Hîlala Zêrîn bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrîne – 12

Endama Koma Teatra Sarya Baran, Şevîn Xelîl derbarê beşa çîrokên ku pêşkêş dikin de wiha dibêje: “Çîrokên ku em dibêjin mijara xwe ji têkoşîn, berxwedan, hebûn û rengê jinê digire.”

‘Çîrok parastina wêjeya kurdî dike’

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo – Rastî û hebûna mirovan di dîrokê de veşartiye. Gelê qedîm ya kurdan da ku dîroka wan winda nebe bi riya dengbêjî, çîrok û stranan karibû biparêze. Çîrok û destanên kevnar ên gelê kurd ku ji Edûlê-Derwêş- Mem û Zîn û gelek ji wan heye ku heta niha li ser lêvan e û bi riya dengêjî, stran û çîrokan tê gotin. Di her çîrokek de bûyerek, di her bûyerek de qehremantî û di her qehremantî de serkeftinek gengaz e û çîroka kurdan jî karibû herdem hêz, îrade, têkoşîn û berxwedana xwe ji wan werbigire ku heta niha li dijî hemû cure êrîş û kiryaran têdikoşe. Tevgera Hîlala Zêrîn karibû bi berhemên xwe dîroka çandî ya gelê kurd biparêze û îro bi her awayî zindî dike. Da ku çîroka wan neyê hilandin û di aqil û hestên gelan de biçînin, beşa çîrokan avakirine. Jin û zarok divê beşê de gelek serkeftin bi dest xistine, her wiha gelek xelek çêkirine û çîroka heyî dane nasîn. Di derbarê vê beşê de Endama Teatra Sarya Baran, Şevîn Xelîl nirxand.

‘Dewlemendiya çand û hunerê çîrok e’

Şevîn Xelîl girîngiya çîrokê wiha parve dike: “Di Hîlala Zêrîn de gelek beşên hunerê hate avakirin ku yek ji wan şanoye û di nava şanoyê de beşa çîrokê ye. Me xwest em bernameya çîrokan çêkin û çîrokan ji xwe re bingeh bigirin. Tişta herî zêde çand û hunerê dewlemend dike çîrok e. Çîrokên kevin ên berê bi devê dayikan hatiye gotin, me xwest zindî bikin. Berê dayik û dapirên me çîrok digotin û îro em jî dixwazin ew li me guhdar bikin, ji ber me çîrokan ji wan girtiye. Dema çîrok pêş dikeve, ziman jî pêş dikeve, ji lewra me xwest vê xalê ji xwe re bingeh bigirin û zimanê me neyê pişaftin.”

Du sal in beşa çîrokê hatiye avakirin

Şevîn Xelîl da zanîn ku ew nêzî du salin çîrokan vedibêjin û wiha domand: “Ev du salin beşa çîrokê hatiye avakirin. Koma Teatra Sarya ji jinên ciwan pêk dihat û her yek ji me her heftê carekî çîrokek digot. Me çîrokên kevnar ji dayik û dapirên xwe dibhîst û em dihatin wek xelek me digot. Her ku diçû, me gavên baş davêt û bala zarokan jî dikişand, ji lewra me xwest zarok jî çîrokên ku ji dayik û dapirên xwe guhdar dikirin, bibêjin. Berê me li ser dîkê çîrok nedigotin, lê niha em bi awayekî zindî çîrokan pêşkêş dikin û tevlî şevbûhêrkan dibin û di mîhrîcanan de rengê xwe nîşan didin. Em bi cil û bergên xwe deqê xwe tevlî hemû şahî û mûnasebetan dibin û ev yek bandor li civakê dike. Me xwest bi riya çîrokê, gel vegerînin çanda wan a kevnar.”

‘Çîrok wêjeya kurdî diparêze’

Şevîn Xelîl armanca avakirina beşa çîrokê wiha tîne ziman: “Armanca avakirina beşa çîrokê, parastina wêjeya kurdî ye. Wêjeya kurdî di çîrokan de pir tê parasin. Em çîrokan, ji her herêmekî dibêjin û heta devokî jî tê guhertin ku dewlemendiya zimanê me derdikeve holê. Wêjeya kurdî bi riya çîrokan tê parastin û dewlemend dibe. Di demek pir dirêje ku dijmin dixwaze zimanê me qir bike, ji lewra me xwest bi riya çîrokê zimanê xwe biparêzin.  Xwezaya çîrokê ziman diparêze.”

104 xelekên çîrokan hatiye gotin

Şevîn Xelîl da zanîn ku ew di nava du salan de 104 xelekên çîrokê gotine û wiha dom kir: “Beşa çîrokan di gava yekem de bi 5 endaman destpêkir û her ku çû zêde bû. Koma Teatra Sarya Baran komek jin e û parastina dîrok û çîroka jinan dike. Dema dayikek me dibîne, çîrokan dibêje, ji ber dizane dê çîroka wan bê parastin. Di nav koma me de zarok jî hene û ew jî çîrokan dibêjin. Her ku zarok zêde dibe, beşa çîrokan jî taybet dibe. Beriya ku em dest bi çîrokan bikin me 6 meh perwerde dît û piştî me perwerde dît, me dikarî bi rihetî çîrokan vebêjin. Em him perwerdeyên pratîkî, him jî teorî dibînin. Perwerdeyên me yên mîna Strêj Konsoyon(ya laş), mîmîk, deng û rîtîm dibînin, dema em van perwerdeyan dibînin xurtir dibin. Em çîrokên kevnar dibêjin. Heta niha me 104 çîrok gotiye.  Elbet em gelek sûd ji pirtûkên çîrokan jî digirin. Çîrokên ku em dibêjin piranî mijara xwe ji jinê digire. Her wiha rola jin û zarokan em esas digirin. Ji bo zarokan jî mijarên mîna lawir û jiyana gundan tên gotin. Du bernameyên me yên mîna hebû û tunebû, çîrok û çîvanok heye. Hebû tunebû çîroka mezinan e û çîrok çîvanok ya zarokan e.”

‘Dema çand tê qirkirin, hebûn jî tê qirkirin’

Şevîn Xelîl qala navê Teatra Sarya, Baran wiha dike: “Sarya û Baran du hevalên hev ên tiyatrone. Koma me jî ya jine, me navek wiha hilbijart. Koma Teatra Sarya Baran gelek perwerdeyên girîng dibînin û di beşa şano de gelek gav davêjin û perwerdeyên ku dîtine, didin zarokan jî, em jî hewil didin weke wan bikin. Li Rojavayê Kurdistanê derfetên şanoyê kêm e, ji ber ku mamoste kêmin. Em dixwazin perwerdeyên ku heyî û tiştên ku em hîn bûne, bidin derdora xwe. Em niha di rewşek awarte re derbas dibin ku herêmê me herdem rastî êrîşan tê û kesên ku dixwazin perwerdeyên şanoyê bidin me, ji ber zirûfan zehmetiyan dijîn. Şano hunereke û di nava xwe de gelek dewlemend e. Dema çand bê qirkirin, hebûn jî tê tunekirin. Bingeha hemû jiyan û civakê çand e. Em dixwazin li gor derfetên xwe derdora xwe pêş bixînin û xwedî li çanda jinan derkevin.”

‘Em dixwazin çîroka xwe li her aliyên Kurdistanê pêşkêş bikin’

Şevîn Xelîl daxwaz û xeyala xwe wiha anî ziman: “Xewin û xeyalên koma Teatra Sarya Baran ewe ku em dibistana şano vekin û perwerdeyên xwe bighênin hemû kesên ku şano hezdikin û dixwazin şanoyê de pêş bikevin. Her wiha xeyala me ya herî mezin ewe ku, ji ber Kurdistan çar perçeye, em dixwazin bi şano bikin yek perçe, em dixwazin li ser dîka Amed, Rojhilat, Başur bileyîzin. Niha derfet nîne û em di nava şer de ne, lê ew hesret û daxwaz dê her di dilê me de be. Em dixwazin Kurdistanê bikin yek perçe û dîroka xwe bijîn û şanoya kurdî pêş bixînin.”

Sibê: Şoreşa Jinê, beşa sînemayê li Rojavayê Kurdistanê ava kir