Qutbûna rêyên sereke rewşa jinên nexweş ên Yemenê girantir dike

Qutbûna rêyên sereke li bajarê Taizê li başûrê rojavayê Yemenê, êş û azarên jinên nexweşên gurçikan zêde kir û rêyên alternatîf jî pir caran bûne sedema qezayan.

RANIA ABDULLAH

Yemen - Şer û pevçûnên ku li Yemenê berdewam in, bûne sedema nebaşbûna lênerîna tenduristiyê û ev yek jî bandorê li nexweşan kiriye. Li gorî Komîteya Xaça Sor a Navdewletî ji her çar nexweşan yek ji ber nebaşbûna tenduristiyê li Yemenê jiyana xwe ji dest dide. Qutbûna rêyên sereke li bajarê Taizê li başûrê rojavayê Yemenê, êş û azarên jinên nexweşên gurçikan zêde kir û rêyên alternatîf jî pir caran bûne sedema qezayan.

"Niha em di rê de 12 seatan dimînin"

Zeyin Ebdullah a 45 salî diyar kir ku ew bi nexweşiya gurçikan e û wiha got: "Qutbûna rêyên sereke êşa me zêde dike. Ez heftiye du caran diçim nexweşxaneyê. Beriya ku şer destpê bike ez di riyê sereke de diçûm nexweşxaneyê da ku xwe îlac bikim û ez di eynî rojê de vedgeryam malê jî, lê piştî ku şer destpê kir êşa me jî pê re destpê kir ji ber ku riyên sereke hatin qutkirin. Em niha pir zehmetiyan dikşînin. Niha em di rê de 12 seatan dimînin."

"Tenê daxwaza me vekirina riyên sereke ye"

Fexdîca Mensûr a 60 salî anî ziman ku wê nedkarî ji gundê xwe biçe bajêr da ku xwe îlac bike ji ber vê yekê wê biryar da ku ew li navendekê nêzî nexweşxaneyê bimîne da ku ji zehmetiyên rê xelas bibe û wiha pê de çû: "Di hemû şerên ku qewmîn de ti kesî rê li ber mirovan negir. Tenê daxwaza me vekirina riyên sereke ye da ku em vegerim malên xwe û li navendan nemînin.  Em li hundurê welatê xerîb in."

"Li navendê 30 nexweş ku 15 ji wan jin in dimînin"

Serpereştyara navenda nexweşên gurçikan li Taiz Walya El-Şerîhî eşkere kir ku wan ev navend ji bo nexwşan vekirin da ku ji zehmetiyên rê xelas bibin û wiha got: "Li navendê 30 nexweş ku 15 ji wan jin in dimînin. 6 jinan jî jiyana xwe ji dest dan."