“300 hezar kes li Tûnisê ji ber kêmbûna avê zehmetiyan dijîn”

Foruma Tûnisî ya ji bo Mafên Aborî û Civakî di rapora xwe de, tekez kir ku Tûnisî ji xirabûna jîngehê êşê dikişînin û da zanîn ku sal bi sal rêjeya qirêjiyê zêde dibe, ev jî hişyariya karesatan dide.

NAZIHA BOUSSIDI

Tûnis - Foruma Tûnisî ya ji bo Mafên Aborî û Civakî di rapora xwe ya li ser rastiya jîngehê ya li Tûnisê de, bi taybetî di warê avêtina bermayiyan û windakirina avê de, binpêkirinên berfireh eşkere kir. Di raporê de kampanyayên herî girîng û karê ku wî di nav salek tevahî ya parêzvaniya ji bo xwediyên mafan de kiriye pêşkêş dike. Rapor siyaset û kiriyarên welatan dixe nav pirs û nîqaşan û balê dikşîne ser rewşa mafên mirovan a jîngehê li Tûnisê û rêzgirtina welat ji erkên wan re.

Endama Dadweriya Jîngehê ya Foruma Tûnisî ya ji bo Mafên Aborî û Civakî Rehab Mebrûkî got ku di çarçoveya rexnekirina rewşa jîngehê û parêzvaniya pirsgirêkên jîngehê, radeya karkirina welat bi wan re û pabendbûna bi yasayên neteweyî û navdewletî, rola civaka sivîl di yekkirina mafên jîngehê de û rola wê di daxwazkirina welat ji bo rêzgirtina yasayan, salek xebat li ser raporê hat kirin.

"Di raporê de hat xwestin ku polîtîkayên şaş ên jîngehê bên guhertin"

Rehab Mebrûkî da zanîn ku di raporê de bal hat kişandin ser pirsgirêkên jîngehê, çop, qirêjiya deryayî û wiha pê de çû: "Di raporê de bal hat kişandin ser aktîfkirina qanûnên parastina jîngehê. Foruma Tûnisî ya ji bo Mafên Aborî û Civakî her dem dixebite ku zextê li welat bike, binpêkirinên jîngehê eşkere bike û hişmendiya girîngiya parastina jîngehê di nav Tûnisiyan de belav bike da ku erka xwe ya li hember jîngehê bi cih bînin. Di raporê de hat xwestin ku polîtîkayên şaş ên jîngehê bên guhertin û mafê jîngeheke saxlem di serê hemû mafan de bê danîn û bang li rayedaran hat kirin ku tedbîrên pêwîst bigirin ji bo bidawîkirina qirêjiya ku li her derê belav bûye. Li gorî jimareyan 300 hezar kes li Tûnisê ji kêmbûna avê êşe dikişînin."

"Her binpêkirina mafê jîngehê binpêkirina mafên mirovan e"

Rehab Mebrûkî eşkere kir ku sal bi sal rêjeya qirêjiyê zêde dibe, ev jî hişyariya karesatan dide û wiha axivî: "Ev pirsgirêk bi giranî ji ber nebûna stratejiyek zelal a ji bo avêtina çopê ne. Li gorî raporê, pirsgirêka berdewamiya qutbûna ava vexwarinê dihêle ku welatî bi gelek zehmetiyan re rû bi rû bimînin. Di raporê de hat destnîşankirin ku divê pirsgirêka jîngehê ji aliyê sosyolojîk ve bê çareserkirin. Li gorî raporê hat dîtin ku her binpêkirina mafê jîngehê binpêkirina mafên mirovan e. Rapora salane destnîşan kir ku pîvana jîngehê yek ji girîngtirîn pîvanên geşepêdana domdar e, ne kêmtir ji pîvana aborî û ya civakî ye."