Tevî derfetên xwe yê kêm alikarî didin mexdurên erdhejê

Di encama kareseta erdheja sûriyeyê de jinên penaber yên Îdlîbê konên xwe ji bo mexdurên erdhejê pêşkêş dikin ji bo rêxistinên navneteweyî li erka xwe ya hawarçûnî rabin însyatîfeke mirovî dan despêkirin.

HADEEL AL-OMAR

Idlib - Piştî kareseta erdhejê, peydakirina cihê rûniştinê ji bo mexdurên erdhejê ku malên xwe winda kirine ji pêdiviyên herî bingehîn e, lewra gelek penaberên jin li kampên Idlibê konên xwe ji bo mexdurên erdhejê vekirin.

‘Erka min bû ez wan di konê xwe de pêşwazî bikim’

Rîham El-Haj Himêdî ya konê xwe yê li kampa Harimê ji bo mexdûrên erdhejê vekir wiha got: “Em hemû tirsiyabûn, zarok digiriyan û bi xwediyên xwe re nava taritiyê bin baranê de dibezîn, erkê min bû ez wan di konê xwe de pêşwazî bikim. Min alîkarî ji gelek malbatan re pêşkêşkir, tevî karînên minî kêm û ji bilî vî konî tiştê min nîne, lê heya niha gelek kes pêşwazî dikim.”

Konê perwerdê ji bo mexdurên erdhejê vekir

Her wiha Zehra El-Helwanî çend konên nava kampên bajarê Selqînê li gel wê bûn ji bo mexdurên erdhejê vekir. Zehra El-Helwanî diyar dike ku ev çend konên wê di projeya xwe ya perwerdehî de bikar dianî, lê ji bo malbatên mexdurên erdehejê vekiriye.

‘Tevî derfetên wan kêm e jî bi qasî dikarin alîkarî dikin’

Firyal El-Ahmar yek ji mexdurên erdhejê ye wiha got: “Karê jin dikin karekî mirovî ye nayê înkarkirin, tevî derfetên wan kêm jî bi qasî dikarin alîkariyan dikin, însiyatîfa wan cihê rêzdariyê ye.”

Firyal El-Ahmar a destnîşan kir ku heya niha ji aliyê tu berpirsiyaran û saziyan ve alîkarî ji wan re nehatiye destnîşan kir ku heya niha jî bi xwedî derketina gel karîne xwe li ser lingan bigrin.