Rêxistinên femînîst ên Qahire: Jin êdî mal, kolan, zanîngeh û tu cihan bi ewle nabînin

Komek rêxistinên jinan bi daxuyaniyeke hevpar daxwazên xwe yên ji bo bidawîkirina tundiya li ser jinan anîn ziman.

ASMAA FATHI

Qahîre - Beriya mehekê xwendekar Nîra Eşref li ber zanîngeha xwe hat qetilkirin û du roj berê jî Selma Behcet li kêleka cihê karê xwe hat qetilkirin. Rêxistinên jinan bi daxuyaniyek hevpar daxwazên xwe yên ji bo bidawîkirina tundiya li ser jinan û parastina jiyana jinan anîn ser ziman.

Komên femînîst destnîşan kirin ku jin êdî mal, kolan, zanîngeh û cihên giştî ji bo xwe ewle nabînin û dan zanîn ku êdî mafê wan ê hilbijartinê jî nemaye.

Koma femînîst di daxuyaniya xwe ya hevpar a ji bo şermezarkirina qetilkirina Selma Behcet a ku bi 15 birînên bi kêrê ji aliyê hevkarê wê ve hat qetilkirin de, diyar kirin ku tundî bûye çandeke ku bi tevkariya civakê hatiye dorpêçkirin ku wê rewa dike.

Koma femînîst eşkere kir ku gelek kes hene ku bi qestî derewan çêdikin û navûdengê jinên ku tên qetilkirin xera dikin da ku parstina sûcdar bikin û qetilkirina wê rewa bikin û ev yek dihêle ku bi bûyerên bi vî rengî zêde bibin.

Koma femînîst teşwîq kir ku jin bi lez û bez her tehdîdên ku rastî wan tên ji rayedarên fermî re ragihînin û daxwaz ji rayedarên pêwendîdar û fermî kir ku bi berpirsyariya xwe rabin û ji bo parastina jinan hemû tebîran bigirin.

Daxwazên komên femînîst

Koma femînîst daxwaza derxistina zagoneke yekgirtî ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, ku di stratejiya neteweyî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de hatiye destnîşankirin, kir, her wiha diyar kir ku ji bo avakirina çand û nirxên civakî yên ku tundî û cudakariya li ser jinê red dike di asta malbat û civaka giştî de di saziyên perwerde, olî, medya, zagonsaz û rêveberiyê de divê xebat bê kirin.

Serokê Yekitiya Teybetî ya Têkoşîna Li Dijî Kiryarên Xerab ên Li Dijî Jin û Zarokan Dr.Randa Fexir El-Dîn got ku rewş trajîk bûye û wiha pê de çû: "Hin kes dest bi hêsankirina sûc kirine û ev yek dihêle ku bûyerên bi vî rengî pir zêde bibin ji ber ku piştgiriya sûcdaran tê kirin. Ji bo rûbirûbûna pêla tundiyê ya ku roj bi roj zêde dibe, divê ji saziyên sivîl tevgerek xurt hebe."