Serdeşta çiyayê Şengalê bi keda gel dibe biheşt

Li Serdeşta çiyayê Şengalê ev 8 salin gel bê navber ji bo warê xwe bikin biheşt dinava liv û tevgerê de ne. Şêniyên Serdeştê ji aliyekê ji bo debara jiyana xwe, ji aliyê din jî ji bo warê xwe wekî berê bikin dar, bax û bostan kedek mezin didin.

EVÎN ZENDA

Şengal- Li serdeşta çiyayê Şengalê ev 8 salin gel bê navber ji bo warê xwe bikin biheşt di nava liv û tevgerê de ne. Şêniyên Serdeştê ji aliyekê ji bo debara jiyana xwe ji aliyê din jî ji bo warê xwe weke berê bikin dar, bax û bostan kedek mezin didin. Di encama keda gel de Serdeşta çiyayê Şengalê ya ku şêniyên wê piranî di konan de jiyîn ewqas xweş kirine ku ji her devera Şengalê gel ji bo vê xweşikiyê bînin berê xwe didin Serdeşta çiyayê Şengalê. Jinên Serdeştê diyar kirin ku ew ne tenê ji bo debara xwe kar û xebat didin meşandin.

Her çiqas çiyayên Şengalê berê xwedî kanî û dar jî be, lê roja me ya îro de ji ber fermanên serê civaka Êzidî hatî jiyîn, çiya hatin bê dar kirin û ji bo gel êdî xwe di çiyayan de ne parêze bi dehan avzêyên kaniyan bi qîrê (Zift) hatin girtin. Bi vî awayî çiya bê av û kanî hatin hiştin û gel jî bi zorê di çol û deştan de hatin bi cih kirin. Di wan deman de amadekariyên qirkirina civaka Êzidî hatibû kirin. Bi vî awayî fermana hovanê ya 74’an li ser civaka Êzidî hat jiyîn. Civaka Êzidî weke her car carek din xwe di çiyayan de parast. Yek ji wan parêzgehên pîroz jî Serdeşta Çiyayê Şengalê ye. Tevî bi zor û zehmetiyên re jî gel ev 8 salin li Serdeşta Çiyayê Şengalê dijîn. Jimarek mezin ya malbatên ku di konan de jiyîn, ji bo xwe li Serdeştê mal avakirine. Lê mixabin hîna jî malbatên ku di konan de jiyîn hene. Lê tevî tevahî zehmetiyan jî şêniyên Serdeştê tevahî Serdeşt bi bostan û darên cur be cur xemilandine. Raste gelê vê deverê jî û yên Başûrê Kurdistanê jî di konan de dijîn. Dema mirov li her du tabloyan dinêre giringiya war û ax ji bo civaka Êzidî çiye baştir dibîne.

Li serdeştê jiyan çawa bi rêve diçe?

Em hemû Serdeştê weke şêniyên ku di fermanê de malên wan ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine teqandin û xerakirin dijîn dizanin. Lê ev yek ji bo mirov pênaseya wan bike pir kêm e. Ji ber ku li Serdeştê ev 8 salin gel bi keda xwe warê xwe kirine biheşt. Şêniyên Serdeştê piraniya wan ji Serdeştê bi xwe ne, lê di heman demê de malbatên ku li gund, navçe û bajêrên Şengalê malên wan xerabûne jî li Serdeştê dijîn. Di heman demê gelek malbat hene ku biryar dane êdî jiyana xwe li çiyayan didomînin û ji ber vê jî ji xwe re mal avakirine. Di Serdeştê de bi alikariya sazî û dezgehên Rêveberiya xweser tevahî pêdiviyên malbatan tê pêşwazî kirin. Malbat bi xwe jî ji bo warê debarê de bi karibin xwe bi rêve bibin karên cur be cur dikin. Herî zêde li Serdeşta Çiyayê Şengalê şênî bi sewalvanî û baxçeyan debara xwe dabîn dikin û çandina tutinê jî di rêzên pêş de ye.

“Em tevahî fêrden malbatê bi hevra kar dikin”

Ciwana bi navê Seho Berî ya ku bi heskirineke mezin her sibe bi rojê re ji xew hişyar dibe, bi malbata xwe re berê xwe dide baxçeyê û kar dike, di derbarê jiyana xwe ya gund de wiha got: “Me di meha Hezîranê de dest bi çandina ev baxçe kir û ez bi tevahî ferdên malbata xwe re kar dikim. Ev baxçe ya xizmekî me ye lê em li Serdeştê lê dinêrin. Em li gor pêdiviyên baxçeyê av didin û ji ber germahiyê baxçeyê me neşewite em şev an jî sibehê zu av didin û piştî nivrojî diçinin.”

“Axa Serdeştê ji bo çandiniyê destdayî ye”

Seho Berî di derbarê berhemên ku li serdeştê tên çandin de jî wiha got: “Axa Serdeştê ji bo çandiniyê destdayî ye. Ji bo wê hema hertişt lê tê çandin. Me di vî baxçeyê de ji sebzeyan bacan, xeyar, bacanê reş, îsot, bamya, tirozî û hêşinatî, ji fêkiyan jî zebeş û gindor çandiye. Her wiha me darên fêkiyan û gul beroş jî çandiye.”

“Dema em bi axê re mijul dibin, derûnî û enerjiya me baştir dibe”

Seho Berî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser armanca çandiniye û wiha got: “Li Serdeştê her ku diçe gel bêtir giraniya xwe didin çandiniye û her sal bi sedan dar tên çandin. Ev yek me gelek kêfxweş dike. Ji ber ku ger em giranî bidin çandiniyê dê di me û xwezayê de gelek guhertinên baş çêbibin. Minak me niha ev baxçe çandiye raste weke debar em sud jê werdigirin û em bi ciranên xwe re jî parvedikin, lê ji wê bêtir dema em bi axê re mijul dibin derûniya me, enerjiya me baştir dibe û ji ber bi kar kirinê ciwan fêrî kedê dibin çandinî ji bo na me gelek giringe. Ji bo em bikarin Şengala xwe xweşik bikin, divê tevahî gelê me jî wiha nêz bibe.”