Li Idlibê bi gelek hincetan jin neçar dimînin nîqaban li xwe bikin

Jin li Idlibê bi gelek zehmetiyan girêdayî azadiya cil û bergên xwe yên takekesî re rû bi rû dimînin, ev yek dihêle ku bikevin nava çarçoveyek teng û neçar dimînin nîqaban li xwe bikin.

HEDÎL EL-OMER

Idlib – Fatima El-Elî ya 25 salî, nizanibû ku derketina wê ya derve bêyî nîqab dê xeyalên wê yên qedandina xwendinê bi dawî bike, piştî ku hevjînê wê di bin zextên derûnî û gefên telaqê de nehişt ku ew biçe zanîngeha xwe. Fatima El-Elî diyar kir ku wê rojê nikaribû nîqaba xwe li xwe bikira, ji ber ku nîqaba wê hemû bibû bi mazot, ji ber vê yekê ew neçar ma ku bêyî wê derkeve derve da ku beşdarî ezmûna pratîkî ya yek ji kursên xwe yên zanîngehê bibe û wiha pê de çû: "Dema hevjînê min, min bêyî nîqab dît nehişt ez biçim ezmûna xwe û rastî tundî û lêdanê hatim. Ji ber vê yekê min berê xwe da mala dê û bavê xwe û sê heyvan ez li gel wan mam. Hevjînê min got ku heya ez zanîngehê neterikînim dê nehêle ez vegerim malê. Bi vê yekê ez bûm qurbaniya desthilatdariya baviksalarî ku hemû xewn û xeyalên min ên ji bo bidestxistina bawernameya zanîngehê vala derxist."

Li ser jinan lixwekirina cilên reş tê ferzkirin

Şêrîn El-Telca ya 28 salî anî ziman ku ewlehî û jiyana taybet a jinan li kampên bi koçberan tijî bûne hema bibêje tune ye û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Di van demên dawî de hevjînê min ji ber gelek pirsgirêkên dubare yên ku ji ber cil û bergên ez li xwe dikim, nehişt ji konê xwe derkevim û min mecbûr dike ku ez nîqab û cilên reş di hundirê konê û ji derveyî konê li xwe bikim. Gelek ji cîranên min ên li kampê bi hevjînê xwe re bi heman pirsgirêkê re rû bi rû ne. Di heman demê de hin ji van pirsgirêkan gihîştine asta telaqê, ji ber ku jin nikarin li gorî cil û bergên îslamî yên hevjînê wan di hundirê konê de jî li wan ferz dike, tevbigerin."

Xwendekara zanîngehê Roa Hemade ya 29 salî eşkere kir ku ew ji ber cil û bergên xwe ji aliyê Cîhaz El-Hisba ve hatiye girtin û wiha aivî: "Ez sê saetan girtî mam, piştî ku mecbûr man sozek nivîskî îmze bikin ji bo ku bi tevahî li gorî "qanûna cil û bergên îslamî" tevbigerim, serbest hatim berdan. Ez niha mecbûr im nîqabê li xwe bikim. Nîqab ji min re dibe sedema gelek nerehetiyan."