Hîlala Zêrîn bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrîne – 11

Endama Hîlala Zêrîn a beşa studyo deng û reng, Zeyneb Mensûr kar û xebatên studyoyê nirxand û got ku armanc bi avabûna beşa studyo di Hîlala Zêrîn de ew e ku keda jinan deng û reng derxin.

‘Studyo bi hestên jinan berheman derdixe’

Qamişlo – Jinên xwedî şoreşê bi berhemên dîrokî û çandî careke din dîroka xwe zindî dikin. Bi şoreşê re gelek tişt bi dest ketin û jinên ku xwedî dîrok bûn dikaribûn van destkeftiyan bi şoreşê re vegerînin û nasnameya xwe qezenc bikin. Jinên Rojavayê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe dikaribûn careke din çand, huner û nasnameya jinan bi kar û xebatên xwe re vegerînin. Îro Hîlala Zêrîn nasnameya çanda jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku li gelek deran rêxistinbûna xwe ava kiriye û bi beşên hunerê dikaribû jinan vegerîne çanda jinên xwedawend. Îro bi gelek beşên xwe mohra xwe li dîrokê dide û ji wan beşan yek jî beşa studyoye ku dixwazin deng û rengê jinan di studyoya deng û rengê de nûjen bikin. Studyoya Şehîd Berçem a deng û reng beriya salekê xwe bi rêxistin kiriye û dengê jinan tomar dike, rengê jinan derdixe. Armanca avakirina beşa studyoyê ew e ku berhema jinan a hunerî tomar bike û ev beş bibe xwedî jinan. Studyoya jinan stran û gelek berhemên jinan di vê beşê de tomar dike û gelek berheman jî berhev dike. Têkildarî mijarê endama Hîlala Zêrîn a beşa studyoyê Zeyneb Mensûr kar û armanca vê beşê nirxand.

‘Bi studyoyê em dixwazin reng û dengê jinan ragihînin’

Zeyneb Mensûr avabûna studyoyê wiha dinirxîne: “Studyo bû salek xwe ava kiriye. Armanca me ji vê beşê ew e ku keda jinan a deng û reng derxin. Di demên berê de em her dem li bendê bûn ku dengê jinan tomar bikin û bi demê re derkevin lê niha rewş guheriye û dengê jinan di studyoya jinan de û bi destên jinan tê tomarkirin û bêyî ku em demê winda bikin derdixin. Ferq û cudahî heye ku dema jin deng û rengê jinan di studyoyê de tomar bike hestên wê bi watetir in. Studyoya ku deng û rengê jinan tê de tunebe tama wê û hesta wê tune ye. Armanca me ya sereke ew e ku em bi hestên jinan berheman derxin. Her wiha armanca me ya din jî ew e ku dengê resen ê jinan ê kevin ji bo winda nebin careke din tomar bikin û nûjen bikin. Em naxwazin dengê hunermendên sedsalî yê jinan winda bibe. Ji ber ku di dema xwe de ew stranên kevin û kevnar bi dengê jinan hatine gotin. Di demên berê de ji bo ku jin stranên xwe tomar bikin elbet gelek astengî û zehmetî hebûn. Em îro dixwazin li zehmetiyên ku hatine kişandin û keda ku hatiye dayîn, xwedî derkevin.”

‘Studyo kar û xebatên muzîkê bi rê ve dibe’

Zeyneb Mensûr kar û xebatên studyoyê wiha parve dike: “Studyo hemû kar û xebatên muzîkê bi rê ve dibe. Bi şoreşê re gelek pêşketin çêbûn û ji wan yek jî çand û hunera jinan bû, hîlala Zêrîn dikaribû hemû beşên xwe ava bike û bi demê re pêwîstî hat dîtin ku studyoya deng jî bê vekirin. Me nexwest em li bendê bimînin ku erêkirinek were û dengê jinan bê tomarkirin. Bi avabûna studyoyê re jin bi rehetî dengê xwe tomar dikin û li benda tu kesî namînin. Niha komên heyî û hunermend bi avabûna studyoyê re dikarin hunera xwe derxin. Em niha du endam in û dixwazin bi pêşketina xwe re gelek jinên dixwazin di beşa studyoyê de kar û xebatê bimeşînin perwerde bikin.”

‘Li gorî hestên muzîkê amûran bi kar tînin’

Zeyneb Mensûr bandora beşa studyoyê li ser komên çand û hunerê wiha parve dike: “Karê studyoyê ji karên hunerê cudatir e û karê ku dike dengan tomar dike. Her wiha muzîkên şano, govend û stranan hebin di stûdyoyê de tomar dike û bi rehetî hunera xwe bi wê muzîkê re pêşkêş dike. Her wiha bandora studyoyê li ser fîlman jî heye. Ger bername ne zindî be her kes dikare muzîka xwe di studyoyê de tomar bike. Her wiha em amûrên xwe li gorî muzîkê bi kar tînin. Amûrên mîna saz, tembûr, erbane û def bi kar tînin. Em li gorî hestên muzîkê amûran bi kar tînin.”

‘Studyo ji du beşên mîna reng û deng pêk tê’

Zeyneb Mensûr anî ziman ku ew di studyoyê de li ser du beşan kar dikin û wiha domand: “Girêdana çand û amûrê bi hev re heye û dema jin wê amûrê radike û bi çanda xwe re dike yek, wateya wê xweştir û dewlemendtir dibe. Amûra ku jin radike, bandora çandê lê dike. Dema jin amûrek ji herêmeke din lêdide, di wê herêmê de dijî û çanda wan nas dike. Hest û çand girêdanek bi mirov re çêdikin. Navê studyoya me şehîd Berçem e û du beşên wê hene ew jî reng û deng e. Em bi deng muzîkan tomar dikin û bi reng senaryo û klîban çêdikin. Rengê jinan li her derê cuda ye û di studyoyê de jî bi wate dibe. Bi şoreşê re jinan gelek xebat dan meşandin îro jî em studyoyê bi rê ve dibin. Li Rojava cara yekem e ku studyoyek bi deng û rengê jinan hatiye vekirin. Xebatên studyoyê giran in û xebatek hest û zanist e. Dema hest û zanist dibin yek, ew xebat bi ser dikeve. Dema berhemên ku em çêdikin derdikevin û tên guhdarkirin mirov yekem hestên jinan dijî.”

‘Bi hestên jinan stran derdikevin’

 Zeyneb Mensûr daxwazên xwe wiha anî ziman: “Daxwazên me yên sereke ew in ku jinên di beşa çand û hunerê de baş in, berê xwe bidin me û em bi hev re çanda xwe dewlemendtir bikin. Jin divê pêşeroja xwe bi dest û hestên xwe ava bikin û bibin xwedî armanc. Em dixwazin teşwîq û fikir li gel jinan çêbibe, vê karê bikin. Ev şoreş ji bo me bû hêzek ku em hatin vê rojê. Kar û xebatên me yên demên pêş ew in ku em bi dengê jinan berheman derxin. Her wiha stranên folklorî yên bi dengê jinan hatine gotin em wan tomar bikin. Pir stranên kevin hene ku li ber windabûnê ne, ji bo winda nebin em ê tomar bikin. Em dixwazin stranên ku em tomar dikin, hemû kes guhdarî bike. Ji bo komên me jî çi stran û berhem hene em ê her amade bin. Di riya ragihandinê de dengê me digihîje hemû jinan û em ji hemû jinan hêvî dikin berê xwe bidin çand û hunera jinan. Em dixwazin karê me berfirehtir bibe û em xwe bigihîjînin hemû jinan. Em dixwazin bi riya studyoyê dengê jinan tomar bikin û stranek bi hestên jinan derbixin.”

Sibê: Di Tevgera Hîlala Zêrîn de beşa çîrokê