Piştî îlankirina rewşa awarte di hemû qadên civakî de tedbîr tên girtin

Dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê rojane êrîşan pêk tîne. Piştî îlankirina rewşa awarte ji aliyê Rêvberiya Xweser ve Komîteya Tenduristiyê ya kantona Hesekê dest bi vekirina dewreyên tibî kir.

RONÎDA HACÎ

Hesekê –Herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê rojane rastî gefan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên. Rêvberiya Xweser rewşa awarte îlan kir, komîteya tendurstiyê ya kantona Hesekê li sazî, tax û komînan dest bi vekirina dewreyên tibî kir. Dewreya ku îro dan vekirin  endamên meclisa navçeya Hesekê, Saziya Malbatên Şehîdan amade bûn, ev dewre dê li her derê li gorî pêwîstiyan werin vekirin.

Endama komîteya aborî ya meclisa navçeya Hesekê Nûra Mihemed da zanîn ku pêwîstiya her kesê di civakê de heye ku beşdarî perwerdeyan bibe û wiha domand: “Herêmên me rastî êrîş û gefan tên, piştî îlankirina rewşa awarte ji aliyê Rêvberiya Xweser ve komîteya tenduristiyê dest bi vekirina dewreyan li sazî, tax û komînan kir, perwerdeya me dê 2 roj berdewam bike. Em pir jê sûd digrin, em fêr bûn çawa serûm, derzî û hwd. çawa dibin. Destpêkê waneyên ku hatin dayîn bi rengekî devkî bûn lê niha em pratîkê pêk tînin. Mînak ger em mirovek birîndar bibînin ango lingê wî şikestî be em çawa bikaribin alîkarî bidin wî kesî heya em wê bigihîjînin nexweşxaneyê.”

“Tedbîr mirovan ji kabûsan xelas dike”

Nûra Mihemed da zanîn ku di her warî de mirov xwedî tedbîr be pir girîng e û got: “Em di rewşeke şer de dijîn, pêwîst e em xwe li gorî wê jiyanê amade bikin. Di her warî de tedbîr pir girîng e. Ne tenê tendirustî heya aborî jî pêwîst e her kes niha ji bo pêşeroja xwe û ji bo xwedîderketina li siberojê tedbîrên xwe bigre da ku bikaribe hebûn û axa xwe ji dagirkeriyê biparêze. Ger em tedbîrên xwe negirin em ê bi hêsanî têk biçin. Bi tedbîrgirtinê em ê nirxên şoreşê ji xwînmijan biparêzin. Ez dixwazim bibêjim ku divê di her alî de em tedbîrên xwe bigrin û bi ruhê gelê şoreşgerî tevbigerin.”

“Divê ji 7 salî heya 70 salî her kes li ser piyan be”

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Sebah Mûsa teqez kir ku divê ji 7 salî heya 70 salî ji bo xwedîderketina li nirxên şoreşê li ser piyan bin û wiha axaftina xwe domand: “Êrîşên ku li ser herêmên me pêk tên her kesê dikin hedef. Îro ez wekî dayikek şehîdan tevli vê dewreyê bûm ji ber ku ez dixwazim di hundirê civakê de xwedî rolek bim û xwîna zarokên me li erdê nemîne. Çi were xwestin em ê bikin ger em nizanibin jî em ê xwe fêr bikin, ancax em bi vê yekê bikaribin planên qirkirinê yên dewletan têk bibin. Pêwîst e her kes îro tedbîrên xwe bigre û xwedî li xwe û civaka xwe derkeve. Çi dibe bila bibe ya girîng ew e ku mirov rûniştî nemîne. Em ê heya dawî li ser piyan bin.”

Dewreyên perwerdeyê yên tenduristiyê li tevahî saziyan dê werin dayîn paşê dê li tax û komînan werin  berdewamkirin. Dirêjbûna dewreyê li gorî pêwîstiya endamên ku tevli dewreyê dibin tê diyarkirin.