Li Mexrîbê daristan dişetiwin: Siyasetek pêşilêgirtinê hewce ye

Hejmarek ji çalakvanan jin tekez kirin ku tevahiya cîhanê bû şahidê guhertinên avhewayê ku bûne sedema rûdana hin karesat û diyardeyên xwezayî, ji wan agir, erdhej û lehiyê.

HANAN HARITE

Mexrîb - Ji ber germahiya zêde, kêmbûna çavkaniyên avê û guherbarên avhewayê li Mexribê gelek zevî, daristan û zeviyên çandiniyê şewitîn, di encama şewatê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, di nav wan de 2 jin hebûn. Her wiha bi hezaran hektar zevî, daristan, zeviyên çandiniyê û lawir şewitîn û bi sedan mal jî şewitîn. Hejmarek ji rêxistinên sivîl û mafên mirovan li Mexribê daxwaza dîtina çareseriyên bilez û pratîkî ji bo xelkê mexdûrên van şewatan kirin.

"Ên ku herî zêde ji van karesatan êşê dikşînin jin û zarok in"

Parêzvana mafên mirovan û seroka Federasyona Mafên Mirovan Semîra Mohiya diyar kir ku ên ku herî zêde ji van karîseta êşê dikşînin jin û zarok in û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Agirên li Mexribê bû sedema ziyanên madî ji xelkê re. Bandorên negatîf di gelek warên jiyanê de xuya dibin ku zirar ne tenê bi pergalên xwarin, çandinî û çavkaniyên avê ve sînordar e, bandorê li tenduristiya kesan jî dike. Herî zêde jinên li gundan êşê û zehmetiyan dikşînin. Şewat bûye sedem ku hejmarek malbatên Mexribê yên li gundên nêzîkî daristanan çavkaniya debara jiyana xwe winda bikin. Li gelek deverên cîhanê, jin di şert û mercên normal de hîna jî bi newekheviya zayendî re rû bi rû dimînin û ev yek jiyana wan zehmet dikeç û karesatên avhewayê êşa wan zêdetir dike."

"Guherînên avhewa hîn jî berdewam in û xeterî jî hîn berdewam e"

Lêkolînera mijarên guherîna avhewayê û felaketên xwezayî Îlham Belfhêlî got ku guhertina avhewa yek ji mezintirîn kêşeyên gerdûnî ye, ku bandorên wê di navbera nifş, herêm, çîn, temen û zayendê de diguhere û wiha pê de çû: "Bandorên wê yên zerardar hene ku di demek kurt de bi karesatên xwezayî, wek agir û lehiyan û di demek dirêj de bi têkçûna hêdî-hêdî ya ekosîstemê, ku tê pêşbînîkirin ku di salên pêş de pir xirabtir bibe, xuya dike. Li gorî komek raporên navneteweyî, Mexrib yek ji wan welatan e ku herî zêde ji guherîna avhewayê bandor dibe. Ji ber ku Mexrib xwedî komek îmkanên lojîstîkî ye, ku hişt ku zû destwerdanê bike û tirsa van şewatan kêm bike. Welatiyan jî di kêmkirina van şewatan de rol lîst. Nabe ku were gotin ku agir bi dawî bûye, ji ber ku guherînên avhewa hîn jî berdewam in û xeterî jî hîn berdewam e."

"Pêwîste siyasetek pêşîlêgirtinê were pejirandin"

Îlham Belfhêlî tekez kir ku pêwîste siyasetek pêşîlêgirtinê were pejirandin û wiha pê de çû: "Divê gelê Mexribê hay ji cidiyeta rewşê hebin. Pêdivî ye ku stratejiyek zelal were pêşve xistin ku ji bo lênihêrîna daristanan û çavdêriya wan, bi riya satelaytan. Divê qanûnên biryardar ji bo pêşîgirtina li êrîşên li ser nebatan werin derxistin. Rûbera giştî ya ku ji ber şewatên daristanan ên li gelek herêmên Mexribê bandor bûne gihîştiye 10 hezar û 300 hektar."