Li daristanên Licê şewat derket

Li navçeya Licê ya Amedê li qada daristanê şewat derket. Şewata ku nayê çareserkirin li herêmê her ku diçe belav dibe.

Amed - Li herema Sîse ya navçeya Licê ya Amedê li qada daristanê şewat derket.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, nayê zanîn ku şewat danê nîvro çawa dest pê kiriye. Şewata ku hê jî midaxaleyê wê nehatiye kirin, her ku diçe belav dibe.