Dayikên Mexmûrê talankirina xwezaya Kurdistanê şermezar kirin

Dayikên wargeha penaberan a Mexmûrê qirkirina xwezaya Bakur û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û dan diyarkirin ku dewleta tirk gundên wan şewitandine û niha jî hewl dide xwezaya Kurdistanê tune bike, ji ber wê jî daran ji koka wan ve dibirin.

ROJEVÎN RÛBA

Mexmûr- Ev du sal in ji ber polîtîkayên qirkirin û dagirkeriyê, xwezaya Kurdistanê roj bi roj rastî polîtîkayên qirkirinê tê û xweza tê talankirin. Di her dîmenek nû yê birîna daran de tê dîtin ku qadên herêmên Şirnexê veguherîne çolê. Li Çiyayê Cûdî, Gabar, Herêma Bestayê yên Şirnexê ev du sal in bi destên çeteyan di çavdêriya leşkeran de dar tên birîn. Bi taybetî jî li gundên Keniyamîr, Birateto, Birapeşo, Deyndarok, Cinîwer, Belûzer, Rîsor, Serêrû, Tîkera, Qûrteka Pêşya, Girêdayincê, Şerevan, Xirtkbestê û Navyanê yên herêma Bestayê, bênavber dar tên birîn û xweza tê tunekirin. 

Li gorî raporên ku Baroya Şirnexê belav kir di nava 7 mehan de ji sedî 8 qadên daristanî hatine tunekirin û di navs rojê de 20-25 kamyonên daran derbasî derveyî bajêr dibin. Der barê qirkirin û tunekirina xwezaya Kurdistanê de dayikên waregah penaberan a Mexmûrê ku hemwelatiyên Bakurê Kurdistanê ne ji ber ku dewleta Tirk gundên wan şewitandine û zilm û zorî li wan kirine penaberî wargeha Mexmûrê ya Başûrê Kurdistanê bûne ji ajansa me re axivîn û nerazîbûn nîşan dan.

“Dewleta tirk hewl dide darek tenê jî li Kurdistanê nemîne”

Dayika bi navê Oznûr Mamxûrî bi bîr xist ku qaşo dewlet bi xwe li dijî tunekirina xwezayê ye û dema ku mesele Kurd bin, heta xwezaya wan jî tê tunekirin û wiha got: “Tê bîra min dema ku em biçûk bûn, dewletê bi xwe destûr nedida kesek darek şîn jêbike û qedexe bû lê niha em bi çavên xwe dibînin dewleta tirk dest bi qîrkirina xwezaya Şirnexê û çiyayê Cûdî û hemû Kurdistanê kiriye û daran dibire. Şînahiyek li ku hebe agir bera wê derê dide. Ev talankirin û qirkirina xwezayê gotin nîn e mirov bibêje, talan, wêran û xerakirin û şewitandin, her tişt dewleta tirk dike. Dewleta tirk bi xwe dibêje ew mafên mirovan diparêze û li dijî qirkirinê ye li welatê xwe bi xwe xwezayê qir dike û bi hezaran gundên Kurdan şewitand û bi kezaran kes koçber bûn. Em bi hezaran kes ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk penaberî Mexmûrê bûne, dewleta tirk gundê me şewitand û niha jî çav berdaye xwezaya Kurdistanê, vê xwezayê qir dike, ev şerma herî mezin e. Rê nade çiqleke darê li çiyayên Kurdistanê şîn bibe ev tê wateya ku dewleta tirk ji çiqleke dara Kurdistanê jî ditirse. Şerm e ji dewletek re ku çiqleke dara Kurdistanê dike armanc, dibire û qir dike.”

“Dewleta tirk çav berdaye xwezaya Başûrê Kurdistanê jî”

Oznûr Mamxûrî da zanîn ku dewleta tirk ne tenê li Bakur, li Başûr jî dest bi qirkirina xwezayê kiriye û wiha domand: “Niha jî dewleta tirk çav berdaye xwezaya Başûrê Kurdistanê, bi destên çeteyan xwezaya Başûr jî tune dike, hemû darên Kurdistanê birîne û bi kamyonan dibin Bakûrê Kurdistan. Ev şermeke herî mezin e ji bo me lê rêveberiya Başûrê Kurdistanê bêdeng ma. Em jî weke hemwelatiyên bakurê Kurdistanê van kiryarên dewleta tirk şermezar dikin. Divê gelê Başûrê Kurdistanê yê ku xwedî wijdan e li dijî vê qirkirina xwezayê derbikeve, ma ji çi ditirsin jixwe dewleta tirk Başûrê Kurdistanê dagir kiriye û çiyayên wê hemû talan û wêran kirine, ev şerma herî mezin e ji bo mala Barzanî. Em rêzê li gelê Başûr digrin gelê Başûr ne xirabe newêrin rabin divê êdî tiştekê bikin û bibêjin em van qirkirinan napejirînin.”

“Dewleta tirk koka darên Kurdistanê tune dike”

Fadîla Pîranî qirkirina xwezayê şermezar kir û wiha got: “Dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dest bi wêrankirina xwezayê kiriye, çiyayên Cûdî çiyayek ku gemiya Nuh lê sekinîbû, çiyayek muqades bû, ji bo Kurdan jî çiyeyek gelek girîng e. Niha dewleta tirk dest bi birîna darên çiyayê Cûdî kiriye û dixwaze xwezaya wê tune bike. Bi xwe min herêma Bestayê nedîtiye lê belê bav û bapîrên me her dem behsa xweşikî û şînahiya xwezaya wê dikirin, peyîzê gel diçû çilo ji bo lawiran û berûyên wan diweşandin lê niha dewleta tirk diçe wan hemû daran ji koka wan ve dibire û xwezayê qir dike. Em di wê baweriyê de ne ku gelê Kurd ê xwedî wijdan êdî vê zilm û qirkirinê li ser xwe qebûl neke, ma ne dewleta tirk gundên me hemû vala kirin, niha jî dest bi birîna darên gundên me kirine. Dewleta tirk ne tenê ji gerîla aciz e û ditirse ji axa Kurdan hemûyan aciz e ji ber wê hemû xwezaya wê talan dike û bombeyan dibarîne, dişewitîne, cihek nemaye ku êdî şîn bibe ji ber çekên kîmyewî. Banga me ji gelê Şirnex, Cizîr, Silopya, Qilaban û hemû herêman re ew e ku rabin ser piyan û li dijî vê qirkirina xwezayê bisekinin.”

“Divê hemû Kurd bibêjin êdî bes e”

Fadîla Pîranî da diyarkirin ku dewleta tirk dibêje ew misilman e û ew ê xwezayê biparêze lê bi xwe hemû xwezaya Kurdistanê tune dike û wiha got: “Dewleta tirk bi xwe dibêje ew bawermend e lê belê ew tişta ku Xweda şîn kiriye dibire û tune dike. Dewleta tirk înkara ziman û mafên me dike, niha jî înkara xwezaya me dike û xwezaya me qir dike. Divê êdî hemû Kurd bibêjin bes e û rabin ser piyan li dijî van qirkirinên xwezayî û zilmê derbikevin.”