Rojnamegerên jin ên li Idlibê ruxmê zextan jî karê xwe dikin

Ji ber hebûna Hikûmeta Rizgarî, rojnamevanên jin li Idlibê neçar dibin ku destûrê bigirin ji bo karê xwe bikin. Hikumet di her warê de wan sînordar dike û digre bin çavan, bi kiryarên xwe siyaseta Heyet Tehrîr El-Şam didomîne.

HEDÎL EL-OMER

Idlib – Çalakvan û rojnamevanên jin li Idlibê ji ber sînordarkirinên tund ên bi navê Hikûmeta Rizgarî dema ku karê xwe dimeşînin rastî gelek zehmetî û metirsiyên ewlekariyê tên.

“Çavên li kamerayê, çavên li kolanê.” Bi van gotinan Îxlas El-Rihanî ya 32 salî ku nasnavê rojnamegereke li Idlibê ye, ruxmê xetereyên pîşeya xwe ya ji ber sepanên girtina rojnamegeran a  “Heyet Tehrîr el-Şam” karê xwe dimeşîne.

Ji ber zextan dema karê xwe dikin nikarin kamerayên xwe derbixin

Îxlas El-Rihanî dibêje ku ew di dema karê xwe de rastî gelek zext û pêkutiyan tên. Her wiha anî ziman ku ew her dem rastî rewşên xeternak tê, rastî lêgerîna li kamera û telefona wê ya destan tê, hin caran jî neçar tê hiştin ku dimen ango wêneyê ku ew kişandiye jê bibe.

Îxlas El-Rîdanî da zanîn ku ew du caran li ser hev hatiye girtin ji ber nebûna karta çapemeniyê û destûra wênegirtinê. Her wiha destnîşan kir ku rojnamegerên jin ên ku li herêmên dagirkirî dijîn, di komkirina agahiyan û danûstandina bi çavkaniyan re, bi taybetî çavkaniyên siyasî û leşkerî re û zehmetiya kişandina dîmenan li bazar û cihên giştî re rû bi rû dimînin.

Dest didin ser kamera û telefonên rojnamegeran

Noha Xerîb a 28 salî, çalakvana rojnamevanî ya ku li bajarê Sarmada yê bakurê Idlibê rûdinê, ji ber nebûna karta wê ya çapemeniyê hatiye girtin û 24 demjimêran li girtîgehên Tehrîr el-Şam hatiye ragirtin. 

Noha Xerîb dibêje ku Rêveberiya Ragihandinê ya "Hikûmeta Rizgariyê" kartên çapemeniyê yên "Pegboard" ji bo girtin û dadgehkirina rojnamevanên jin bi kar anîne, ji ber ku ew vê kartê nade heta piştî lêkolîneke ewlekarî û lêkolîneke ewlekarî ku pêwîstî bi eşkerekirina hemû çavkaniyan û jêderan heye.

“Siyaseta tirsandinê ji aliyê komên leşkerî yên Heyet Tehrîr El-Şam ve tê meşandin”

Rêvebera navendeke bihêzkirina jinan a li bakurê Idlibê, Reghad El-Şerawî bal kişand li ser siyaseta tirsandinê ku ji aliyê komên leşkerî yên girêdayî Heyet Tehrîr El-Şam, li dijî rojnamevanên jin tê meşandin.

Reghad El-Şerawî anî ziman ku ev kiryar û zext di nav civakê de zêde nayên zanîn ku di esasê xwe de fikra jinên di qada ragihandinê de dixebitin red dike ji ber adet û kevneşopiyên ku di gelek waran de kar û çalakiyên jinan sînordar dikin.