Jinên Kurd ên ku li dijî desthilatdariya AKP’ê têkoşiyan – 2

Jinê Kurd ên ku li dijî polîtîkayên AKP’ê yên dijminane yên li dijî jin û Kurdan têkoşînek mezin meşandin, ji hevserokatiyê heya kotaya siyasetê, jin di her warê jiyanê de bûn pêşeng.

DELAL SARI

Navenda Nûçeyan- Jinên Kurd li dijî polîtîkayên dijminane yên li dijî jin û Kurdan xwedîderketina li nasname, jiyan û maf û îradeya xwe berdewam dikin. Jinên Kurd li girtîgeh, kolan, meclis, mal di platformên navneteweyî de, çalakî û têkoşîna xwe didomînin. Li Tirkiyeyê ji hibijartinên 14’ê Gulanê re hindik maye. Em ê di beşa duyem a dosyaya xwe de bi hinek mînakên dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ ku veguherî dirûşma hemû jinên cîhanê, tevgera jinên Kurd li dijî rejîma zextê ya desthilatdariya AKP’ê têkoşiyan û çalakiyên hevgirtinê li dar xistin.

*Di hilbijartina 3’ê Mijdara 2002’yan de di lîsteya DEHAP’ê de zêdetirî 100 namzedên jin hebûn. Piraniya wan di rêza yekem de cih girtin. (2002)

*Însiyatîfa Dayikên Aştiyê daxwaz ji parlamentoya Ewropayê kirin. (2002)

*Ji 21’ê Adara sala 2013’an de pêvajoya çareseriyê hat destpêkirin. (2003)

*Li ser banga Însiyatîfa Dayikên Aştiyê 120 jin ji Stenbol, Amed, Êlih, Riha, Qoser, Sêrt, Nisêbîn û Dîlokê berê xwe dan wezareta fermandariya giştî ya li Enqereyê. Li serê wan  laçikên spî, di destên wan de kulîlkên spî daxwaz kirin ku bi fermandarê giştî yê wê demê Hilmî Ozkok re hevdîtinê bikin lê belê daxwaza wan a hevdîtinê nehat pejirandin. Ev çalakiya dayikan gelek deng veda. (2004)

*Dengê ‘Jinên Reş’ ku me di dema şerê Filistîn û Îraîlê de bihîstibû, ji bo pirek di navbera jinên Kurd û tirk de were avakirin hatin Mêrdîn û Amedê. (2005)

*Tevna Stenbolê ya meşa cîhanî ya jinan, di daxuyaniya ku li Galatasaray da de, bal kişand ser atmosfera nijadperest a li dijî Kurdan û milîtarîst bilind bûye. Hat destnîşankirin ku operasyon herî zêde gelê sivîl, bi taybetî ziyanê dide jinan. (2005)

Jin her dem alîgirên aştiyê ne

*Ji dayîkên aştiyê Muyesser Guneş di çarçoveya çalakiyên ‘Ji bo aştiyê 1000 jin’ de bû namzeda xelata azadiyê ya Nobel. (2005)

*Komcivîna stargeha jina a 8’emîn biryar girt ku navenda Selîs ya hevgirtina jinan malavanuya wê bikin. (2005)

*Însiyatîfa Dayikên Şemiyê bi daxwaza efuya giştî û aştiyê destê xwe bi hev ve zincîr kirin çalakî li dar xistin. Di çalakiya dayikên aştiyê ya li Amedê de pankarta “Li welat şer, li cîhanê aştî” hat vekirin. (2006)

*Însiyatîfa Dayikên Aştiyê li dijî operasyonan di 1’ê Îlonê roja aştiyê de li sînorê Silopiyayê ‘Konê Aştiyê’ vedan. (2006)

*Partiya Civaka Demokratîk (DTP) di sala 2005’an de hat avakirin. DTP’a ku biryara hevserokatiyê da Aysel Tugluk bû hevserok. Di 25’ê Hezîrana 2006’an de kongreya xwe ya mezin a a 1’an li dar xist. (2006)

*Di 1’ê Îlonê roja aştiyê de rêxistinên jinan ên ku li Stenbolê hatin ba hev meşek li dar xistin û gotin; ‘Bila leşkeran neşînin Lubnanê:’ (2006)

Kotaya jinan bû ji sedan 40

*Însiyatîfa ji tundiya li hemberî jinan re bêje na, di hefteyên dawî de bal kişand ser tehrîkkirina nijatperestî û netewperestiyê jiyana taybet a jinên Kurd xistin nûçeyên derew û xwestin ev kampanyayên reşkirinê bi dawî bibin. (2007)

 *Di bernameya DTP’ê de diyar kirin ku azadiya jinan û temsîlkariya wan girîngiyek stratejîk daye, di rêzika partiye de rê da koteya jinan a ji sedî 40. Bi hişyariya daniştay ji rêzikê hatibû derxistin bi awayekî fiîlî sîstema hevserokatiyê domiya. (2007)

*Li Amedê di 29-30’ê Îlonê de di konferansa li Tirkiyeyê Kurd, ji bo pêvajoya aştiye pêwîstiyên bingehîn de rûniştina ‘Lênêrîna di pencereya zayenda aştiyê de’ hate lidarxistin. Di rûniştinê de ti tevgera ‘Jinên Reş’ yên li Sirbistanê (Women in Black)  Adriana Zaharijeviv bû bejdarvan. (2007)

*Şaredariya Rezana Amedê bi dirûşma “Gotinên ku em bibêjin û hêza me ya guhertinê heye” bi jinan re hatin ba hev. Jinan pirsgirêkên ku di erdnîgariya lê dijîn û ji bo li hemberî van pirsgirêkan bisekinin nîqaş kirin. (2007)

*Meclisa aştiyê ya Tirkiyeyê bi sernavê ‘Di pêvajoya nû ya destûra bingehîn de, demoqratîkbûn û pirsgirêka jinê’ de sempozyumek li darxistin. Jin di sempozyumê de bal kişandin li ser giringiy aştiyê û gotin; ‘Hemû kes aştiyê dixwazin, herî zêde jin dixwazin.’ (2008)

*Komeleya Gokkuşagî ya jinan di cîvîna ku li darxistin de parlementerên DTP’ê Sevahir Bayındır, Fatma Kurtulan û Sebahat Tûncel, bi femînîst, rêxistinên jinan û jinên temsîlkarên koma sosyalist re hatin ba hev.  Di meclîsê de bal hat kişandina li ser zoriyên siyasetkirinê, hebûna jinên parlementer ên Kurd û ew nijatperestiya ku rastî tên. (2008)

*DOKH bi dirûşma ‘Gotinê ku em bêjin û hêza me ya pêşxistina çareseriyê’ heye si miting aku li Amedê hatî li darxistin de li bajarên Enqere, Stenbol, Îzmir, Mersîn, Adana, Wan, Agirî, Colemêrg bi hezaran jin hatin.(2009)

*Platforma hevgirtina jinan a DOKH û DTP’ê ji bo jinên di operasyona li dijî KESK û DTP’ê de hatin girtin werin berdan dest bi kampanyaya îmzeyan kirin. (2009)

Jin li ser aştiyê axivîn

*Jinên ku xwestin pirsgirêka Kurd bi awayek demokratîk û adilane were çareserkirin, piştî li Enqere, Amed, li Zozanên Berçelan ên Colemêgergê, li Stenbolê careke din hatin ba hev û ‘Ji bo aştiyê foruma jinê’ li dar xistin. (2009)

*Jinên ku ji pirsgirêka Kurd bi awayek demokratîk were çareserkirin ketin tevgerê, bi ilatforma ji bo aştiyên tujî gotina xwe bêje’ hevditinên ku Li Amed û Enqere hatin kirin, ji bo ya sêem li zozanên Berçelelan ya Hakarî hatin ba hev. Şevekê nobeta aştiyê hat girtin. (2009)

*DOKH li Amedê konferansa jinan a netewa Kurd li dar xistin. Di konferansê de jinên Kurd ên ku surgunê çar aliyên cîhanê hatin kirin û jinên Kurd ên ji welatên weke Kanada, Îsvîçre, Almanya, Iraq, Îran, Sûriyeyê dijîn jinên Kurd ên akademîsyen, hunermend, parlamenter û jinên ku li saziyên der barê mafên jinan de têdikoşin de dixebitin, bi giştî 150 delege beşdar bûn. (2010)

*Tevgera jinan a demokratîk, tevgera jinên azad a demokratîk (DOKH), meclisên jinan ên sosyalist û rêxistin demoqratîka nû ên jina û partiya tevgera kedakran (EHP) jin hatin ba hev. Ji bo refarandûma destûra bingeîn ‘Eniya baykotê ya jinên hatin binpêkirin û kedkar) hate avakirin. (2010)

*Partiya aştî û demokrasiyê di kongreya awarte de Gultan Kuşanek weke hevserok hilbijartin. (2010)

*Jinan li Stenbolê roja ku TBMM vekirin anîn ziman ku aştiyê dixwazin. Xwestin ku lêgerîna BDP’ê lihevkirinê were bersîvdayîn. Jinê ku polîtalayên AKP rexne kirin destnîşan kirin ku bedelê şer herî zêde jin didin. (2011)

Li Qersê parlamentera yekem a jin

*Dayikên Aştiyê yên Wanê li ser gotina serokê wê demê Tayyîp Erdoxan ‘Hûn ê vê carê laçika li ku daliqînin’ gotin em ê laçikên xwe yên spî jê re bişînin. Însiyatîfa Dayikên aştiyê ji bo êrîşên hewayî yên li ser Qendîl protesto bikin hatin Colemêrgê, di 21’ê Tebaxê de laçikên xwe yên spî weke nîşaneya aştiyê danîn cihê  ku li Çelê 9 leşker û çeteyek hatibû kuştin. (2011)

*Partiya aştî û Demokrasiyê (BDP) ku piştgiriya Biloka azadî û ked û demokrasiyê kirin, Mulkiye Bîrtane bû yekem parlametera Qersê. (2011)

*Li Stenbolê bi hezaran jin li Kadikoyê 8’ê Adarê roja cîhanî pîroz kirin. Di pîrozbahiyên navneteweyî yên 100 saliyê de, jin li dijî nijadperestî, cihêkarî û mêrsalariyê peyma berdewamkirina têkoşînê nû kirin. (2011)

*Foruma pêşketin û mafê jinan a navnetewî ya AWID a 12’emîn, rûniştina ‘Goftogoya bi jinên Kurd’ re li darxist. (2012)

*Li Stakholm apaytexta Isfeç forma femînstan a nevnetewî a 7’em hate li darxistin. Di formê de hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak û ji Komeleya Amed Ekîn Ceren Fîge Aras Kaplan, weke dawetiyên partiya Çep a Îsfeç bejdar bûn. (2012)

*Li Gundê Roboskî yê Qilabana Şirnexê 28 jê ji heman malbatê piranî jê zarok 34 kes ji ber bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk di 28’ê Kanûna 2011’an de hatin qetilkirin. Jin piştî komkujiya Roboskê ji bo parvekirina êş û hevgirtinê çûn Roboskê. (2012)

Dayikên Şemiyê careke din li Galatasarayê bûn

*Akademiya Jinan a Amargî ku ‘nîqaşên femînîzma Amargî’ li dar xist, bi mijarên ‘Tevgerên jinên Kurd û Femînîzmê’ berdewam kir. (2012)

*Dayikên Şemiyê piştî 10 salan di sala 2009’an de careke din li meydana Galatasarayê dest bi çalakiya rûnistinê kirin. (2014)

*Siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Doxan û Leyla Şaylemez li Parîsê hatin qetilkirin, li Amedê bi beşdariya 10 hezaran kesî merasim hat lidarxsitin. Piştî merasîma cenazeyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez bi konvoyan ber bi warê wan Dêrsim, Mereş û Mersînê ve hatin şandin. (2013)

*DOKH konferansa 1’em ya jinên Rojhilat navîn, Bakûrê Afrîqa bi bejdariya ji 26 welatan 250 temsîlkara li Amedê hate li darxistin.(2013)

*Li Amedê bi boneya 8’ê Adarê rojî cîhanî a jinan bi pêşengtiya DOKH jinên ku hatin ba hev bi dirûşmeya ji ‘Rozayan heta Sakîneyan, rêy awe rêya meye’ meşiyan. (2013)

Bi jinên Rojhilata navîn re hevgirtin

*Jinan di çalakiyên hemwext li 20 bajaran li darxistin de gotin; ‘Jinên Rojhilat Navîn ne bi tenêye.’ Li serbanga Derketina jinan ya ji bo aştiyê (BIKG)  û jinên ku di çalakiyan de xalên aşitiyê avakirin, helwest nîşanî sûcê çeteyên DAÎŞ’ê yên dijmirovane dan. (2014)

*Parlementera HDP’ê Aysel Tugluk, li sînorê Surye ji bo derbazî Kobanê ya di navbera nafçeya Suruç ya Riha de bibe di saetên nivro de kevir avêt êrîşa polîsan û berxwedan kir. Aysel Tugluk li se rhelwestên hatin dayîn de got ‘Em ne siyasetmedatên kilasîkin. Em tu caran tundiyê na hilbêjêrin, lê dem alu êrîşek çêbibe, emê bi gelê xwe xwe bi parêzin.’ (2014)

*Bi banga Derketina jina ya ji bo aştiyê nêzî 150 jin çûn Cizîrê, dû rojan bi jinê Cizirê re hatin ba hev. (2015)

*Di qedexeya derketian ji derve li bajarên Kurdan hatî îlankirin de, endamê Derketina jina ku xwestin soza avakirina aştiyê ava bikin, li gelek cihên Tirkiyê di heman demê de dest bi çalakiyên deng derxistinê kirin. (2015)

*Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de li taxa Salat a Amed û Bismilê, li ser navê Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Doxan ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin sê park hatin vekirin. (2015)

*Ji bo Aştiyê ji bajarên Tirkiye û Kurdistanê bi imzaya zêdeyî 100 saziyên jinan û rêxistinê LGBTİ+ li Enqere deklarasyonek hevpar aşkira kirin. jinên ku cilên sipî li xw ekirin û qurdeleyên xemir girêdan gotin: “Em jinên vî welatî, aştiyê dixwazin, wê şer hîna çend nesil jiyan bikin? (1’ê Îlonê 2015)

Dest nedin parlamenterên me

*49 sazî û rêxistinên jinan derbarê guherîna rakirina parêzbendiya parlementeran de guherîna qanûnê gotin ‘Na’. Di daxuyaniya hevpar ya sazî û rêxistinê jinan de diyarkirin ku divê pirsgirêka Kurd bi rêyên demoqrasî û aştiyane were çareserkirin, ji bo demoratîkbûna Tirkiyê HDP di her qadê de têkoşînê dikeê bal hat kişandina li di bi navê ‘Rakirina parêzbendiyê’ de dixwazin di parlementoyê de tasfiye bikin. (2016)

*Di şer û mercên OHAL’ê de teb-vgera jinên Kurd ku ji rêistinbûna xw etu tavîzek neda. Tevgera Jinên Azad îlan kir. (2016)

*Di lijneya giştî ya meclisê de palamenetera Sêrtê ya HDP’ê Besîme Konca axaftina bi Kurdî kir. (2027)

*Parlamentera Amedê Feleknas Uca ji aliyê Partiya Çep a Almanya ve (Die Linke) ve layîqî xelata Clara Zetkîn serbilindiya jinan hat dîtin. (2017)

*Parlamentera HDP’ê û hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk leyla Guven darizandin bi edlane nehatiye kirin aşkira kir ku dest bi çalakiyê bê dem û bê dorveger ya gireva birçîbûnê kiriye. Leyla Guven wê demê girtî di hat darazandin. (2018)

*Meclisa Jinan a HDP’ê di çarçoveya kampanyaya ‘Jin li her derê ne’ li 5 bajaran bal kişand ser întiharên jinan û mirin wan a bi guman. (2020)

*Konferansa 2’yemîn a jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ku ji ber şert û mercên pandemiyê hatibû taloqkirin hat lidarxistin. Di konferansa ku tevgera jinên Kurd rêxistin li Beyrûdê ji 18 welatan 100 jin li salonê, 30 jin jî bi awayek online beşdar bûn. (2021)

*Bi boneya 1’ê Îlonê roja cîhanî ya aştiyê, dayikên şemiyê li Enqereyê kom bûn bi pankartên ‘Ji şer na, aştî bila niha be’, ‘Pêwîstiya vî welatî bi aştiyê heye’ ber bi TBMM’ê ve meşiyan. (2021)

*Tevgera Jinên Azad (TJA) li Êlihê bi dirûşma ‘Em li dijî faşîzmê bi biryar û di azadiyê de bi israr in’ konfaransa jinan a 4’emîn li dar xistin. (2022)

*Ji 5 parzemînan 75 jinan bang li NY’yê kirin ku li dijî êrîşên li ser Kurdan bisekinin. Di nava wan de Judith Butler, Angela Davis, Basma Hamdi, Meredith Tax, Janet Biehl, Barbara Ehrenreich, Şamiran Odişo, Çoman Herdi' ji 5 qiteyan 75 jinên çalakgeran bang li NY’ê kirin ku li dijî êrîşên li ser gelê Mexmûr, Şengal, Rojava mekanîzmayên xwe bixin tevgerê kir. (2022)

Sibe: Felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bû nexşeriya tevgerên jinan-3