Ji bo parastina jîngehê Însiyatîfa Sifir Bermahî

Însyatîfa Sifir Bermahî ya ji aliyê çalakvanên jîngehê yên Beyrûdê ve hatiye destpêkirin hewl dide bi çareseriyên ku ji bo jîngehî bibîne bandorên qeyrana bermahiyan li ser derdor, xweza û tendirustiya mirovan kêm bike.

SUZAN EBO SEID

Beyrûd – Çalakvana civakî û jîngehê Nîbal El-Dahok serxist ku di nava sê salan de bi komek xwebexşan re ku piraniya wan jine, ji bo bandorên tendirustî yên bermahiyan kêm bike însiyatîfeke jîngehê ava bike.  Nîbal El-Dahok ji bo gel hişyar bike û çarçoveya însiyatîfê berfireh bike hewl dide bi riya torên civakî xwe bigihîjîne kesan û komeleyan.

Nîbal El-Dahok di warê rêvebirina karan de mastir kiriye, di sala 2005’an de weke perwerdekar di warê rêvebirina projeyan di navendeke perwerdeyê ya lêkolînan û pêşveçûnan de dest bi kar kir. Her wiha 22 salan di warê perwerdeyê de li Lubnanê û derve jî xebitî lê piştî ku vegeriya Lubnanê û qeyrana bermahiyan zêde bû, wê bawer kir ku karê rast ji bo guhertinê xizmeta civakî ya jîngehê ye. Lewma bi çalakvanên civaka sivîl re dest bi însiyatîfa Sifir Bermahî ya civakî kirin.

Bi însiyatîfê hewl didin çareseriyan ji zirarên li ser jîngehê re bibînin

Nîbal El-Dahok der barê însiyatîfê de wiha got: “Zero Waste Community” însiyatîfeke ciwanan e, di encama kombûna bermahiyan ya ji ber tunebûna çareyên hukmî de derket.” Nîbal El-Dahok diyar dike ku armanca însiyatîfê ew e ku ji bo bandorên xirab li ser jîngeh û tendirustiyê kêm bikin çareseriyan ji bo jîngehê bibîne û baş werin zivirandin. Nîbal El-Dahok der barê vê mijarê de jî wiha got: “Ev sê salin em serbixwe kar dikin, têkiliya me bi kesên bi tiştên em pê bawer dikin ew jî bawer dikin heye û em di serî de ji bo xizmeta jîngehê karê xwe dikim.”

‘Şaredarî gelek bermahiyan nazivirîne tenê dirijîne’

Nîbal El-Dahok wiha di berdewamiya axaftina xwe de wiha dibêje: “Şaredarî piraniya bermahiyan nazivirîne, tenê dirijîne erdê. Ev yek jî ji bo jîngehê metirsîdar e lewma armanca me parastina jîngehê û vezivirandina bermahiyan e. Me navxweyî dest pê kir û îro 1150 cihên komkirina bermahiyan li dehan gundan hene. Em wan bermahiyan kom dikin û di pêvajoya duyem de diferizînin bi awayekî bi tendirust dişînin saziyên Lubnanê ku pêwîstiya wan bi van jêderan heye. Ev xalek e pêşveçûnê ya domdar e armanca wê aboriya navxweyî ye. Civak beşdar dibe. Me biserxist ku dahata zêdetirî 10 malbatan dabîn bikin.”

‘Jin bingeha projeyê ne’

Nîbal El-Dahok bal kişand li ser karê ku dikin û wiha got: “Bingeha vê projeyê jin in, piraniya caran ew bermahiyan li malê ji hev diqetînin. Her wiha ew di vê mijarê de kesan perwerde dikin û hişyariyê belav dikin. Destpêkê em du jin û du ciwan bûn lê niha hejmara me gelekî zêde bûye. Di şeş mehên destpêkê de ji bo em bigihîjin Sifir Bermahî ber bi çandiniyê û bermahiyên organîk ve çûn. Bi taybetî bermahiyên organîk ji sedî 50-60 in, li gel hişyarî û lêkolînên der barê vezivirandina bermahiyên organîk de bi riya kurman dizivirînin kombost, pişt re em dest bi madeyên ku tên zivirandin dikin.”

‘Hevkariya me bi gelek komele û kesan re heye’

Nîbal El-Dahok axaftina xwe wiha doman: “Piştî ku berpirsyar bermahiyên dabeşkirî kontrol dikin û navendên muxalif diyar dikin, ji bo dabeşkirina rast bi rêjeya girêdana bi kar ji sedî 60 derbas kir û em bi hêvî ne ku rêje zêdetir bibe. Bi hişyariya berdewam, beşdarbûna kongreyan û çalakiyên cuda û hevkariya navbera kesan û civakê, em dikaribûn fikrên xwe belav bikin. Me gelekî xalên erênî di pêkanînê de îsbat kirin. Hevkariya me di vî warî de bi gelek komele û kesan re heye. Wekî dikana xelkê li Baaqlîn ku rêjeya bermahiyan kêm dike, madeyan bi komî dikire. Her wiha pakêt û qutiyên ku xelk bi xwe re tînin ji bo xwarinê û madeyên paqijiyê tijî bikin. Di siya rewşên aborî yên dijwar de wek cara duyem ji aliyê wan ve tê bikaranîn û wisa nirxê tiştan jî kêm dibe. Ev qeyrana bermahiyan bi qasî ji sedî 30 ji berê kêmtir kir, piştî ku ji bo şewitandinê hatin bikaranîn karton û kaxez jî gelekî kêm bûn.”

Deh cureyên bermahiyan kom dikin û bi rêkûpêk ji hev vediqetînin

Nîbal El-Dahok di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em ji bo bi awayekî tendirust vezivirînin an bişînin derve deh cureyên bermahiyên dabeşkirî kom dikin lê ji wan çar cure dahata darayî nîn e. Em hewl didin bidin bikaranîn û nexin bin erdê. Tevî ku mesrefa wan duqatî ye jî em hêvî dikin karê xwe berfireh bikin. Mînak qumaş dîsa nayê bikaranîn û dixin bin erdê lê bi riya vê însiyatîfê çareyek jê re tê dîtin û ji her astengî û pirsgirêkek biçûk re em çareyan dibînin. Em ji bo berjewendiyên xwe û civakê kar bikin piştgiriya ciwanan dikin pêşniyarên xwe pêşkêş dikin.”

Di warê bikaranîna tiştên plastîk de gel hişyar dikin

Nîbal El-Dahok di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em gel hişyar dikin ku bikaranîna tiştên plastîk kêm bikin. Wekeqab, çetel, kevçî û qutiyên plastîk ên ku xwaringeh û dikanên bazirganiyê xwarinê dikin û pakêtên dermanan. Torên çêps, çîkolata, pêlîstokên zarokan û hemû cureyên plastîkê tên şikandin û nayên tewandin. Yên bi hejmara 7 nîşan ew jî cureyek ji hestiyan in. Em wiha ji hev vediqetînin.”