‘Divê kesên ku xwezayê qirêj dikin werin cezakirin’

Xwezaya nîvê cîhanê qirêj bûye, bi taybet li welatên ku hişyarXwezaya nîvê cîhanê qirêj bûyeiya kesan tune ye, zagonên taybet ên ji bo parastina xwezayê bi cih naynin. Ev yek jî dibe sedem ku xweza roj bi roj qirêjtir bibe û çavkaniyên jiyanê tune bibin.

 ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî- Xweza ji bo hemû welatan ji bo dabînkirina tendirustiyê xwedî roleke sereke ye. Lê belê di van salên dawî de, ji ber zêde bikaranîna madeyên ziyanî û kêmxemiya gelek kesan, xweza bi awayek berbiçav ber bi qirêjbûnê ve diçe. 5’ê Hezîranê weke roja cîhanî ya xwezayê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye diyarkirin. Her sal li 125 welatan roja cîhanî ya xwezayê bi çalakiyên cur be cur ên hişyarkirinê  pêşwazî dikin.

‘Parastina xwezayê erka hemû kesan e’

Mamoste û lêkolîner Şagul Ebabekir diyar kir ku 5’ê Hezîranê weke roja cîhanî ya xwezayê hatiye diyarkirin û got: “50 sal in 5’ê Hezîranê bi navê roja cîhanî ya xwezayê tê pêşwazîkirin. Xwezaya herêma Kurdistanê divê bi hevkariya hemû dam û dezgah û hemû kesan were parastin. Herêma Kurdistanê li gorî salên borî pêşketinek bi xwe re aniye û der barê xwezayê de kesên têkildar beşdarî civînên navdewletî dibin.”

‘Pabendabûna zagona xwezayê wê pirsgirêkên xwezayê çareser bike’

Şagul Ebabekir destnîşan kir ku beşek ji hemwelatiyan der barê paqijkirina xwezayê de ne hişyar in li hemberî xwezayê xwe berpirsyar nabînin û wiha got: “Ev jî nîşan dide ku kes çiqas girîngî didin xwezayê û mijara xwezayê nexistine mijara dersê, behsa girîngiya xwezayê nayê kirin. Ji ber wê divê bi awayekî kes werin hişyarkirin û bi xwe çalakiyan li dar bixin, bi xwezayê re bibin yek. Mixabin beşek mezin a hemwelatiyan xwezayê qirêj dikin. Ger her kes beşdarî kampanyayek pabendî zagona xwezayê bibe pirsgirênkên xwezayê wê heta astekê baş çareser bibin.”

‘Zagon li hemberî kesên ku xwezayê qirêj dikin nayên pêkanîn’

Şagul Ebabekir destnîşan kir ku ji bo belavkirina hişyariyê ji bo parastina xwezayê roleke girîng a ragihandinê heye û wiha got: “Zagona hejmara 8’a sala 2008’an heye ku di nava wezareta xwezaya herêma Kurdistanê de cih digre. Divê aliyên di nava hikumet û derveyî hikumetê de li gorî vê zagonê tevbigerin. Bi cih nekirina van zagonan wisa kiriye ku xelk xwezayê qirêj bike. Divê her kesek çawa ku mala xwe paqij dike, xwezayê jî paqij bike û qirêj neke. Ez di wê hêviyê de me di sala li pêş dê kesên me bibin xwedî hişyarî û êdî em ê behsa paqijgirtina xwezayê nekin.”