Li her malekî çîrokekî ya bi êş heye: Til Ezêr

“Birînên me ne yên îro û duh in, birînên me yên bi sedan sala ne, her ku em hewil didin wan derman bikin, xayînan wan birînên me jî nû vê vedikin û kurtir dikin.”

NESRÎN HISÊN

Şengal – Êzidî dibêjin ‘ji ber ku baweriya me, baweriya herî qedîm e, her kes dixwaze me tune bike’. Ev hevok tu ji aliyê zarokên 7 salî heta kal û pîrên 70 salî ve guhdar dikî û ji dilê xwe rastiya vê hevokê hîs dikî. Li kêleka vê yekê tê gotin ku ‘ger yek zarokekî Êzidî bimîne, em Êzidî tune nabin’. Vê yekê çanda berxwedanî ya bi sedan salan ya Êzidiyan parastiye radixe berçavan û bi hemû hêza xwe bi vî yekî xwe spartiye. Lewma ruxmê 74 fermanên tên zanîn jî îro civaka Êzidî dîsa li ser linga ne û ji berê jî bi hêztir e.    

Dema qala birînên civaka Êzidî tê kirin, wêneya herî nexweş ya ku ber çavên her kesekî maye fermanan 3’ê Tebaxa 2014’an ne. Lê di rastiyê de civaka Êzidî bi sedan salan e bi gelek êş, hovîtî, bêedaletî, wêrankirin û kuştinê re rû bi rû mane. Lê ev hemû di hişê mirovên wê demê de xwe heps kirine û ne karîne biqîrin. Tişta ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de pêk hatibû ne cara yekem e. Bi sedan ferman rabûn. Ev ferman hemû kêfxweşî, hêvî, jiyana nû, aramî û azadiya vê civakê hejandiye. Hîn birîna Êzidiyan qalik negirtine û hîn nû hewl didin derman bikin, carekî din birîna wan tên vekirin.

Li her malekî çîrokekî ya bi êş heye

Teqîna bi navê Teqîna Til Ezêr, Sîba Şêx Xidir tê zanîn yek ji wan fermanaye ku li pey xwe wêneyekî ku şerma mirovahiyê nîşan dide hîşt. Di bin kontrolkirina pêşmergeyên PDK’ê de di 14’ê Tebaxa 2007’an de rêxistina El Qayîde bi amadakariyekî gelekî mezin 4 wesayîtên mezin yên tijî teqemanî derbasî Şengalê kir, du ji wan berê xwe dan navçeya Til Ezêr ya din jî Sîba Şêx Xidir. Ya Sîba Şêx Xidir ji aliyê gundiyan ve zû hat ferqkirin û li çolê hate teqandin. Lê ya navçeya Til Ezêr li navenda navçeyê hat teqandin. Di encama wê de nêzî 400 jin, zarok û mêr hatin qetilkirin û nêzî 500 kes jî birîndar bûn. Ji ber ku ev wesayît di bin kontrolkirina pêşmergeyên PDK’ê de derbas bû, Êzidiyan PDK’ê weke şîrikê vê buyerê dibînin. Ev teqîn heta roja me ya îro nexşên gelek bi êş li ser dîwarên wê navçeyê hiştiye û di her malekî ya Til Ezêr de çîrokekî bi êş heye.

“Birînên min hîn qalik negirtine”

Li Şengalê her malekî Êzidî xwedî çîrokekî bi êşe ku wijdanan mirovatiyê dihejîne. Çîroka Mala Mîrza ya ji Til Ezêr çîrokekî gelekî bi êş û zehmet e. Dayê Şana Xwedêda yek ji dayîkek ku heta niha loqmana birîna dilê xwe peyda nekiriye. Lê ruxmê hemû birînên dilê xwe jî gelekî rûken û dil nizim e. Ji rûyê wê te digot qey ronahî dibare, ev ronahî hişt ku em derbasî mala wê bibin û bi wê re bikevin guftugoyên dirêj. Dayê Şana di destpêkê de ne dixwest qala birîna xwe bike, digot “Ez ê bi behskirina wê rojê tenê qalika birîna xwe rakim, tu tiştekî nayê guhartin”. Me birîna dayê ji dil de hîs kir lewma me gelek israr kir ku ji me ra qala çîroka mala xwe bike. Piştî nîqaşên dur û dirêj dayê Şana biryara vegotina çîroka xwe da.

“PDK’ê rê da wan”

Dema xwest dest bi axaftinê bike, em hemû ji dil û ji kûr ve wê guhdar dikir. Di her gotinekî de em li benda gotina li pey wê bûn. Dayê Şana çîroka xwe bi îxaneta PDK’ê ya li ser van hat jiyîn destpêkir û wiha got: “Hemû dizanibûn, agahiya pêşmergeyan hebû. 10 roj berê digotin neyên navenda Til Ezêr dê teqînekî çêbibe. Digotin li newala pişt me wesayîtên mezin tên amade kirin û dê di nava me de biteqînin. Ev agahî hatibû belav kirin, lê xwedê me kor kir ku me nekarî pêşiya wê bigrin.”

“Me gazî Tawusê Melek kir”

Dayê Şana Xwedêda ya got dema ev wesayît teqiyan me got tofanekî rabûye, me dilê xwe girt û gazî Tawusê Melek kir. Dayê axaftina xwe domand: “Ez li gel mala cîranên xwe bûm. Me ji xwe re nîqaş dikir, dema ku wesayît derbas bûn me dengek bihist. Hîn gotina me ya me digot ev wesayît cuda ne, ne ya xêr e, me dengê teqînekî mezin bihêst. Erd li bin me hejiya, esman li ser me toz barand, derî û dîwar hilweşiyan, laşê mirov û her tişt li esman difiriyan. Me got qey tofanekî rabû.”

“Min kurê xwe bi gustilka di destê wî de spart axê”

Hinek sekinî axînekî kur kişand û çavên wê tijî bûn, lê weke ku xuya dikir bi hêz bû, hênaseyek ji kur stand û gotinên xwe dewam kir. Bi van gotinan qala kurên xwe yê di teqînê de jiyana xwe jidest dayî ku di dilê wê de bûne kulekî bê derman, kir: “Hinek hatin ji min re gotin kurê te Sabah li wir ketiye. Ez bi lez û bez beziyam û min berê xwe da cihê teqînê. Min dît kurê min li erdê dirêj kiriye û di nav toz û xwînê de maye. Min bi hemû hêza xwe gazî wî kir lê tu bersivekî ne dida min. Min wisa difikirî ku tenê kurê min e, lê min li wê qadê min bi sedan laşên mirovan dît. Çokên min şikestin. Kurê min Sabah şehîd bû. Min amadekariya dewata wî dikir, me ji bo xweşiya wê her tişt amade kiribû lê amadekariya xweşiya wî vegerî şîna wî. Di tiliyê wî de gustîlka nîşaniya wî hebû, hevala wî gustîlka xwe xist destê kurê min. Ez ê bimrim û kulên wan wê di dilê min de biçe. Dijminên me nehîştin ez kurê xwe zava bibînim. Min dixwest ez wî bi cilên xweşî hembêz bikim û li ser wî klam û stranan bêjim. Li şuna wî axa Şengalê hembêz kir û bi hundirê xwe de parast. Kurê min emanetê vê axa pîroz e.”

“Îxanet her tişt li me kir şîn”

Ne tenê Sabah bû ku dayê Şana di wê teqînê winda kir, kurek wê ya din jî hebû, ew kurê wê jî zewicandibû û zarokên wî hebûn. Dayê Şana ya digot  min her tim dia dikir ku gazî ew xwe rizgar kiriba, lê nesîba wî hatibû û min ew jî emaneta axê kir, wiha axivî: “Kurê min ya din Newaf winda bû, me nedît ka li kuderê ye. Me digot ger sax be ew e hatiba malê. Em li cihê bûyerê gelek geriyan, lê piştî ku bû şev me wî nedît. Min ji xwedê re dia dikir ku bila sax be. Roja din serê sibehê çawa roj derket em çûn û min kurê xwe Newaf li wê qadê di bin dîwaran de dît. Ma ez êdî çi bêjim, qala çi bikim. 2 kurên min bêyî xweşiya vê jiyanê bibînin, bi îxanetî û hovîtiyek wiha ji min hatin durxistin. Tofanek li ser me rabû, birînên me kur in û  em nikarin qal bikin. Tiştekî ji destê me nayê em bikin, me got bila xwedê heqê me ji wan bistîne, lê ew jî ne bû.”   

“Mirina li ser vê axê, bi şeref û rûmetir e”

Dayê Şana Xwedêda jî weke her kesî got ku heta Êzidiyekî hebe wê ferman her were jiyîn, em ê her tim li ber xwe bidin. Dayê Şana her wiha pêla koçkirinê ya ji şengalê jî weke fermanekî pênase kir û got ku yên ku parastina Êzidiyatiyê bikin li serê vê axê ne û ne ji vê axê dur in. Dayê Şana bi hesretekî mezin bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Niha îro jî li ser me ferman rabûye. Ewqas Êzidî berê xwe didin ji derveyî Şengalê û ji axa Şengalê qut dibin. Ev jî fermanekî ye lê Êzidiyên me bi xwe nehesiyane, çavên wan kor bûne. Ji mirin û şer direvin, lê mirin û şer li her derî heye. Her çiqas em belav bibin em ê ewqas baweriya xwe jî qers bikin. Bila yên ku parastina vê baweriyê bikin, li ser vê axê bikin. Yên ku ji vê axê dur dikevin ji baweriya xwe jî dur dikevin. Lê em kesên ku li ser vê axê ne, her tim li ber xwe bidin û tucar dev ji berxwedaniya xwe bernadin. Ez li vir ber dîwarekî bimirim, ji min re ji mirina li dewletên derve bi şereftir û rûmetir e.”