Bi boneya roja cîhanî ya jîngehê li herêma Firatê pêşengeha gulan

Desteya Jîngeha ya herêma Firatê pêşengeha gulan vekir û bi riya pêşengehê bal kişand ser girîngiya parastina jîngehê.

Kobanê- Roja Jîngehê ya Cîhanî ji 5'ê Hezîrana 1973'an ve bi awayekî cîhanê di vê rojê de tê pîrozkirin. Bi vê boneyê Desteya Ekolojî ya herêma Firatê bi dirûşma"Gul û kulîlk bedewiya malê ne" pêşangeheke gulan li şitilgeha Miştenûr vekir. Di vekirina pêşangehê de dezgehên Rêveberiya Xweser, Meclisa Malbata Şehîdan, partiyên siyasî, Kongreya Star û Yekitiya Jinên Ciwan amade bûn.

Di pêşangehê de bi sedan cureyên gulan ên weke sebar, rîhan, alovera, cardania û hwd. hatin pêşkêşkirin.

'Armanc xweşikbûna welatê me ye'

Hevseroka Desteya Jîngehê Ya herêma Firatê Emîne Wêso roja cîhanî ya ekolojiyê pîroz kir û wiha got: "Ev roj ji bo ekolojiyê gelekî girîng e, di destpêka vekirina di 2020'an de armanca me ew bû ku em welatê xwe bi çandina kulîlkên xwezayî bixemilînin. Girîngiya gul û daran li bajaran pêwîst e ji ber ku hem bajar xweşik dike hem jî tendirustiya me baş dike. Di pêşangehê de zêdetirî sed cure gul hene. Li her mala ku gul tê de hebin bêhna mirov fereh dibe di aliyê xweşikbûnê de û di aliyê dendirustî de. Her gula ku hatiye çandin bi destên me ye her kes dikare berê xwe bide Meştela me û ji vir bikirin. Bi destê dewleta Tirk niha êrîş li ser xwezaya Efrînê tên kirin. Ew darên zeytûnên ku gelê Efrînê bi keda xwe çandin îro bi hêsanî tên qutkirin."

'Her devera herêma me bi çandina gulan û daran xweşik dibe'

Her wiha ji Rêveberiya Avê ya Herêma Firatê Xelîsa Ebdilqadir jî wiha nêrîna xwe anî ziman û got: "Em spasiya Desteya Ekelojîk dikin ji ber ku ewqas ked dan ji bo her der bi gul û daran were xweşikirin. Dema çavên mirov bi gulan dikeve em rehetiyê hîs dikin. Xweşikbûna her malê bi gulan e, ev pêşangeh bi qasî derfetên heyî bi gelek cureyên gulan hatiye vekirin. Tevî ku em rojane di bin tehdîdên dewleta tirk de ne jî gul û kulîlk moralê me bilind dikin."