Li Lîbyayê jin li dijî tundiyê xwe bi rêbazên cuda diparêzin

Jinên Lîbyayî rastî hemû şêweyên tundiyê tên û her ku diçe diyardeya tundiyê li dijî wan zêde dibe, ev yek gihîştiye asteke wisa ku dema li kolanan dimeşin û seyareyan diajon xwe di ewlehiyê de nabînin.

IBTÎSAM EXFÊR

Bîngazî - Şert û mercên aborî û şer, jinan neçar kir ku derkevin derve û li her derê Lîbyayê amade bin, tevî wê yekê jî ew ji ziyanan rizgar nebûne û hê jî civak derketina wan qebûl nake. Ji ber nebûna berpirsiyarî û çavdêriyê gelek jin rastî tundiya devkî û qetilkirinê tên.

Seroka çavkaniyên mirovî ya Buroya Çandê ya Binxaziyê Nûriya El-Şerîf a bal kişand ser parastina cewherî ya jinan, wiha got: “Parastin li gorî rewşa ku jin pê re rû bi rû mane, çi tundiya devkî be, çi fizîkî be, ev yek li kolanên ku kes kêm tên dîtin rûdide. Ji ber ku piraniya bûyerên tundiyê devkî ne. Heger li kolanê kesek hewl bide nêzî min bibe, ez diqîrim da ku xelk dengê min bibihîzin û alîkariya min bikin. Kolana giştî hemû beşên civakê dihewîne, ji ber vê yekê dîtina reftarên baş û reftarên xirab normal e. Eger jinek ji aliyê kesek ve rastî destdirêjiya devkî were jî ew bersiv nade. Madem ku ew kes di astek wisa de ye ku rêzê ji kesên din re nagire, wê demê ew kesek nebaş e, ji ber vê yekê ez bêdengiyê wek riyeke guncaw ji vê rewşê dibînim.”

Necla El-Honî da zanîn ku ew her gav gaza bîberê di çenteyê xwe de digre û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ger ez li kolanê bi rewşek re rû bi rû bimînim, wê bikar tînim, ji ber ku ew ji kesê dixwaze êrîşî min bike re dibe sedema korbûna demkî. Divê jin wêrek bin li hemberî her êrîşê bertek nîşan bidin û ji xelkê li kolanê alîkariyê bixwazin. Her wiha klûb hene ku jinan perwerde dikin, dikarin çawa parastina xwe bikin, ev yek kesayeta jinan xurt dike.”

‘Jin divê bi her awayê bersiv bidin êrîşan û bi cesaret bin’

Xwendekara Fakulteya Ragihandinê Fatin El-Terceman eşkere kir ku ji ber ew bi gelemperî bi bavê xwe re ji mal heya zanîngehê û ji zanîngehê heya mal bi wesayîdê diçe û tê, qet rastî rewşên ku hewcedarê bertekek an xweparastinê ne nehatiye û wiha pê de çû: “Ger rastî rewşeke wisa werim ez ê bi hilgirtina keviran an bi karanîna tiştek din parastina xwe bikim û ger tiştekî nebînim ez ê bi çenteyê xwe li êrîşkar bidim û parastina xwe  bikim. Jin neçar in ku xwe fêrî rêbazên parastinê bikin, nemaze li Binxaziyê hejmareke zêde ya jinan wesayîdan diajotin û çêtir e ku amûrek ji bo parastinê di wesayîda wan de hebe. Bersiva herî baş a yundiya devkî bersivnedayîn û cidînegirtin e. An jî dema ji sînorê xwe derbas bibe, ez wêneyê êrîşkar dikşînim û li ser malperên tora dijîtal diweşînim.”