Li Xezayê jin û zarok bûn hedafa êrişan

Çîroka her qurbanê êrîşa li Şerîda Xazeyê tê kirin heye: Nîşandana hejmar û rêjeyan têrê nake, pêwîst e raya giştî bikeve nava tevgerê û ji binpêkirinên li dijî jinan were rawestin.

RAFIF ESLEEM

Xeza – Di 6’ê Tebaxê demjibêr 22’an de, helîkopterên leşkerî yên Îsraîlê biryar dan ku bêdengiya kampa Şu’otê ya li Refahê xirabikin û bi çend mûşekan lêxistin, ew jî bû sedem ku zarokek jiyana xwe ji dest bide û birîndar bibe. Bi erkdarkirina bi dehan helîkopteran li Cebaliye ya Bakurê Xezayê komkujiyek din pêk hat û di encama komkujiyê de 5 zarok jiyana xwe jidest dan. Di her du rojên ku komkujî berdewa kir de 203 kes birîndar bû û 24 kes jiyana xwe jidest dan. Dema ku 5’ê Tebaxê roja Înê êrîş dest pê kir, Îsraîlê bêyî hişyariyekê bike, bi çend fuzeyan birca Filistînê ya li bajarê Xezayê kir armanc û keçeke 5 salî ya bi navê Ala Abdullah Qidûm kir qurban.

Ala keçikeke biçûk ku wek nifşên xwe yên mayî şeva Înê li ber mala xwe dilêyist. Ew bi bi ken ji hevalên gel hevalên xwe çû, lîstokên xwe yên zaroktiyê li pêy xwe hişt, tevî xeyalên xwe yên bûyîna mamostatî. Xeyal, ken û rêhevaltiyên wê yên zarokatiyê bi dengê teyareyan nîvçe ma, bedena wê ya biçûk li kolanan...

Heman tişt hat serê Dunyana El-Emûr 23 salî ku xwendekara Fakulteya Hunerên Bedew, berî ku bombeyek rokêtê ji hêla tankê ve were avêtin, li ser zeviya çandî yê bavê xwe rûnişti bû. Bêyî ku wêneya nû ya hewil dida çêdike temam bike, bêyî ku hişyariyek bikin dawî li jiyana wê anîn.

“...Hewl didim di nav vê tecrîdê de jiyanê bînim asta tehemûl kirinê”

Peyama herî dawî ya jina ciwan Dunyana El-Emûr li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsî ew bû: "Ez li ser navê xwe tiştekî mukemel nakim, lê hewl didim di nav vê tecrîdê de, jiyanê bînim rewşekî tehemûl kirine.” Ev hevok çend wêneyên ku keçikek ji bo îfadekirina rastiya jiyanê, xeyalên nîv û jiyana nîv ya li bajarêkî dorpêçkirî, aliyekî rûyê wê jî tê de xêz dike ye.

Îsraîl bi qetilkirina van her du keçan re neseknî, êrişên xwe bi hedef girtina Naama Ebû Qaîde ya 62 salî dema ew ji herêma bakurê Xezayê ya li navenda bajêr wesayit diajot, bêyî ku ji derveyî bikaranîna mafê xwe ya ajotine tu gunehek wê tunebû, berdewam kir. Kesên di wesayîtê de bûn jî birîndar bûn.

Wek berdewamiya rêze binpêkirinên di lênihêrîna zirav a li nexweşxaneyên Şerîde Xezayê de, di êrîşa balafirên Îsraîlê de li ser Walitiya Xan Yûnis di nav wan de keça Leyan El-Şair a bi giranî birîndarbû jî di nav de bi dehan bûyerên giran ên jin û zarokan hat dîtin. Ew di tima xwe de serok e û heta niha bi çarenûseke nediyar e rû bi rû ye.

Jina ciwan Sûad Hesûna ku ji bin enqaza mala xwe ya li kampa El-Şeût a bajarê Refahê hat rizgarkirin, bi dijwariyek mezin hat rizgarkirin û birayê wê yê mezin Mihemed jî li ber çavên wê jiyana xwe ji dest da. Ev jina ciwan ku çend roj berê li dibistana amedeyî serkeftî bû û xeyala xwendina bijîşkiyê dikir, mala wê hat hedef girtin û malbata xwe ji cih û warên wê kirine, keyfxweşiya wê ji destê hat girtin.

Çalakvana mafên mirovan Henadî Selah dibêje: “Ne tiştek ji rêzê ye ku Îsraîl jinan û zarokan hedef bigre, hin zêdetir ew armancek sîstematîk e ku tirsê bixin nav giyanên ku divê li gorî Peymana Cenevreyê ya çaremîn bên parastin, wekî her car qanûnên yasayên navdewletî binpê dike” balê dikşîne ku cînayetên bi mebest tirsandina wan armanc dike.

Henadî Selah diyar kir ku ji aliyê dagirkeriyê ve dizîna jiyana jin û zarokan hêviyên wan ên ji bo sibê xera kir û mîna keça 5 salî Ala Qaddum, hişt ku pêşeroj bi awayekî hovane were hilweşandin.

Henadî Selah diyar kir ku di hiqûqa navdewletan de jî pirsgirek dibe û wiha got: “Ew qanûnan, hukmên qanûnên formule kir, lê nehat diyarkirin ku sûcdar dê kengê û çawa were darizandin, ji ber vê yekê ew hişt ku ji hêla sûcdarên şer ve bi rengekî pûç were kedxwarî kirin. Rewşa siyasî ya bihêz, bi piştgirîya welatên mezin ên wekî Amerîka û yên din alîkarî kirin ku Îsraîl derbasî qanûnê bibe. Pirsgirêk bêdengiya Ereban a bi xirab tê sepandin û lawaziya parêzvanên doza Filistînê ye.”

Henadî Selah derbarê rola navendên mafên mirovan û qanûnê de jî diyar kir ku pêwîst e ev navend hemû van tawanan di pêvajoyên dawî de belge bike û bi tevlî dosyayên ku piştî şer ji Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî re bên amadekirin bike û wiha got: “Ji bo tepeserkirin û bidawîkirina êrîşê bi saziyên li derve re tevdigerin yek ji wan rola ku ew dileyizin e. Ew çîroka her qurbaniyek, jin û zarok jî di nav de, balkişandina çîroka her qurbaniyek ku jin û zarok jî di nav de, tenê pêşkeştina hejmar û rêjeyan namîne.”