

Di ragihandinê de ji rêzêkirina tundiyê

Îman El-Şerîf a destnîşan kir ku bûyerên qetilkirina jinan ji rêzê tê dîtin wiha pêl da axaftina xwe: “Em ditirsin bûyerên kuştina jinan bibe nûçeyek normal di ragihandinê de. Ji bilî tundûtujiya rastî jinan tê û bê deng pê re jiyan dike ji nêrîna civakî ya paşverû hemû baran dixe stûyên jinên rastî tundiyê tên.”

Îman El-Şerîf anî ziman ku nebûna stargehên bi ewle ya jinan gelek caran dibe sedem ku jin ji ber tirsa li kolanan mayînê bê den dimînin û zexta li ser wan tê kirin qebûl dikin.

Pêdivi bi guhertinên di gelek aliyan de heye

Îman El-Şerîf di vê mijarê de rexne li wezareta jinê kir ku ji ber nebûna rolekê wan a cidî kiryarên li dijî jinan zêde bûye û wiha domand: “Desthilata heyî divê bicihanîna zagonê ferz bike û kujer û kesên tundiyê bikartînin bişopînin û bixin zîndanê, bi kefaletan wan bernedin. Nabe bi biryara serokatî jî bên efûkirin. Ji ber ku siyasetên revandina ji cezayê rêjeya tundiyê zêde kir. Dadgerî jî neyênî mijarên tundiyê dijî jinan destdigirin, gelek jin li benda destwerdana desthilatê ne ku wan biparêzin û zagonê dijî sucdaran bicihbîne.”

Banga têkoşînê

Îman El-Şerîf da zanîn ku ji bo pêşîlê girtina buyerên tundî û qetilkirina jinan pêdivî bi guhertinên di gelek aliyan de wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Bûyerên rû didin nîşaneya lewaziyek diyar di mijara çareserkirina hemû cureyên tundiyê de heye. Ji pêşwazîkirina jinên ku rastî tundiyê hatine ya li navendên polîsan bigire heya dadgeh û nêrîna civakê ku hemû karekî hişyarî giran pêwîst dikin ji bo bên guhertin. Divê berxwedanî û têkoşîn berdewam be beramberî lewaziya di bicihkirina zagonan de. Têkoşîna dijî tundûtujiya dijî jinê û kuştina jinan bi serxwebûna madî û xurtkirina aborî ya jinan pêk tê ji bo bikarbin benda bêdengî û tirsê bişkînin û hesab ji sucdaran bê xwestin.”