Li gundê Carûdiyê bi destê jinan jiyana komînal tê hûnandin

Li gundê Carûdiyê yê girêdayî Dêrîkê ku yek ji gundên kevnar e û bi xwezaya xwe ya bedew û kaniyên xwe tê nasîn jiyana komînal bi destê jinan tê hûnandin.

EBÎR MUHEMED

Dêrik – Gundê Carûdiyê li Bakurê bajarê Dêrikê yê girêdayî Kantona Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikeve, derdora 8 km. dûrî bajêr dikeve û li ser xeta sînorî ya navbera Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê ye. Li Gundê Carûdiyê ya nifûsa wê digihîje nêzî 250 kesan bi dest û keda jinan jiyana komînal tê hûnandin.

Ji bo şêniyên herêmê cihê geştiyarî

Di demeke ku li ser heremê êrîşên dewleta Tirk berdewam dikin de, ev gund jî wek gundên din bûye cihê geşt û seyranê ji bo şêniyên herêma Cizîrê ji bo xwe ji bûyerên şer û êrîşên dubare yên dewleta Tirk li ser herêmê, dûr bixin. Ji aliyekî din ve hawirdora kaniyên avê bi darên spîndaran ên bilind xemilandî ne. Tiştê din ê ku vî gundî ji hev cuda dike, xwezaya baş a gundiyan û danûstandina wan a baş a bi her kesê ku dikeve gund re ye. Ev e ya ku xelkên gundan diyarker dike, helbet, heta niha hezkirina wan a rûmetkirina mêvanan ji holê ranebûye. Dema tu derbasî nava gundê Carûdiyê dibî, her kes berê xwe dide te, xwe li dora te dikin xelek û dibêjin “tu bi xêr hatî kerem bike em çawa dikarin alîkariya te bikin?”  Ev yek ruhê mêvanperweriya gelê Kurd ku li derdora xwe civakbûnê raber dike, nîşan dide.

Kaniyên gund xwezayî ne û naçikin

Gundê Carûdiyê bi kaniyên xwe yên xwezayî û ava ku nayê çikandin, navdar e. Çend ji wan kaniyan jî kaniya Hêjîrê, kaniya Tehlê, kaniya mêran û kaniya jinan in. Piştî salên 1996’an nû cereyan digihîje gund, ji lewre di wan salên berê de roleke girîng û bingehîn a wan kaniyan hebû ku şûştin, ava vexwarinê, avdana şênî û sewalan ji kaniyan bû. Ev kanî jî dibin co û ber bestekê diçin heta ku digihîştin gundê Heyaka ber bi gundê Girê Vira ve di ber bendava Sefan ve dimeşe nêzî bajarê Dêrikê, paşê li Xana Serê tê parzûnkirin ku beşek jê diçe ser Dêrikê û beşa din jî digihîje heta Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Bêguman ev av jî zelal e û ji bo vexwarinê tê bikaranîn.

Di her malê de dareke tû û hêjîrê

Li hêleke din gundî gelek ji çandiniyê hez dikin. Pêdiviya wan a rojane ya xwarin û vexwarinê ji zeviyên çandiniyê yên li gund pêk tê, bi vê wateyê aboriya wan a xweyî heye, li kêleka kedîkirina sewalan. Her wiha hewşên wan bi gul û çîçekan hatine xemilandin, bêhna gulan ji her quncikê gund tê. Di heman demê de di her malê de dareke tû û hejîran heye. Dema ku me sedema vê yekê pirs kir, bersiva wan jî ev bû: “Mezinên me pir ji van herdu daran hez dikirin, ev hezkirin di hundirê me de jî hat avakirin, dema ku ev herdu dar tune bin em hîs dikin ku valahiyek mezin heye.”

Jiyana bi hev re

Ji aliyê din ve Najda Xelîl a 63 salî ji gundê Qerexoyê yê Kantona Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  ye 43 sal in li gundê Carûdiyê dijî, taybetmendiyên gundê xwe û hûrguliyên jiyana li gund anî ziman û wiha parve kir: “Gundê me bi mirov û xwezaya xwe ya bedew xweş dibe. Hevgirtin û civata me di gund de pir bi hêz e. Me bexçeyek bi hev re daye avakirin, em werzên salê mil bi mil diçînin û di dema çinînê de em hemû bi hev re parve dikin, para hemûyan di vê axê de heye. Di demên berê de li gundan zehmetî dihat kişandin ji ber tunebûna gelek pêdivî û pêwîstiyan wekî nimûne kolanên me hemû xirabe bûn, dibistan tune bûn û hwd.”

‘Bi avabûna komîna me re serweriya axatiyê hat guhertin’

Najda Xelîl bal kişand ser pergala komînê û wiha pê de çû: “Di heyamên berê de pergal û serweriya axa, beg û keyayan li pêş bû. Ji ber ku însiyatîf bi wan re hebû her tiştî li gorî berjewendiyên xwe bikin, tu kes nikaribû li pêşiya zilma wan bisekine. Xaleke din jî girtina hasil e ger cotkareke li gund 10 donimê xwe yê erd heba, keya donimek desteser dikir û digot ku mafê wî heye hinek ji berhemên vî erdî bibim. Di dema niha de û piştî ku pergala komînan hat avakirin êdî ev serweriya keyayan hat guhertin û mafê kesê tune ye ku li ser şênî û gundiyan desthilatdariyê bike.”