Mala Jin bû modela şoreşa jinê - 7

Rêveberî û Endamên Malên Jinan ên li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê avakirin, rol, erk û xebatên ku Mala Jinan didin meşandin de wiha gotin: “Mala Jinan cihê çareserkirin û xwedîderektina li jinan e.”

“Malên Jinan ên li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê stûna jinên tevahî pêkhateyan e”

EBÎR MIHEMED

Qamişlo- Di dirêjahiya dîrokê de, jinan para xwe ya herî mezin ji zilm û zordariyê girtine, bêguman ev zordarî ji aliyê hişmendiya zilamsalarî ve dihat pêkanîn da ku jina xwedawend dûrî dîroka xwe bikeve û êdî yên serdest bibin hikûmdar. Ji lewre jî tê dîtin ku ev hişmendî û pergala desthilatdar heta sedsala 21’ê hat. Wekî tê zanîn ku neheqî û zordarî tu car bi ser nakeve, mînaka herî mezin jî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku jinan tê de mohra xwe li dîrokê daye ye. Tevî van gavên pîroz, hîn jî pêwîstî bi navend an jî saziyekê ku di nava civakê de bibe piştek ji jinan re û pirsgirêkên wan ên civakî û malbatî çareser bike û xwedî li mafên wan derkeve heye. Li ser vî esasî, Mala Jinan li Rojavayê Kurdistanê hat avakirin û şaxên xwe li tevahî Herêmên Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê belav kir. Têkildarî vê mijarê, Endam û Rêveberên Mala Jinan a Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêrînên xwe parve kirin.

“Mala Jinan a Taxa Şêx Meqsûd di hemû kêliyan de li kêleka jinan bû”   

Rêvebera Mala Jinan a Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê Perîşan Reşîd da zanîn ku armanca vekirina Mala Jinan ne tenê ji bo çareserkirina pirsgirêkan e, di heman wextî de jinan ji hemû hêlan ve perwerde kirine û got: “Mala Jinan a Taxa Şêx Meqsûd di sala 2011’an de hat avakirin, di Helebê de tenê şaxek Mala Jinan heye. Armanca vekirina Mala Jinan li Helebê ne tenê ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan bû, di heman wextî de ji bo perwerdekirina jinan ji hemû hêlan ve ku em jî ji wan jinan bûn ên derbasî perwerdeyên Mala Jinan bûn û heya astekê têgihîştin û zanisteke me hat avakirin. Pêwîst e her jin xwe perwerde bike da ku nas bike kesayeta wê çi ye, mafên wê çi ne û erka wê di vê jiyanê de çawa dê bi rengekî saxlem were buhirandin. Di navbera Mala Jinan, komîn û meclisê de koordînasyoneke xurt heye û em bi hev re dibin alîkar da ku em bikaribin feydeyê li jinan û civakê bikin. Banga min ji bo tevahî jinan heye ku berê xwe bidin Mala Jinan û xwe lê bihewînin berî ku pirsgirêka wan mezintir bibe ji bo ku em bibin beşek ji çareserkirina pirsgirêkên wan û xwedî li wan derkevin û bi zirarên herî kêm xwe bigihîjînin encameke baş. Ji ber ku Mala Jinan cihê çareserkirin û xwedîderketina li pirsgirêkên jinan e.”

“Mala Jinan a Minbicê di sala 2016’an de hat avakirin”

Rêvebera Mala Jinan a bajarê Minbicê Îman Hemşo der barê Mala Jinan a bajarê Minbicê de got ku bi rizgarkirina Minbicê ji çeteyan, Mala Jin jî hat avakirin her wiha destnîşan kir ku ew têdikoşin ji bo ku pirsgirêkên malbatî mezintir nebin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Mala Jin a Minbicê di destpêka rizgarkirina Minbicê de di sala 2016’an de hat avakirin. Serdana jinan ji Mala Jinan re zêde bû, ji bo vê yekê jî me pêwîstî bi vekirina hin navendên din dît li gundewarên Minbicê ku ew jî 3 ne. Her wiha da ku em bikaribin xwe bigihîjînin hejmareke mezintir ji jinên Minbicê ji ber gelek jin nikaribûn xwe bigihîjînin bajêr. Mala Jinan saziyeke civakî ye û her kes dikare berê xwe bidê. Destpêkê jin an jî mêr pirsgirêkên xwe radigihînin paşê em dest bi nîqaşê dikin ew jî hewldanek e ji bo çareserkirina pirsgirêkê bêyî ku mezintir bibe û bigihîje dadgehê. Carna nîqaş vediguherin rûniştandinan ku hin ji wan bi mehan dirêj dikin, ji ber ku her pirsgirêkek ji ya din cuda dibe. Bêguman her pirsgirêkek jî çareseriya wê heye. Em têdikoşin ku her du aliyan perwerde bikin ji bo hevjîn ji hev dûr nekevin, ji ber ku her malbatek teqez dê pirsgirêk tê de çêbibin.”

“Li Minbicê di nava salek de nêzî 1755 pirsgirêk hatin çareserkirin”

Îman Hemşo da zanîn ku Mala Jinan a Minbicê di nava salekê de nêzî 1755 pirsgirêk çareser kirine û wiha bi dawî kir: “Piraniya pirsgirêkên ku em rastî wan tên zewaca di temenê bicûk de û pirzewacî ye û pirê caran digihîjin asta berdanê ger hin alî nekevin navberê. Rewşa Minbicê hinekî hesasiyeta wê hebû, ji ber ku demek dirêj Cêş El-Hur ên bi ser navê dewleta tirk  û DAIŞ’ê dagir kiribûn, ev yek jî sedem bû ku pergala wê cuda be û karekî girantir divaiy ku ev sîstema şaş a hatibû rûniştandin, were sererastkirin. Jinên Minbicê gelek êş û zordarî ji aliyê van hovan ve kişandin û bi vekirina Mala Jinan hêviyên wan mezin bûn û êdî bêhna azadiyê girtin. Bûn wargeh ji jinên hemû pêkhateyan re, ji bo vê yekê jî jinan bêbawerî û hêz ji vê malê girtin, çi jin be û çi jî mêr be eger bawerî nedîtibûna dê berê xwe nedanê. Em pir serbilind in ku heya roja îro me dikaribû 1755 pirsgirêkan çareser bikin û di demên pêş dê kar û xebata me zêdetir bibe da ku em pirsgirêkên din jî çareser bikin. Hêviya min jî jinan ew e ku zewaca di temenê bicûk û pirzewaciyê tu carî li ser xwe qebûl nekin ger li pêşiya van tiştan bisekinin dê bikaribin xwe ji tehlûkeyan xilas bikin.”

“Mala Jinan a Reqayê veguherî Nivîsgeha Kombûyîna Zenûbiya”

Berdevka Ofîsa Komîteya Edaleta Civakî ya Nivîsgeha Kombûyîna Zenobiya ya Jinên Reqa û Gundewarên wê Zehra Şilaş diyar kir ku di sala 2021’an de Mala Jin a Reqayê veguherî Nivîsgeha Kombûyîna Zenobiya ya Jinên Reqa û Gundewarên wê, her wiha da zanîn ku di van salên xebata wan de nêzî 1080 pirsgirêk çareser kirine û wiha pêde çû: “Mala Jin a bajarê Reqqayê di destpêka rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê di sala 2018’an de hat avakirin. Di sala 2021’an de Mala Jin veguherî Nivîsgeha Kombûyîna Zenûbiya ya Jinên Reqa û Gundewarên wê. Li Reqayê û gundewarên wê 19 Komîteyên Sulhê li cihên wekî Xatûniye, Serhebiye, Hey El- Medîne, Rimêla û Hey El-Ekrad û tevahî navçeyên wê hene. Her wiha 20 Nivîsgehên Kombûyîna Zenobiya heye. Armanca vekirina vê nivîsgehê ew e ku em bikaribin pirsgirêkên hevjîn û bi taybet malbatan çareser dikin. Gelek doz tên ber destê me û piraniya wan jî girêdayî jin in, di salê de nêzî 1080 doz tên çareserkirin. Eger li gel me neyê çareserkirin, wê demê em dozê cem xwe didin sekinandin û dişînin Desteya Dîwana Edaleta Civakî ya Reqayê.”

“Mala Jinan a Kantona Şehbayê, nêrîn û hişmendiya şaş guhert”

Endama Mala Jin a Kantona Şehbayê Silava Cuma qala hişmendî û nêrînên ku di mejiyê welatiyên Şehbayê de hatibû rûniştandin ku Mala Jinan a Şehbayê dikaribû vê hişmendiyê bide guhertin û jinan li xwe bihewîne û got: “Mala Jinan a Şehbayê bi 3 endaman di sala 2017’an de dest pê kir û her jinek ji pêkhateyeke cuda bû. Me gelek zehmetî dîtin di destpêka avakirin Mala Jin li vê kantonê, ji ber ku kantona me di bin dagirkeriyê de bû çi ji milê DAIŞ’ê û çi jî ji milê Cêş El- Hur ve be zehemtî hatin jiyîn. Her wiha Şehba bi taybetmendiya xwe xwedî adet û kevneşopiyên kevin bû û tirsa wan ji Rejîma Baas’ê hebû, di encamê de jî qebûlkirin tune bû. Bi demê re, guhertinên ji kokê ve çêbûn, gava Mala Jin derbasî her malekê bû, her jinek rastiya vê Malê nas kir, êdî nêrîna şaş a ku hatibû standin li ser Mala Jin hat guhertin û famkirineke rasterast ava bû. Bi van gavên serkeftî re êdî Mala Jin xwe berfireh kir û navendên wê li gelek navçeyên din ên Şehbayê ava kir. Bi taybet dema gelê Efrînê tevlî gelê Şehbayê bûn ev yek hişt ku qebûlkirinek çêbibe û jinên vê Kantonê jî li xwe vegerin û mafê xwe nas bikin. Bi saya tekoşîna Mala Jin êdî jin bi xwe gihiştin wê ferqê ku gereke jin bi xwe li kêlekî jinê bisekine û destek bide wê. Em wekî Mala Jin erkê li ser milê me ku em jinan perwerde bikin û hişyar bikin, gereke jin li pey mafê xwe bikeve, eger em xwedî li mafê xwe dernekevin dê tu kes xwedî li me dernekeve û tiştekî ji me re neke.”

“Mala Jin a Tebqayê xwedî li jinan derdikeve”

Rêveberiya Mala Jin a bajarê Tebqa Recae Ebid El- Rehîm got ku Mala Jin a Tebqayê bûye mîna malzarokekê ku hemû jinan dihewîne û xwedî li wan derdikeve û wiha axivî: “Mala Jin di sala 2017’an  de li bajarê Tebqayê hat vekirin û 7 Malên din jî li gundewarên wê hatin vekirin. Destpêkê Mala Jin ji çend komîteyan pêk dihat û yek ji wan jî Komîteya Sulhê, erkê me yê sereke jî lihevanîn û çareserkirina pirsgirêkên jin bû. Mala Jin mîna malzarokekê bû ji tevahî jinan re bi taybet ku ev Mal ji encamên pergala Neteweya Demokrat e. Di salên berî rizgrakirina Tebqayê jin kole bû, tu mafê wê nebû û zilmeke mezin ji destê çeteyan û şer dîtibûn, ev yek jî bandoreke mezin li derûniya jinan kiribû. Der barê vê yekê de, komîteyên perwerdekirinê hatin avakirin û li ser esasê vegerandina jinan ji jiyana normal re, perwerde dihatin dayîn. Di bajarên wekî Tebqayê de adet û kevneşopî sereke girtine û ev mijar bandoreke neyînî li nivşê pêşerojê dike, bêguman kedeke mezin hate dayîn ji bo sererastkirina têgîna Adet û kevneşopiyên şaş û nebaş û heya roja îro em tekoşîn dikin ji bo vê yekê ji ber gelek ciwan bûn qurbaniyên adetan heya gihîştin asta xwekuştinê. Sal bi sal guhertinên berbiçav çêbûku hişmendiya civakê ber bi başbûnê ve biçe. Taybetî di sala 2022’an de û li gorî belge û arşîfên me, hejmara pirsgirêkan kêmtir bûye ji salên borî. Ez dixwazim dengê xwe bigihînim cîhanê û bêjim ku sîstema Rêveberiya Xwerser a Neteweya Demokratîk û parastina mafên jinan ne şaş e û dê ev sîstem pêşeroja me ronî bike.”

“Mala Jinan a Herêma Firatê ji jinan re bû bingeha bawerî û hêzê”

Rêveberiya Mala Jinan a Herêma Firatê Şaha Elî teqez kir ku mala li herêma Firatê ji jinan re bû bingeha bawerî û hêzê û wiha pê de çû: “Mala Jinan a Herêma Firatê di sala 2012’an de hat vekirin û ev jî bi hejmara xwe 10 in. Di wê demê de tundî, zilim û zexteke mezin ser jinan hebû, ji bo vê me pêwîstî bi vekirina navendek dît. Berî ku Mala Jinan were avakirin, jin bi navê berdanê dihatin naskirin ji ber têgihîştin tune bû, piştî ku Mala Jinan hat avakirin, pê re komîteyên me hatin avakirin û xebata ji bo guhertina hişmendiya şaş li ser jinan dest pê kir. Rola ku komîteyên me pê radibin, perwerdekirina endamên civakê bi tevahî pêkhateyên xwe. Hin caran me astengî dikişandin ji ber ku di demên berê de zagonên jinan tune bûn û ev yek jî gelekan ji xwe re wekî derfetek didît û li hember jinan didan şuxilandin, dîsa jî em xwedî li wan jinan derketin û heya roja îro jî em xwedî lê diderkevin. Mala Jinan a Herêma Firatê ji jinan re bû bingeha bawerî û hêzê ku ji xwe re cihekî ewlehî û azadiyê digirin dest.”

(Bi dawî bû.)