Ji bo 4'ê Nîsanê li Kobanê 80 dar hatin çandin

Jinên kantona Kobanê bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 80 dar çandin. Jinan destnîşankirin ku ew ê paradîgmaya Abdullah Ocalan ya parastina ekolojiyê biparêzin.

Kobanê – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 4'ê Nîsana 1949'an de li gundê Amara yê girêdayî navçeya Xelfetî a bajarê Ruhayê ji dayîkbûye. Gelê Kurd û bi taybet jin ku 4'ê Nîsanê weke rojbûna xwe û mirovahiyê bi nav dikin, her sal bi vê boneyê çalakiyên cur be cur birêxistin dikin.

Di çarçoveya rêzeçalakiyên rêxistina Kongreya Star yên ji bo 4'ê Nîsanê, îro komîteya Aborî û ya Ekolojî ya Kongreya Star, çalakiya çandina daran birêxistin kir.

Bi dehan jin, komîteyên Kongreya Star yên bajar û navçeyan, endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk li qada Jina Azad kom bûn û bi karwanekî berê xwe dan baxçeyê bi navê ‘Rêber Apo’ yê li gundê Siftekê yê li Rojavayê Kobanê ku di 2017'an de hatiye çêkirin.

Piştî deqeyek rêzgirtin, bi berzkirina siloganên 'Bê serok jiyan nabe' dar bi rengekî komînal hatin çandin.

Endamên Kongreya Star ku beşdarî çalakiyê bibûn, ji ajansa me re wiha axivîn.

'Çandina daran xwedî derketina li bîrdoziya Rêber Apo ye'

Endama komîteya Aborî Hêvîn Mihemed behsa çalakiya xwe kir û got: "Rêber Apo di hemû nirxandin û pirtûkên xwe de hezkirina xwe ya ji xwezayê û çandina daran re tîne ziman. Ji ber vê em her sal di rojbûna wî de gelek daran diçînin. Li ser vê bingehê me îsal 80 darên çamê li baxçeyê Rêber Apo çandin. Ez weke jineke ciwan 4'ê Nîsanê weke rojbûna jina azad û mirovahiyê digrim dest. Ji ber vê em ê di her derfetê de xwedî li bîrdoziya Rêber Apo derkevin da ku bikaribin azadiya xwe misoger bikin."

'Rêber Apo pira ber bi azadiyê ye'

Her wiha endama komîteya Civakî ya Kongreya Star Xûnav Xelîl nirxandinên xwe wiha anî ziman: "Roja 4'ê Nîsanê ji bo me ne dîrokeke ji rêzêye ango rojbûneke kesayetî ye ku em pîroz bikin. Hatina Rêber ya jiyanê, zayîna gelê Kurd û Kurdistanê ye. Rêber Apo bi kedeke mezin bîrdoziya xwe pêşxist û pêşkêşî tevahî gelên bindest kir. Ji lewra bandoreke mezin li ser hemû cîhanê kir ku em di roja îro dibînin ji bilî Kurdan gelek pêkhateyên din jî 4'ê Nîsanê pîroz dikin. Rêber Apo pira ber bi azadî, demokrasî û wekheviyê ye, ji xwe ya balkêş di nava paradîgmeya Rêber Apo parastina jîngehê ye. Bi çandina daran re jî, em xwedî li vê bîrdoziyê derdikevin û ber bi pêkanîna pirojeya Netewa Demokratîk ve diçin.”