Suhaila Abu Amra ya ji bo jinên li gundan têdikoşe bûye dengê jinan

Suhaila Abu Amra ji 20 saliya xwe ve bi çalakiyên xwe yên xwebexşî ji bo jinan li dijî desthilatdariya mêrsalarî, baviksalarî û kevneşopiyên eşîran hewl dide rewşa jinên li herêmên paşguhxistî biguherîne.

RAFIF ESLEEM

Xeza - Çalakvana femînîst Suhaila Abu Amra bi çalakiyên xwe yên xwebexşane piştgiriya jinên li herêmên hatine paşguhxistin dike û ji bo jin mafên xwe di hemû waran de bi taybetî mafê xwendin û kar bi dest bixin li Şerîda Xezayê dixebite.

Jinên herêma Xirbet Al-Adas a Rojhilatê bajarê Refehê li Başûrê Şerîda Xezayê Suhaila Abu Amra weke ‘Dayika hemûyan’ bi nav dikin. Çalakvan Suaila Abu Amra ya 50 salî 16 sal in bi awayekî xwebexş weke rêvebera komeleya pêşxistina jinan dixebite. Jinên li vê herêmê bi bi çandiniyê û xwedîkirina sawalan debara xwe dikin.

Ji ciwaniya xwe ve ji bo jinan li dijî nêrînên paşverû têdikoşe

Têkoşîna Suhaila Abu Amra ya ji bo jinan ji 20 saliya wê ve heta niha berdewam dikin. Li dijî desthilatdariya mêrsalarî, urf û adetên eşîrî ku rê nadin zarokên wan ên keç di saziyên civaka sivîl de kar bikin têdikoşe. Wekî xwebexş dixwaze rewşa jinên ku weke wê hatine paşguhxistin biguherîne.

Suhaila Abu Amra xwendina xwe amadeyî temam kir. Lê nekarî zanîngehê bixwîne ji ber wê demê xwendina zarokên keç weke sûcekî dihat dîtin. Ji ber fikrek nû ku bikeve nava xizmeta civakê ket serê wê. Wê tevî birayên xwe di nava zeviyan de dest bi karên çandiniyê kir û baş fêr bû, nêzî karê neqişandinê û karê bi saziyên civaka sivîl bû. Di saziyên civaka sivîl de bêhtir çalak bû, beşdarî gelek perwerdeyan bû, di encamê de bû pispor. Hemû gelê Refehê wê bi navê çalakvan Suhaila Abu Amra nas kir.

Dest bi xebata di komeleyê de kir

Piştî ku rojekê çû serdana saziya pêşveçûna jinên gundan, bû rêvebera wê saziyê û endama encumena rêveber li ser asta Filistînê li Şerîda Xerbî û ya Xezayê. Dît ku ev komele li gorî wê ye ji ber wê  hefteyê du rojan bi awayekî xwebexş tê de kar dikir.

Dayika Suhaila Abu Amra, di xebatên wê de piştevana wê ya herî sereke bû. Ji bo dayika xwe wiha got: “Dayika min rê da ku birayên min razî bibin ez di komeleyê de kar bikim lê gelek roj û nîqaşên dirêj pêwîst kir, wan azadiya min tevî gelek şert û merc dan min. Piştî demekê karê min bû hefteyê 3 û piştre bû 4 roj.”

Li komeleyê semîneran ji bo jinan dide

Her wiha wê di komeleyê de semîneran ji bo jinan dida bi armanca ku jin mafên xwe bizanibin û biparêzin. Ev yek jî rastî nerazîbûna mêrên gund hat. 30 salên kar bi berdewamî fikrên mêran guhert ku îro keçên xwe dişînin komeleyê ji bo kar.

Rola Suhaila Abu Amra di piştgiriya jinan de girîng bû bi taybetî jinên malbatan xwedî dikin, projeyên dirûtinê û pêşxistina karên çandiniyê vekir û bi ser ket.

Suhaila Abu Amra bal kişand ser pêdiviyên herêmê bi projeyên xwedîkirina mirîşkan û pez û berhemên heywanî bi giştî kir, li gel projeyên enerjiya rojê û çandiniyên cuda. Her wiha ew civînên hişyariyê di gelek mijaran de li dar dixe, mijarên girêdayî mafên jinan û rewşenbîrî ku di encamê de nêrîna jinan di wan mijaran de ber bi başiyê ve tê guhertin.